Meriv li ser dewletek qeyîdkirî be, ayîdîyeta wê/wî pê ra hebe tê gotin hevdewletî. Bi almanî jê ra dibêjin „Staatsangehörigkeit.“
Hevdewletîya te tinebe, kesek ti nirxek, ti pûteyek nade hevwelatîya te jî.
Nasnameya hevdewletîyê di heman demê da peymanek e di navbera kes û dewletê da.
Di dewletên „demokratîk“ û „pêşketî“ da parastina mafên kesan li pêş e, ne yên dewletê. Dewleteke wiha dikare qîyametê rake, heke tiştekî were serê hevdewletîyek wê.
Lê dewletên paşverû û çete ku ji wan ra lêhatîye bûne dewlet; berdin maf û hiqûqên hevdewletîyan, xwe eyan û beyan difiroşin!
Dewletên wiha herçiqas dîplomatîk hatibin pejirandin jî, ti qîmetek wan di navneteweyîyê da tineye.
Bihayê wan pênc sent jî nake li vê meydanê.
Ji bo me Kurdan rewş hîn tirajîktir e.
Kurdistan ne dewlet e, ku statûya wê ya hevdewletîyê jî hebe û bide.
Qebîleyên Awustûralyayê, Zulûyên Afrîkayê jî xwedî statûyekê ne, em na!
Ev êşeke giran a bêderman e, ku herî zêde xwe di meydana navneteweyî da dide hîskirin.
Heke di vê meydanê da tu bêjî ez Kurd im, ti şansekî te tine ye, ji bo vîzeyek, ji bo derbasbûna ji sînorek. Hema yek ser dipirsin. „Tu Kurda/ê kîjan dewletê yî? „Tirkîye“, „Iran“, „Iraq“, yan „Surîye!“
Vêca heke tu navê yek ji wan ên di nava neynûkê da bidî, tu dê ji bo vîzeyek sê meh, şeş meh werî rawestandin. Hela tu bixwezî herî USAyê tewr şansê te tineye bi wan “hevdewletîyan”!
Min xwest herim Hindistanê, sefareta wê got; şeş meh rawest e, Çîn jî wisa, ya Vîetnamê got; sê meh! Yanê bi astengên bûrokratîk vîze nedan min, qey ew navên “Tirkîye” û “Abdullah-Ebdella” hema yekser hin tişt anîn bîra wan! Min jî zêde teqet nema, ku li pey herim!
Hin heval dibêjin here Kurdistanê! Ez jî pir dixwezim. Ji bêrîyê hişk bûme.
Lê, vîze bigirim! Yan jî bi vexwendinek, bi rêya nasek herim welatê xwe!!
Mina taybetîyên me yên din ev jî tiştekî nedîtî yê sosret e, meriv bi vîze, bi torpîl here welatê xwe!
Helbet ew ê bibe rûreşîya herî mezin ji bo min, heke tiştekî wisa bikim!
Berê li ser pasaportên penaberîyê „hevdewletî“ nedihat nivîsandin, serê min rihet bû. Herçiqas di têkilîyên fermî da vê babetê dipirsîn jî, min digot; bêdewlet (staatenlos) û derbas dibûm , zêde xirecir dernediket.
Ji ber ku ez nebûm „almanekî baş“, „hevwelatîya almanî“ nedan min! Min jî dev jê berda.
Di van pasaportên nû yên penaberîyê da vêca hevdewletîyê jî dinivîsîn. Nestînî pasaportê nadin te.
Mixabin li ser ya min jî „Tirkîye“ nivîsandine!
Dewletek ku welatê min dagirtibe, di serî da kesayeta min, hemû heyîyên min bi zor û hîlle ji min wergirtibe, bîlfîil li min êşkence kiribe, di zîndanên xwe da ez rizandibim û ji destê wê ez reviyabim hatibim Almanyayê û li vir jî ev bîst sal in di nava êşên travmatolojîk da bigevizim, nikarim bibim hevdewletîyê wê!
Ev ji bo min bêjimar zulum û zûl e, toqeke ji êgir e di sitûyê min da. Xencereke zengarî ye di pişta min da ku ez bênefes hîştime.
Heke mirov bim, divê xwe ji vê zulumê rizgar bikim, wê toqê ji stûyê xwe derînim, wê zengarê ji pişta xwe bikişînim.
Çawa? Bêyî ku bibim mûxatabê wê dewletê.
Min digot qey wan heta niha min ji „hevdewletîya“ xwe derxistîye. Mixabin, na!
Dixwezim bibim bêdewlet.
Ev statû tam jî li gorî min e.
Ev jî bi destê min nakeve, daku hem xwe ji vî navê „Abdullah Uzun“ ku bi kirpandina erebî dibêjin „Ebdella“, rizgar bikim û hem jî ji wê „hevdewletîya“ qirêj û kirêt.
Bihêlin bila meriv nav û statûya xwe bi azadî hilbijêre! Xwe ji qirêjî û kirêtîyê paqij bike!
Ji ebdîtîyê nefret dikim.
Çi yê xwedê, çi yê dewlet û ebdan…
Bi hêvîya ku agirê Newrozê hemû ebdîtîyan bişewitîne, qeyd û bendan biqetîne.
Newroz pîroz be!