Serrûpel Nivîskar Hinek kesayetî!

Hinek kesayetî!

Belav bike


Ez hîç hez ji dayîna şîretên kesayetîyê yan jî sincîyê nakim.

Sinc û kesayeta her kesî jê ra ye.

Kes, di kîjan civak û rewşê da çawa perwerde bûbe, ew dê bi wan sinc û kesayetîyan jî mezin bibe.

Lê dema pirs vegere were ser axaftin û daxuyanîyên di derbarê kesayeta milletek da; biçûkkirin yan jî biçûkdîtina milletek da, ez dê nikaribim xwe bigirim û ez ê çend gotinan bibêjim.

Ev gotinên min êdî wek şîret yan jî wek bîr û bawerîyên min dihesibe, kî pê kêfxweş, kî pê aciz û dinipixe, bi kêfa xwe ye.

Min di nivîsa beriya vê da jî hinek amaje pê kiribû, ku mîr, şêx, ronakbîr, serok û reveberên civaka Kurd, bi navê milletê Kurd, yan ji destpêkê da kesayeta milletê Kurd avêtine bin lingên dagirkeran, yan jî qisimek ji wan tevlê tevgera azadîyê bûne, jê ra rêveberîyê kirine û ji pêngavek şûn va vê tevgera giranbiha pêşkêşê xwînrijên xwe kirine.

Helbet ew serok û reveberên hêja ku di dîroka Kurdistanê da ser dane ji bo azadkirina millet û rizgarkirina welêt li dervayê vê mijarê ne.

Li pey kîjan dagirkerî, di bin navê kîjan ol, bawerî yan jî îdeolojîyê da dibe bila bibe, xizmeta ji bo armancên dagirkeran, bi erzanî pêşkêşkirina tevgera azadîya Kurdistanê ji bo wan dewletên dagirker, bi yek gotinek:

Biçûkkirina milletê Kurd e, li hember wan dagirkeran.

Dema ku ev xwebiçûkkirin, xwebiçûkdîtin destpê kir, ji raman heta axaftin û tevgerê mîna vîrûs li hemû civakê belav dibe, wê ji hev dixe û ji rewşa milletbûne derdixe.

Êdî dê hezar şahid pêwîst bin, ku tu jê ra bêjî ew millet e!

Bandora ereban, bi pîleyeke mezin şikestîye li ser Kurdistanê. (Lê neku ji holê rabûye.) Metirsîya faris her domdar e li rojhilatê welêt.

Ji bo giştîya Kurdistanê mezitirîn metirsî dewleta dagirker a Tirk e.

Wek tê zanîn ji du milan va vê metirsîyê bi pêş dixe:

Turk-îslamîst û Turk kemalîst!

Na, neku fonsîyonên metirsîya Turk-kemalîst sivik dikim, lêbelê metirsîya herî nepenî, xayîn a Turk-îslamîst e. Ku rehên xwe berdide dîrokeke hevkarîya bi wan ra ya dûr û dirêj.

Ev dîroka bêbext îro hê jî sedemê parçebûna Kurdan û neserxwebûna Kurdistanê  ye.   

Mîna ku daqurtandina bakûrê Kurdistanê têr nekiribe, ew dewleta dagirker a tirk bi rêvekirina baskê xwe yê Turk-îslamîst van çend salên dawîyê baş bi cî bûye li başûrê Kurdistanê!

Serkêşîya vê baskê jî cemeeta Fetullah Gulen dike.

Fetulleh Gulen, ew kes e ku bi rondikên xwe yên sexte hem kîsikên xwe tije kirîye û hem jî yên dewleta xwe.

Bi taybetî di salên heştêyan da ku baskê kemalîst ket tengasîyê, dewleta Tirk di bin maskeya îslamê da tam gaz da vî Fetullah Gulenî.

Piştê darbeya faşîst a 12 îlonê, kursên quranê, dibistan û kolejên “işik” yên vê cemeatê û di bin kontrola nijadperestîya dewleta Tirk da dibistanên îmam-xetîb (imamhatib okullari) bajarok û bajar neman ku lê venebin.

Bi taybetî jî li hemû bajar û bajarokên bakûrê Kurdistanê ji wan dibistanên “işik” û îmam-xetîp mîna vîrûs belav bûn. Bi navê ûmetîzmê û bi îdeolojîya turk-îslam serê zarokên Kurdan şûştin û mîna pezên gêj berdane holê.

Jixwe bi vekirina wan dibistanan jî armanca wan ew bû: bêhişkirina milletê kurd.

