Ez nivîsên Cemil Gündogan bi kêf dixwînim.
Cemîl, kedek dide nivîsên xwe û analîzan dike. Asodar û bi raman in nivîsên wî.
Ji alîyekî va hinek bîhna stratejîyê jî jê tên.
Bi taybet ji rêzenivîsên wî yên li ser hevdîtinên MIT û Öcalan meriv dikare gelek encam û ramanan jê derxe. Gelek tiştên ku meriv dikare pê ra hevpar be hene di wan nivîsan da.
Nivîsa wî ya dawîyê bi navê „Tirkên Ewropayî û lihevhatina MIT û Öcalan“ di Gelawêjê da belav bû.
Cemîl Gündogan di vê nivîsê da bi navê “Tirkên Ewropayî“ têgihîneke nû, yan jî „çekirî“ diderîne û biqasê ku ez jê têgihîştim, dibêje ku DTP û bi taybetî jî alawîyên Kurd divê di navbera şerê „Tirkên asyayî û Tirkên Ewropayî da destêkê bidin, „Tirkên Ewropayî“!
Ev gotin û dîtineke şaş e. Dibe kosp û asteng li pêşîya „yekîtîya“ Kurdan.
C. Gündogan ji bo ku hêzê bide vê gotina xwe, bi gelek angaşte û kitekitan nivîsê pir dirêj kirîye.
Min ev nivîsa Cemîl nekarî mîna yên din heta dawîyê bi kêf bixwînim û temam bikim.
Ez dê dûr û dirêj nekevim nava rexne û analîzan. Hez ji vî îşê jî nakim.
Çend tiştên ku ez ê li serê bibêjim ev in:
Tirk, millet û civakeke Asyayî ne.
Temam rast e. Lê ji civakên barbar ên Asyayî.
Ji roja ku ji cîyên xwe leqîyan û çûne kuderê vê taybetmendîya xwe di bin hezar rû û maskeyê da bi xwe ra birin û ew derê talan û yaxme kirin.
Wisa ku Hafizê Şîrazî nema karî xwe bigirta û got:
“Kirasekî min ê lîmelîmeyî hebû, ew Turkê xwînrij çav berdayê û ew jî bir…”
“Me kevir li ser kevir, ser li ser beden nehîştin!” (Taş ûstûnde taş, gövde üstünde baş birakmadik!“) Ev gotina tirkan bi xwe ye!
Tiştek lê zêde nakim û nakevim nava kitekitên dîrokî jî…
Taybetmendîyên genetîk tu asîtê jî berdiyê jê naçin!
Tu ji kîjan alîyê lê dinihêrî binihêre, “Tirkên Ewropayî” tinene.
Tirkên ku xwe wek “Ewropayî” nîşan didin û pir bi awayeke sextekar hemû derfet û îmkanên Ewropayî bi kar tînin, hene. Mîna wan yasayên ku ji Ewropayê teqlît kirine. Hemû tiştên wan teqlît e. Teqlît jî sextekarî ye.
Hem tirkên kemalîst û hem jî tirkên îslamîst, her yek ji alîyên xwe va, lê her du jî ji bo bihizkirina dewleta xwe roj bi roj li welatên Ewropayê bi mentalîte û kultura xwe ya Asyayî berfireh û geş dibin.
Belkî şaş bim, lê ez vê hatina wan a Ewropayê eynî dişibînim hatina wan a ber derê Kurdistan, Ermenistan, Pontus û Enedolê ya hezar sal berê.
Tirk hem di kultura îslamî da û hem jî di ya Ewropayî da ne ne ji dil in.
Her duyan jî hezim nekirine û nakin jî. Ji ber ku her du jî ne ayîdê wan e!
Ew tenê dikarin kultur û civakan dejenere bikin û bişibînin xwe!
Çopçî hatin Ewropayê, niha bi taybet li Almanyayê ji aborî bigirin heta lobîyê bûne hêzeke sereke!
Wisa ku Alman nema dikarin êdî pêşîyê lê bigirin, yan jî ji bo wan berjewendî û hevkarîyên xwe yên dîrokî, ku tije ye bi gunehan, naxwezin pêş lê bigirin.
Min bi navê “çopcî” rêzenivîsek nivîsî û rewşa tirkan a îroyîn li Ewropayê hinek vegot tê da. Ev rêzenivîs di Avesta û Gelawêjê da jî belav bûbû.
Bi destpêka wê qerebalixa Taksîmê ra ev du-sê meh in çep û kemalîstên tirk li Almanyayê, xwesma li Berlînê çadiran vekirine, bi ala û druşimên şovenîst dimeşin. Dane du nêçîra alawîyan, bi taybetî jî alawîyên Kurd.
Heta li dîwarên Berlînê plakatan daliqandine û li serê nivîsîne:
“Alawîno di bin alaya kemalîzmê da bicivin!”
Divê em neyên van lîstikan û nekevin ew kemînên ku hatine danîn ji bo me Kurdan.
Haya me biqasê ji kemînên Turk- îslamîst, ji yên Turk-kemalîst jî hebe!
Yan na em ê çavên xwe hertim li labîrentên tarî yên zîndanên tirk vekin!