Diyarî Pêla Ebdî
Ez û wê bûn..
Li ser çiyayekî di çîleya bêdengiyê de ser xwe de mijûl dibû
Li ber aveke lavêjên kaniyan ji zozanên sofê re dibirin
Û ji du dilan..
Ji du dilan dûmanek libadibû
Di dûmanê de bajar winda dibûn
Rêyên kor ji ber gavên me direviyan.
Em du hespên bê bask aza difiriyan
Deriyên evsanên rojhilat yek bi yek derbas dikirin
Ji daristanekê dibeziyan daristanekê
Darên bejin zirav dîlan li dor me digirtin
Û bakî serxweş..
Û bakî serxweş dengê Xwedê bi ser me de
Pêl pêl dihanî
Ez û wê bûn
Û cihan giş a me bû.
—————–
Pêla keçeke 3 saliye