Serrûpel Nivîskar Di Rêzimanê Kurmancî de Pirdengî

Di Rêzimanê Kurmancî de Pirdengî

Belav bike

Di Rêzimanê Kurmancî de Pirdengî

Lê belê an Lêbelê

Di Rêzimanê Kurmancî de gelek mijar hene ku hê li ser wan konsensûs û yekîtiyek çênebûye. Pirdengî heye. Pirdengî jî devjenî û gengeşî derdixe û astengê pêşveçûne jî.

Mixabin ji nav nivîskar û rêziman de li ser vê peyvê yekitî nayê xuyanê. Hin nivîskar “lêbelê”yê an bi hev re dinvîsîn an jî “lê belê”yê bi cuda dinvîsîn. Gelo lê û belê ango “lêbelê-lê belê” bêjeyek pêkhatî û hevedudanî ye an bêjeyên tena serê xwe ne, an jî gihanek e?

Belê bêjeya “lê” û bêjeya “lê belê” jî gihanek in. Ji ber vê yekê ku gihaneka “lê belê” cuda tê nivîsîn.

Di pirtûka birêz Kadrî Yildirimî de “lê” û “lê belê” wek gihanek tê xuyanê.[1] Herweha di berhema birêz Aziz Samurî de jî wekî mamoste gihanek hatiye nivîsîn. Mînak-6: Gihanek: “lê belê”, ez lê belê me[2]

Lêbelê tenê wî ev cûret nîşan da, di van salên zordariyê de tenê wî turiş kir.[3]

Rojbaş an Roj baş(Şevbaş, Şev baş)

Belê di vê bêjeyê de jî devjenî heye. Hê rasterast yekitî çênebûye. Hin nivîs û pirtûkên ku kurdî hîn dikin de “rojbaş” bi hev re tê nîşandayîn.[4] Hin berhemên din de jî “roj baş”[5] ji hev cuda hatiye nivîsîn.

Gelo kijanê rast û dirûst e? Kijanê li gor rêgeya rêzimanê ye?

Roj navek xwerû û razber/nedîtbar e. Baş jî hevalnav/rengdêrek xwerû ye. Bi rengdêr ve peyvek hevedudanî dibe. Herweha herdu bêje bêjeyek nû diqewimînin û dibin “rojbaş”. Wekî; heftreng, çavreş û cangiran…

Li ser vê gengeşiyê pirtûka Rêbera Rastnivîsînê ji me re rêberiyek baş kiriye. Rengdêrên hevedudanî, divê ku wekî bêjeyekê bihên dîtin û bi hevûdin ve bihên nivîsîn. Lewre qayideya sereke ew e ku bêjeyek gava ku rengdêr be, bi hevûdin ve dihê nivîsîn.[6]

Nimûne:[7]

merivê sermezin, zilamê zarxweş, xortê zimançepel, çaya bişekir, gundê bêav[8]

Apostrof

Li gor rêzimana kurmanciyê apostrof di kurmanciyê de nîne. Nemaze di herfên kurtkirinê de jî nayê bi kar anîn. Di zimanê kurdî de çend ekol hene ji wan ekolek jî rojnameya Azadiya Welat e. Lê mixabin di vê mijarê de her tim xeletiyên xwe de îsrarî dike. Wekî mînak em niha rojnameya îro binhêrin ku çi xeletî hene? “Hevserokê BDPa Şirnexê Bakî Katar got ku di salên 90î de li ser Şirnexê şerê taybet dihat meşandin û wiha axivî: “Niha tu cudatiya di salên 90i û îro tune ye…”[9]

Birastî bilêvkirina BDP BeDePe ye gelo ev a(BDP’a) ji ku derketiye? Divê hevserokê BDPbibûya. Ev nodê bi apostrof jî 90î bibûya rast dibû.

Ji wan hin mînak: FKK, bi tewangê: Min ji FKK re nameyek şand.

Bi veqetandekê: FKKya Diyarbekirê

Bi mensûbê: FKK[10]

 

Metîn Kewê DILXÊRÎ

Xwendekarê Lîsansa Bilind Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslanê

 



[1] Kürtçe Dilbilgisi, Prof Dr. Kadri Yıldırım, Gihanek(Bağlaç), r 284, 289, Weşana Zanîngeha Artukluyê, Mardin 2012

[2] Kurdiya Kurmancî, Rêziman, Aziz Samur, r 12, Weşana Nûbiharê, Stenbol 212.

[3] Rohat ALAKOM, Dildarekî Gotina Nivîskî(M.Emîn Bozarslan), Nûbihar, rûpel 64, Hejmar 123 Bihar 2013

[4] Pirtûka Min, Hefîz Ebdurrehman, Selam Darî, Xalid Muhemmed, Wane 1 rûpel 2, Qamişlo 2007

[5] Kurdî 5, Kurmancî, Prof.Dr. Kadri Yildirim, Doç.Al.Dr. Abdurrahman Adak, Doç.Al.Dr. Hayrullah Acar, Zülküf Ergun, Îbrahîm Bingol, Ramazan Pertev, Weşana Perwerdeya Netewî(Milli Egitim), rûpel 12, Ankara 2012

[6] Rêbera Rastnivîsînê, Mistefa Aydogan, Nivîsîna rengdêrên hevedudanî, rûpel 179, Weşana Rûpel, Çapa Yekem Stenbol 2012

[7] Gava ku hin ji van bêjeyên hevedudanî bi hokerî bihên bikarînan, parçeyên wan -wekî di van nimûneyan de jî xuya dibe- ji hevûdin cuda dihên nivîsîn. Nimûne: Min çaya xwe bi şekir vexwar. Em dê bê şik wî jî bibînin. Ez bê guman ji te hez dikim…

[8] bîra bêbinî, derdê bêderman, geliyên bêdar, geliyên bidar, gundê berê, merivê bêzirav, peyva bêguman, xwarina birûn, xwrina bixwê.

[9] Azadiya Welat, 29 Mijdar 2013 în, Hejmar 2391

[10] Rêbera Rastnivîsînê, Mistefa Aydogan, Kurtkirina herf bi herf dihên bilêvkirin, rûpel 142-143, Weşana Rûpel, Çapa Yekem Stenbol 2012