Bi mebesta ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, di roja 19/2/2014 derdora 150 hemwelatiyên Kurd ji herêma Kobanî li ser rêya navnetewî ya di navbera parêzgehên Heleb û Hesekê de, li derdora gundewarên Aley û Kenterê di parêzgeha Reqayê de ji aliyê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatin girtin.