Careke din vê Turk û îslamê ji sedî 70 û 80 bandora xwe li ser Kurdan xurt kir, piştê wê darbeya faşîst. 

F.Gulen, ji B. Ecevît bigire heta Turkeş, S.Demirel û R.T.Erdogan bû xoceyê hemû serok û reveberên Tirkan. Ji ber ku di her ku diketin qeyran û tengasîyê da, bi wan rondikên xwe yên sexte diçû hewara wan.

Ev cemeat niha jî mîna ahtapot dewleta Tirk hildaye nav milên xwe, bi rê va dibe.

Gelek ji giregir û sazîyên Kurdan jî adeta ketine nava pêşbazîya pesinê wî Fetullah Gulenî. Hin ji wan nema dikarin xwe bigirin, heta ku xwe davên ber dergehên wî!

Hinek kesayetî!

Jixwe metirsîdartirîn bela ji rûyê wan cemeat, dergeh û terîqetan hate serê Kurdistanê û millet xistîye vî halê gêj!

Di çi awa û encamê da dibe bila bibe, îlankirina rêveberîyeke federal a Kurdan a li başûrê Kurdistanê, ji bo hemû Kurdistanê bû ronahî û hêvîyeke pir mezin. Bû paceya wê ya bîhnhildanê.

Bi vê îlanê ra xew li dewleta Tirk herimî. Pêşî bi tundî dijîtî kir, paşê bi sîyaseteke nerm, çi kir û kir bi wan plan û defikên xwe, xwe gihande vê parçeya welêt.

Bi her awayî bi cî bû, bi cî dibe ew dewleta dagirker di vî parçeya ku nû çavên xwe vekirîye li cîhanê.

Komara dagirker a tirk têkilîyeke stratejîk danîye bi rêveberîya herêmê ra!

Nebûna hişmendî û stratejîya neteweyî yên hukumeta başûr, li şûna neteweyî, meşandina sîyaseta herêmî, hîştîye û keyseke bêhempa daye dagirkerên Tirk, ku ji bazirganî, heta medyayî, leşkerî, îstixbarî û heta perwerdeyî bikevin wir û birizînin.

Vana hemû armancên rizandin û bi xwe va girêdanê ne. Ew dê di wan armancên xwe yên xirab da bi ser bikevin yan na? Ew edî dimîne li ser Kurdan.

Argumenta hukumeta başûrê Kurdistanê, di vî têkilîya stratejîk a metirsîdar a bi dewleta dagirker a Tirk ra ev e, dibêjin: “Dewleta Tirk cîranê me ye, em dikarin bi cîranên xwe ra di nava hemû têkilîyan da bin.”

Heke hun bakûrê Kurdistanê wek parçeya herî mezin a Kurdistanê bihesibînin, naxêr, dewleta Tirk ne cîranê we, berevacî dagirkerê we ye. Kengê hemû hêz û dezgehên xwe yên dagirkerîyê ji Kurdistanê vekişand û bir ji Sêwasê wê da danî, hingî dibe “cîranê” we.

Ev çi cîrantî ye ku ji ziman bigire, heta muzîk û kultûrê û heta perwerdeyê dikeve nava mal û rûh û mejîyên we.!

Hinek kesayetî ji kerema xwe!

Li bakûr wisa kirin, bi perwerdeyê hiş û mejîyên Kurdî rûxandin.

Niha jî Başûr!

Zêdetirê 20 dibistanên “işik”, weqif û zanîngehên cemeata Fetullah hene li vî parçeya welatê me! Her roj mejîyên zarokên Kurdan dişon bi îdolojîya Turk-kemalîzmê, zimanê tirkî hînê wan dikin!

Kumpanîyaya Rûdawê jî, pesinê vê “îşikên” cemeata Gulenî dide di rûpel û ekranên xwe da. Çend ji wana ev in:

Zarokekî Kurd ji dibistaneke “işik” a li başûrê Kurdistanê der diçe. Mixabin ev kur tirkî baş hîn bûye di wî kemîna “işik” a Turk îslamê da! Vî kurî dişînin şayîyekî cemeata Gulen li “Tirkîyeyê”. Serokwezîrê Tirk R.T.Erdogan jî di wê şayîyê da amade ye. Ew zarok straneke bi tirkî dibêje û Erdogan radibe ser pêyan û jê ra li çepikan dixe.

Helbet, R.T.Erdogan pir bi nehsî radibe ser pêyan û ji wî kurî ku pir baş tirkî hîn bûye ra li çepikan dixe.

