Pakkirina çerm, bi riya şîrên pakkirinê yan jî peylîngên nerm gava yekemîn e. Bi vî rengî çermê mirî yê li ser çav tê avêtin û derfeta xwenûkirina çerm tê çêkirin. Piştre divê mirov nermkirinê ji bîr neke.
Nermkirina çerm bingeha parastin û geşkirina wî ye. Ji bo pakkirineke kûr, mirov dikare
sûdê ji maskeyan jî wergire.
Weke tê zanîn bandora maskeyan, pir lezgîn e û yekser tê dîtin. Piştî ku mirov serçavê xwe ji maskeyê
dişo, mirov dibîne ku çermê mirov vehesiyaye, bi ser xwe ve hatiye û tu leke li ser nemane.
Divê mirov diyeta xwe jî ji bîr neke. Kozmetîka roja me dikare ecêban biafirîne û encamên pir baş bide, lê heger em ji hundir ve jî guh nedin xwe, encamên wê ne mayinde ne. Xwarineke tendurist, fêkî û sebzeyên antîoksîdan, vîtamînên A û E, ji bo bedewiyê pir baş in. Parastina çerm ji bandora tîrêjên roja buharê jî pir girîng e. Dibe ku hûn bi bandora wê nehisin, lê tîrêjên roja buharê, ji bo çerm nekêmî yên havînê ne.
Her wiha bo xweşikiya çermê xwe baş rakevin û zêde avê vexwûn.
Guh bidin çermê bedena xwe û serçavê xwe. Bela buhar were serçavên (Hawar-net)