Serrûpel Nûçe PYD bi îşkenceyê girtiyên El Partî lal kirin

PYD bi îşkenceyê girtiyên El Partî lal kirin

Belav bike

Rêkxistina El Partî li Efrînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Partiya PYD endamên wan digire û îşkenceyên giran li wan dike.

El Partî di daxuyaniya xwe de dibêje di encama êrîş û îşkencekirina  2 endamên  El Partiyê yên bi navê Siyamend Brahîm û Cêgir Hemo, ji aliyê asayîşa PYD ve, lal bûne.

El Partî dibêje ew ji rêkxistin û dezgehên mafên mirovan yên navnetewî daxwaz dikin ku rê li ber binpêkirina mafên mirova ji aliyê PYD ve, li herêma Kurdan rawestin.

AVESTA KURD 

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) daxwaz ji saziyên mafên mirov ên kurdî û navdewletî dike, “êrişa hêzên PYDê li dijî endamên El Partiyê” bidin sekinandin.

Rêxistina Efrînê ya El Partiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku girtin û êşkencekirina endam û alîgirên wan ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve li rojavayê Kurdistanê didome.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êriş û êşkencekirina hêzên PYDê de 2 endamên  El Partiyê yên bi navê Siyamend Brahîm û Cêgir Hemo lal bûne.

Di beşek din a daxuyaniyê de El Partî ji saziyên mafên mirov ên kurdî û navdewletî xwestiye bi hewara endamên wê biçin û pêşiya êriş û serkutkirina PYDê li dijî endam û alîgirên wê partiyê bigirin.

Di dawiyê de El Partiyê kiryarên hêzên PYDê li dijî endamên xwe şermezar dike û vê yekê wek binpêkirina mafên mirov û qanûnên navdewletî binav dike.

– See more at: http://rudaw.net/NewsDetails.aspx?PageID=21288#sthash.x0QxmEtP.dpuf