Li bakûr jî wisa kirin. Destên xwe dane serên Kurdên ku pir baş tirkî hîn bûne û gotin “aferîn oglum” (aferîn Kurê min) û rê li ber Kurdên başasîmîlebûyî bû mîna otoban!

Rûdaw bêku rexneyek bicûk jî tê da hebe, wiha dide vê nûçeyê:

“Zarokê ku serokwezîr Erdogan rakir ser pêyan”  

Bikaranîna gotinan di manîplasîyona medyayê da roleke sereke dilîze. Gotineke çekirî dikare xelkê nerm bike yan jî bixe nava tevgerê.

Nabêje serokwezîrê Tirk, dibêje serokwezîr Erdogan! Dema bêjî Serokwezîr Erdogan, wî wek serokwezîrê xwe jî qebûl dikî. Ev nexweşî li bakûr jixwe gihîştîye qirîkê.

Îcar Rûdawa ku bi nûjenîya xwe hêvîyeke dide medîyaya Kurdî, dikeve nava vê nexweşîyê?

Dîsa rojnamevanekî ji Rûdawê radigihîne ku ew ê bi “alîmê îslamê” yê di cîhanê da nasdar Fetullah Gulenî ra hevpeyivîneke çêke di Rûdaw TVyê da.

Ew rojnamevan, yan Fetullah Gulenî baş nas nake, yan jî peyayekî ji cemaeta Fetullah Gulen e, ku wî wek “alimê îslamê” dinasîne. Û hem jî heyfa xwe pê tîne ku nekarîye hevpeyivîneke zindî bi wî “zatî şahaneyê” ra çêke! Ew “zatî şahaneyê” ku niha berdewam e bi rondikên xwe yên sexte di vîllayeke li daristanên Pansîlwanyaya Amerîkayê da!

Heke ev ragihandin bi navê medyaya Kurdî bê kirin, heyf e! Guneh e! Skandal e!

Hinek xîret!

Dîsa heman rojname bêku rexneyek lê bike, nûçeyek wiha diweşîne:

„Berîvan Dogana ji malbateke Kurd li Swîsreyê, di olîmpîyada zimanê tirkî ku ji alîyê cemaeta Gulenî va hatibû sazkirin da, dereceya yekemîn wergirt!“

Bê rexne dayîna vê nûçeyê heke ne şaşitî be, tê watewa hewisandina zarokên Kurd ji bo zimanê tirkî! Hem jî bi dest û rêya medyaya Kurdî. Hem jî li Swîsreyê, li welatekî Ewropî! Ka li vê ecêbê giran binihêrin!

De îcar binihêrin metirsî xwe gîhandîye heta Kuderê.

Bila hinek serê pozên we, bi gotina Behdînanîyan „bêfilên“ we bişewite!

Mixabin ev bandora dayîna negatîf a nûçeyên Rûdawê pir caran li rojnameya Avestayê jî dike, ku ev çend sal in ez jî tê da dinivîsim.

Derd, guneh û şaştîyên ji bandora tirkî, tirkhezî pir in! Kîjanê bêjim, Kîjanê nebêjim?

Tenê dermanek heye ji van derd û jan û êşan ra:

Hinek kasayetî û xûrûra neteweyî!

Heke em vê ji erdê rakin, wê pêdivî nemîne ku em bi sedan salan şer bikin li serê çîyan!

·       Nivîs dirêj bû, xwe dispêrim sebir û arama we û ji dîwana Seydayê Dilmeqes dixwezim cênd rêzikên wî yên li ser Fetullah Gulenî, bi we ra par vebikim:

Rondikên sexte 

Fetullah Gulen dema ku dide wez û dersa

Ew xwe dibîne qasidekî ji qasidê xweda

 

Dibê ez im warîsê textê xelîfeyên osmanî

Dema wez dide hêstir ji çavan tên wek kanî

 

Navê wî Gulen e, lê ew bi xwe tim digirî

Di hêstirên wî da heye gelek tiştên veşartî

 

Di nav da dixuyê xap û derew, destên tarî

Ew bûye holdîng, gelek dibistan ava kirî

 

Bi sedan heye sûpermarket û dikanên wî

Gelo ev tiştên bihabilind ji ku tên perê wî?

 

Bawer im xortoma wî di nava bîra zemzem

Hîç namiçiqe, tim heye , dikişe û tê her dem!

 

Dagirker bi hîle, bi derew û xap

Kurdan girê didin bi bîr û bawerî, bend û kap.

 

Bo Kurdan dîn û îman dikin kemîn û daf e

Li ba dagirkeran xap û derew gelek zahf e.

………. „