Serrûpel Nivîskar Gava ez bimirim

Gava ez bimirim

Belav bike

Dostino…hogirno..

Gava ez bimirim

Bira xoceyên aqilên wan di lêvên wan  de ne

ser min telqînê nexwînin   

ji ber ku di jiyana xwe de

min tiştek ji Xwedê nexwest

û ti carî serê wî bi xwe re neêşand

Lo dostino..hogirno..

Gava ez bimirim

Dilopek hêsir ser min de mebarînin 

jiyana xwe weke berê bidomînin

ji bo hûn dilê min di gorê de neguvişin

Lo dostino..hogirno…

Gava ez bimirim

Peyalek mey bi nave min vexwin

yekê ser gora min de birijînin

ji ber ku Cihan dereweke mezin e

Min bi meyê li xwe sivik dikir.

_______________ 

Erbîl /22.07.2013