Serrûpel Nivîskar Malikî çi dixwaze?

Malikî çi dixwaze?

Belav bike

Dewleta Federal a Iraqê, di bin desthilata Nuri Al_ Malikî de xitma xwe xist krîzek nû ya herêmî û navneteweyî de. Malikî bû astengek giran li pêş enerjî/globalizmê ku cîhan bi gavên mezin berve diçe. Malikî dibêje ku Herêma Kurdistanê nikare petrola xwe ji dervî razîbûna Bexdayê ve bifroşe dinyaya derve. Bi taybetî, li dij peymana enerjî ya navbeyna Kurdistan û Tirkiye derdikeve, heta ku  Hewlêrê tehdîd dike(!)

***
Gava em behsa Iraq a Federal dikin, divê em çend rûpelan bi paşve bizivîrinin ku çawa desthilata navendî ya Bexdayê dibe asteng li pêş bicîhanîna demokrasiyê li Iraq a Federal, herêma Rojhilata Navîn û herweha enerjî/globalîzma cîhanî de.

Desthilata Iraqê a BAASê ne di sala 2003an de têkçû! Ev rastî, ji alî şowenistên Ereb û aliyên dijberê Kurdan ve herçiqasî nayête qebûlkirin jî, bîngeha têkçuna BAAS a Saddam di sala 1992an de hate danîn. Kurdan/Kurdistanê bîngeha têkçûna rejîma BAAs danîn! Piştî Gulan a sala 1992an bi ragihandina Herêma Federe ya Kurdistanê, rejîma Saddam kete nav krîza têkçûnê! Gava Malikî û hevrêyên wî li Suriye penaberî dijiyan, Kurdistan bû navenda têkbirina rejîma Saddam. Mesud Barzanî  – Serokê Herêma Kurdistanê û Celal Talabanî – Serokkomarê Iraq a Federal mazûvaniya tevayiya opozisyona Iraqê li ser xaka Kurdistana azad kirin. Malikî jî, li Şam a Suriye, wekî tê gotin – qehwecîtî dikir!

Şik jê re tûne ye. şîa yên Iraqê – grubek Ereb in ku di dirêjahiya dîrokê de tadeyek giran li wan hatiye kirin. Rejîma BAAS û Saddam tadeyên mezin li wan kirin e. Lê, gava mirov niha li siyaseta Bexdayê ya navendî temaşe dike, dibîne ku siyaseta desthilatî ya Malikî hevkariyek şia ya herêmî li tevayiya Rojhilata Navîn lidar dixe. Piştgiriyek xurt dide rejîmên diktator/terorist ên Tehran û Şamê ku pêşî li demokrasiyê û konsensusa civatî ya herêmê dikin. Ango, siyaseta ”ger ji min be, bere diktator û terorist jî be” birêve dibin. Ev yek, li ber lihevhatina neteweyî li Iraq a federal astengiyên mezin derdixe. Ji xwe rastiya – krîza ewleyî, dizî/gendelî û siyaseta tadekar a hukimeta Malikî, nimûneya vê yekê ye!

Li aliyê din, li Herêma federal a Kurdistanê, pêşketinek aborî, demokratîk, ewleyî a berfereh tê jiyandin. Kurdistan – di qada herêmî û herweha navneteweyî de jî bûye navendek istikrar û modelek demokratîk ji bo tevayiya Rojhilata Navîn. Herçend, navenda nedemokrat a Bexdayê, bi gelek awayan xwestiye û dixwaze, pêşî li ber vê pêvajoya erêyîn li Kurdistanê bigire, li ber siyaseta rasteqîn a Hukimetên Herêma Kurdistanê û siyaseta xwedî prensîp û demokrat a Serokê Kurdistanê – Mesud Barzanî ve, nikarîbûye biser bikeve.

Pêşkeftina aboriya Kurdistanê bi pêngavên mezin, Bexdayî nerehet dike. Ji cîhê ku Bexda li gel Hewlêrê, li konsensus û hevahengiyê bigere, Bexda siyaseta astengî derxistin dayê pêş xwe. Li gor tebiatê rastiyê, Kurdistan nikare siyaseta xwe ya rasteqîn a pêşkeftinê, bi siyaseta kevneperest, diz/gendel a malikî/Bexdayê ve biguherîne. Bêguman ger Malikî/Bexda bibin dîwarek li pêş rastiya Herêma Kurdistanê, li ber Kurdan/Kurdistanê ji dervî – RAGIHANDINA DEWLETA SERBIXWE ve gelek alternatîfên din namînin. Ji xwe, di van rojên dawî de – agahdariyên ku Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ev alternatîf derxistiye pêş de diyardeya- tehdîd û xeletiya mezin a Malikî hemberî Kurdistanê ye.

Stockholm:  30 mijdar 2013