Berê bi çend rojan di Avestayê da nûçeyek belav bû:
Derheqê ku li Kobanê, rojavayê Kurdistanê kursên zimanê tirkî vebûne! Ciwanên Kurd jidil tevlê van kursan dibin!
Kî serpereştîya vî karî dike?
„Yekîtîya xwendekarên Kurd li Surîyêyê“
Kî vî yekîtîyê demezirandî ye, bi ser yan jî nêzîkê kîjan partîyê ye? Xem nake! Rewşa hemû partî, rêxistin û piranîya „navdarên“ kurd, tirkhezî ye. Çi eşkere, çi nepenî. Ev rewş rewşeke rezîl e, cîyê dax û şermezarîyê ye.
Hemû ziman dewlemendîya mirovahîyê ne. Rast e.
Wisa jî divê meriv ne rikdarên zimanan be.
Lêbelê zimanê tirkî çi ye ji bo Kurdan? Tê çi wateyê?
Zimanê dagirkerîyê ye, zimanê asîmîlasyonê ye! Ev gotin bi hezaran car hatine gotin.
Min nedixwest careke din vê mijarê dubare bikim. Lê dema min ew nûçe xwend, xwîn li min qerisî, nema sebra min hat.
Ez nikarim hez ji zimanê ku hebûna min ji holê rake, çermê min bigure, bikim!
Ez nikarim hez ji zimanê ku pê heft nivşê min hatîye dijûndan, bikim!
Ez nikarim hez ji zimanê ku bi sedan salan e pê têm mendelekirin û zêrandin, bikim!
Ez nikarim hez ji zimanê ku ji zimanê min ra dibêje: „Ne zimanê medenî ye!“ bikim!
Ez nikarim hez ji zimanê ku raman, evîn, xewn û xeyalên min dizîye, bikim.
Ez nikarim hez ji zimanê ku wî ez bêhiş û sersem kirime, bikim.
Heke bikim ez bêesil im! Ji rezîlan rezîltir, ji rebenan rebentir im!
Di nûçeyê da hin sedem jî hatibûn nîşandan:
Na, nizanim, „Tirkîye“ derî ji penaberên rojava ra vekirîye! Xelk dema herin wê derê bikarin bi nas û xizmên xwe ra bipeyivin, karek peyda bikin! Modela mînaka başûr tê bikaranîn felan!
Ew „Tirkîye“ derîyê kî ji kê ra vedike?
Xelk çima nikaribin bi xizimên xwe yên serxetê ra bi zimanê dê bipeyivin? Çi rû daye? Qey zimanê wan hatîye birîn, lal bûne yên serxetê?
Ew dê herin li wir karek peyda bikin? Yan mîna birayên xwe yên wê derê bibin parsek û rebenên kolanan? Serê zarokên wan ji bîdonên çopê derneyê, yan jî di sektora fihûşê da bên firotin?
Birayên hêja ka ji kerema xwe li van pirsan biramin, berîya ku hun ji wan „kursên tirkî“ ra serpereştîyê bikin.
Çi ye modela başûr? Modeleke netewî ye? Ku “tirkhezî” di can û bedenên wê derê da jî belav dibe, dibe zemîn ku dagirkerên tirk tê da bi cî bûne, plan û projeyên dûr û dirêj çêdikin ji bo vê parçeyê. Ku yek ji wan dibistan û zanîngehên cemeeta F. Gulen e, mîna aş dihêre.
Çi ye modela başûr? Modeleke netewî ye? Ku zerokên serok û merokên wê derê di binê wan da otomobîlên 300 000 dolarî fortan davêjin? Ew serokên milletekî ne, yan şêx û melîkên Erebistanê ne?
Xwîşk û birano berîya ku hun dest bi hînbûna tirkî bikin, carekî biramin:
Berîya ku tirk Kurdistan, Ermenistan, Enedolya, Pontus, Ege, Trakya dabigirin, çiqas ziman hebûn li ser wan xakan? Çi bû ji wan? Di çi rewşê da ne îro ew zimanine?
Rehê birînê li bakûr e. Vîrûs ji vir belav dibe ber bi parçeyên din. Heke bakûr xwe ji pençeya dewleta tirk, ji ziman û kultura wê rizgar bikira, ev mîqroba tirkî ku ji sedî 80yê wî bi peyivên xirabkirî ji erebî, kurdî û farisî pêk hatîye, yanê ev zimanê malê dizîyê, heta başûr û rojavayê Kurdistanê belav nedibû. Ev bêhişî û sersemî wiha bidome, zengar wê xwe bigihîne rojhilatê welêt jî.!
Dîrok divîya bû li bakûr bihata guherandin. Zencîr divîya bû li wir bişikîya! Ji bo ewlehîya parçeyên mayîn jî.
Gunehkarên herî mezin, „partî“, „rêxistin“, „sazî“, „sero-merok“, „sîyasetmedar“ û piranîya „rewşenbîrên“ bakûr in! Ku her yek bi reng û awayekî li dora wê dewleta dagirker bûne çerxeperwane.
Yên ku ne çerxeperwane jî, tirkhezî wisa di rûh û mejîyê wan da rûniştîye, ku tu bi ava heft Ferad û Dîcleyê boşoyî, jê dernayê.
Çi bêjim?
Gotina dawîyê ya Baba Tahirê Ûryan:
“Dilêm derdîn û nalîn e, çi bêjim
Rûyêm tozîn û xakîn e, çi bêjim
Nav heftê û du milletan gerîyam
Ji mûrîdên sed mezheb ra çi bêjim?“