Ji Pêxemberê me mûcîzeyek: Eimmeyê hedis, bi gelek terîqan radigihînin ku di Gazweya Gatefan û Enmarê de, reîsekî wêrek ê qebileyekê bi nav Gavres ku gava kes nabîne rasteras tê li ser serê Resûlê Ekrem Eleyhiseselatu Wesselam û di destê wî de bi şûrê amade ve Resûlê Ekrem Eleyhiseselatu Wesselam re dibêje: “Kî dê te ji min xelas bike?” Gotiye: “Ellah!” Peyre weha dua kir: … Ji nişkeva ew Gavres, ji nav her du girmilkên xwe derbekê ji xeybê dixwe; ew şûr ji destê wî dikeve erdê û kilor dibe. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, şûrî digre destê xwe; dibêje: “A niha kî dê te xelas bike?” Paşê dibexşîne. Ew mirov diçe ba gelê xwe. Her kes ji wî mirovê curetkar û wêrekê re dikevin heyirînê û gotin: “Çi bû ji te? Çima te nekarî tişrek bikira?” Wî got: “Bi vî awayî qewimî. Ez, a niha, ji ba wî yê ku bixêrtirinê mirovan e têm.”(1)
Ji mûcîzeyê jî tê zanîn ku mafê Gavres kuştin bû. Îcar pêxemberê me helwestek bêhempa nîşan dide û Gavresê nakuje û dibexşîne. Ji vir ji bo me fêr û dersek hêja heye. Ne tenê ji bo me hem jî ji bo dewletan re jî şîret û dersek heye. Dibêje; “nekujin, bibexşînin!”
Mixabin li Sûriyeyê hin rêxistinan hene ku bi navê Îslamiyetê kesên mezlûm, bêtawan, bêguneh, belengaz, sivîl, jin û zarok dikujin. Hem jî bi hovane. Hem jî li ber çavên her kesî. Hem jî bi videoyan ve…. Hem jî mixabin haşa bi navê Xweda! Ew el-nusra û birastî ew qas cepheyên qirêj û nebaş hene ku bi navê wan ve vê nivîsê nehetikînin û bi beredayî rîklama wan nekin.
Xwedayê mezin me û mezlûman û Kurdên Suriyeyê wekî wan cepheyên qirêj û zaliman biparêze. Amîn.
Belê ev mûcîze ne mûcîzeyek çîrokî ye. Mixabin heta niha bandorek li ser mislimanan re nekiriye. Disa mixabin armanc û dersa vê mûcîzeyê Ewropa ji me çêtir girtiye. Divê gelê misilman qedra vê mûcîzeyê baş bizanibe. Ji ber ku ne tenê ev mûcîze belkû çend mûcîze mîna wê hene. Gelo ew qas mûcîze çima dersek nade me? Madem mûcîze ye xwestina Xwedê ye jî.
1) Ji Kulliyata Rîsaleînnûr, Nameya Nozdehemîn Mûcîzeyên Ehmediye, Bûyera Sêyemîn, rûpel 212 wergêr A.Bingol, S.Orak, A.Meretowar, A.Samur