Serrûpel Nivîskar Ez Bimirim

Ez Bimirim

Belav bike


 

Saet deh û nîvê şevê bû. Ez li mala xaltîka xwe bûm. Ji ber ku ezê sibe vegeriyama mala xwe diviya zû razêm da ku bikarim bi awayekî vehesyayî birêkevim. Ji ber wê jî ez çûm salonê û min orxana xwe ya gulgulî li erdê raxist, helbet orxan cihê doşekê nagire.

 

Lê zêde girîng nebû çimkî min dixwest zû razêm û têr xew bim.

 

Lê min dît dengê pîrka min tê: “ooy ez mirim, ooy ez mirim”. Ez jî di navbera hişyarî û xewê de bûm. Min jî guhdarî dengê wê dikir û digot: “Waay Qawe Hase dîsa dest bi nazan kiriye”.

 

Çimkî hinek caran pîrka min nazê wisa dike û dibêje: “Hinek maye ez bimirim”. Van 15 salên dawî her cara ku ez diçim mala wan dibêje “ev cara dawî ye tu min dibînî ezê di demek nêzîk de herim askeriyê û teskerea xwe bistînim.” Ji ber wê jî min hizir kir ku ew dîsa wan nazên xwe yên berê dike û min di dilê xwe de got: “Razê Nesrîn razê tê sibê birêbikevî û bi hezaran km rê herî.”

 

Xew tam ketibû çavê min lê nişkave deriyê salonê bi tundî vebû. Xaltîka min ya mezin bi dengekî tirsyayî got min: “Nesrîn rabe qurbanê pîrka te pirr nexweşe.”

Ez rabûm lê min xû dabû û ber bi odê ve çûm. Jinka feqîr spîçokî bibû, lêvên wê reş û şîn bibû, çavên wê kor de çûbû û bi dengekeî dinaliya û digot ez dimirim.

 

Desmala wê ya spî ketibû ser milê wê, di wê rewşê de porrê xwe vedipoşî. Tirsek niqutî dilê min, rûhê min carek din nedixwest şahidê xilasbûna jiyana kesek dibin bibe. Min ji xwe re got: “Na tikaye niha ne dora vê yekê ye”. Wê demê min nizanîbû gelo kişandina êşê ez tirsandim yan jî min nedixwest jiyanek bidawî bibe lê ez hêvîdar im hesta duyemîn bû ku hîşt ez li ser xwe bim çimkî hestên ji xweperestiyê wêdetir naçin.

 

Me pîrka min hazir kir û em ji derencê apartman daketin jêrê. Dilê min xemgîn bû û her gava ku min davêt dilê min gurm gurm lêdida û min digot qey rûhê min mezin bûye. Guhê min tiştek nedibihîst û gewriya min tijî bibû lê diviya ez negirîm.

 

Eza ku hertim xelkê didim kenandin lê vê carê bêdeng bûm û dimeşiyam lê di hundurê min de qiyamet bû, yekê hema destê xwe bida min, minê qîrr bikira. Min di dilê xwe de digot jiyan derew e û rûhê min dinaliya û digot: “ooy dayê”.

 

Ez û xaltîma xwe û pîrka xwe em li otomobîlê siyar bûn. Min hertim jê re digot “kemera ewlehiyê girêbide” lê vê carê min qîma wê nekir û min got bila vê carê bêkemer rûnê.

 

Qet nayê bîra min ka min çawa ji malê heta xestexanê otomobîl ajot. Tenê ew tê bîra min ku min tu çirên kesk li pêşiya xwe nedidît. Dema em gihîştin beşa acîl ya xestexanê êdî hestên min xwe komî hev kiribûn. Min ji pîrka xwe re digot netirse.

 

Piştî ku dixtor ew kontrol kir got divê li xestexanê were razandin, ji ber wê jî li xestexanê ma. Tirsa ku di nav çavên xaltîka min de bû heta niha jî ji bîra min neçûye. Roj hêdî hêdî derdiket û diviya ez birêkevim lê ez neçûm çimkî ez wê dem fikirîm ku tu rêyek ji canê mirov girîngtir nîne.

 

 

Encamên pişkinînê derketin û piştî ku me bi dixtoran re axivî, rastiya tehl derket pêşiya me. Bêçaretî û bêderfetî li pey hev hatin. Helbet tiştên ku ez dixwazim bêjim ev nînin.

 

Qîzek xaltîma min heye navê wê jî mîna navê min Nesrîn e. Em ji xestexanê hatin mal û me pîrka xwe li wir hîşt. Nesrînê bi tirs derî li me vekir û bi dengekî nizim ji me pirsî: ka pîrka min. me jî jê re got ew li xestexanê ma û wê çendekî li wir bimîne.

 

Qet ji bîra min naçe ew hêsrên ku ji çavên Nesrînê dihatin xar. Ji xwe pîrka min rojekî beriya ku nexweş bikeve bi henekî gotibû “eger ez bimirim dê Nesrînê jî bi xwe re bibim”. Nesrînê jî jê re gotibû “Ez hê gencim lê” em jî pê keniyabûn.

 

Lê piştî wê bûyerê çavên me her duyan jî tijî hêsir bibûn. Em derbasî odê bûn. Nesrînê li çavên min nihêrî û got: “Me duh tenê henek kir lê çima wisa bû. Bila tiştek bi kesî neyê û li şûna me hemûyan ez bimirim.” Dema wê wisa got ez mirim û hezar tişt hatin hişê min.

 

Di vî heyamî de ku şîn bi oraletên reng rengî û xwarinên hazir di nav 3 rojan de bidawî dibe, zarokek 16 salî dibêje “ez li şûna we hemûyan bimirim”. Vê risteya Nesrînê mohra xwe li salê da û ev gotin wê heta dawiya jiyana min di dilê min de cî bigire.