Barzanî, piştî hevdîtina xwe ligel şanda danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta Kurdistanê bi serokê şanda YNK Berhem Salih, di civîneke çapemeniyê de got, ji bo ewlekariya Kurdistanê ewê kolandina xendekan berdewam bikin û eger ku pêwîst bû ewê tiştên din jî bikin.
Serokwezîr Barzanî her wiha daxwaz kir ku dawî li kampanya û daxuyaniyên ku kolandina xendekan şermezar û protesto dikin bînin.
Weke tê zanîn PYD û partî û aliyên ku piştgiriya wê dikin, li dijî kolandina xendekê derdikevin û berî çend rojan alîgirên PYD bi dar û keviran êrîşî pêşmergeyên li ser sînor kiribûn.
AVESTA KURD