Çend hefteyeke kampanyayeke organîzekirî ji aliyê çend kanalên ragehandinê ve li dijî rewşenbîrê naskirî Bextiyar Elî dest pê kiriye, daku ji heftenameya Basê re nenivîse. Hinek ji wan nivîskar û rojnamevanan eşkere dibêjin ku ew babetên kek Bextiyar gelek xwendevan ji Basê re kom kirine û carna rojnameyên din jî derbas dike.
Di van sê salên borî de çend carên din jî Bas ketiye ber van êrîşan, her car bi awayekî nivîskar û rojnamevanên heftenameyê dibin hedef û dikevin ber êrîşan, ku di naveroka wan nivîsan de nikarîne wê rastiyê veşêrin ku Bas bi naverok, nerînên cuda û di warê ziman de dewlemend e, di warê pîşeyî de jî xwe derbas kiriye, me gelekî bi hişyarî pêngav avêtine daku nekivin wê xeletiya cudakirin û dubendiyê ku ji zerarê zêdetir tiştekî din bi xwe re nayîne, di heman demê de wext jî belaş diçe.
Her ji destpêka derxistina Basê ve me kar li ser cîbicîhkirina hinek prensîpan kir, daku rêz û ihtiramekê ji bo proseya nivîsîn û rojnamevanî ya nav heftenameya xwe çêbikin, kesên taybet, pispor ku di cîhana nivîsîn, kultur û medyayê de kur tevî heftenameya me bibin, herwiha me ew bawerî jî da kesên wek Bextiyar Elî, Rêbwar Siweylî, Şêrzad Hesen û wan hemû nivîskarên birêz ên din çi berê û çi niha ku li Basê babetên wan hatine belavkirin, demeke zêde em li bendê man daku bighin wê baweriya ku em ji yên din cuda ne û dubendî-cephetiyê nakin.
Her ji destpêkê ve me pêşbîniya wê yekê jî kir ku sînordarkirina wan waran bo kesên cihê baweriyê û bi bandor, rewşeke wek vê kampanyaya niha tîne pêşiya me, lê belê wek Hafiz Şîrazî gotiye; ‘’Ger be eşqa dîtina beytê biçê bo hecê… bila bekevin piyê te sitiriyên muxîran-derwêş û xem mexwe.’’
Lê vê carê beşekî kampanyayê Bextiyar Elî kiriye armanc, ku di nav wê tevlîhevî û bênaverokiya rewşa rewşenbîrî û ragehandina Kurdistanê de, biqasî tiliyên dest, kesên wek wî mane, ku bi yek mesefa ligel hemû alî,navendên rewşenbîrî û hizbî raweste û nebin dengê hîç hêz û aliyek, serbixwe li ser projeya fikrî yên xwe kar bikin û her li ku binivîsîn her yek nerîna wan hebe. Ew cuda ji yên din nebûye kurê kêliyeke gelekî bi coş û xweş, ku pêşbînî û têbîniyên wî şopa xwe hiştine û gelek jî hatine dîtin.
Her wext jî hatina kesên wiha destkeftek bûye bo rakişandina xwendevanên rasteqîne bo heftenameya me, ku daxwazeke rewa ya hemû çapemeniyekê-rojnameyekê ye, lê belê ewên ku îro êrîşî Bextiyar Elî dikin, bê çiqasî Bextiyar xwendine hewqasî jî Bas xwendine û agahdarê rêbaz û karkirina wê bûn.
Me her ji bo ragirtina hurmeta wî û nivîskarên din ên birêz yên heftenameya xwe, rêbazeke taybet bo nivîsîn û nerînên wan daniye, em di wê baweriyê de bûn ku kesên din dikarin bîr û baweriyên Bextiyar Elî binirxînîn û şirove bikin, ku li ser dinyaya ew têde kur be, ne ku hinek bixwazin bi rêya wî navekî peyda bikin. Hinek ji wan jî ku niha şûrê xwe li kek Bextiya tûj kirine, berê babet ji Basê re şandine û nehatine belavkirin, lewra niha dest bi teqeyan kirine.
Lewra li ba me şikomendî-mezinahi-hurmeta wişe, nivîsîn û karê rojnamevanî bi şikomendiya bilindragirtina wan nivîskaran ve girêdayî ye, ku ji Basê re dinivîsin, bila dilê xwendevanan jî di cih de be, ku herçiqas kampanya berfirehtir û êrîş dijwartir jî bibin, Bas ji wê rêbaza xwe dernakeve û li ser gotara xwe berdewam dibe. Kêfa me ji xwendevanên me re tê, loma bi belavkirina nivîsên kal û bênaverok em bêrêziyê li beramberî wan nakin.