Serrûpel Nivîskar Kêşmekêşî

Kêşmekêşî

Belav bike

 

Neku zimanê kurdî zimanekî bêrêbaz û tevlihev e. NA!

Ji ber bêperwerdeyî û nezanîyê, kî radibe vî zimanî li gorî xwe dinivîse, hîn dike, heta tu bêjî kêşmekêşîyek ketîye zimanê me. Seraberayek pêk hatîye tê da.

Her yek bi alîyê xwe va dikişîne, ku ez jî yek ji wan im.  

Wey li halê wê/wî xwendekarê/î ku du mamostayên kurdî guhertibe.

Xwendekarên mamostaguhertî carinan tên cem min jî û hema yekser dipirsin:

„Mamostaya/ê me ya/yê berê digot; „kanîn-şîyan“, hun dibêjin; „karîn“ wê/wî digot; „têper, cînavk, pronav“ hun dibêjin; „gerguhêz, cînav“, wê/wî digot; „li gor, li gora“ hun dibêjin; „li gorî“, wê/wî digot;“ko, kû“ hun dibêjin „ku“. Wê/wî dinivîsand; jibo, jiberku“ hun dinivîsin, „ji bo, ji ber ku“. Wê/wî rehên lêkeran, demên lêkeran bi awayeke din nîşan dida, hun bi awayeke din! Kîjan rast e?“

De were serwext bike bêje; „keça min, kurê min „ko“ ji wê tiştê ra tê gotin, ku nabire mîna kêr.

Meriv dikare bi sedan mînakên wiha lê zêde bike.

Hela ji bo keseke/î biyanî, di vê rewşê da pir zehmet e hînbûna zimanê kurdî.

Hem hetka wê/wî diçe heta ku çend gotin hîn dibe, hem jî meriv bêzar dibe heta ku çend gotin hîn dikeyê.

Ew xwendekarine dersek-du tên, dinihêrin ku tiştek nakeve serên wan, nema edî tên.

Pirbûna peyvên hemwete, ne standartbûna têgihîn û rastnivîsê arîşeyên mezin derdixin di hînkirina zimanê kurdî da. Min berîya vê nivîsê jî çend car balê kişandibû ser vê arîşeyê.

 

Mala wî ava Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan yek ji akademîsyenên me yên baqil e û divê meriv di meseleya zimên da guhê xwe bidiyê ka çi dibêje, lêkolîneke fireh çekirîye di vê warê da (*)

 

Belê rast e, dewlet, sazî, perwerdeya zimanê kurdî ji destpêk heta zanîngeh, sazîya   zimanê kurdî, vana hemû sîgorta û ewlehîya zimên in, ku ziman bikaribe geş bibe û bi pêşketinên zanistî, teknîkî û ramyarî yên cîhanê ra bikare xwe bi pêş va bibe û biparêze.

 

Lê belê çawa?

Tu vî îşê bihêlî li hêvîya sazî, partî û dezgehên kurdî yên îro, malik li zimanê kurdî ya ku maye jî xirab dibe diçe.

Rewşa parçebûyî, armancên şîlo yên partîyên Kurd, tevlihevîya sîyasî, bixwezî nexwezî bandoreke gelek neyînî li ser ziman jî çêdike.

Neynika sîyasî çibe, ya ziman jî ew e mixabin!

 

Divê ev jî baş bê zanîn, heta artêşa qelemdar a tirk bi artêşa wê ya çekdar ra Kurdistanê dabigire, jê derneyê û Kurd ji dil û can, yan jî ji çi bahaneyê dibe bila bibe herin nava wan artêşan, sîstema perwerdeya bi kurdî dê pêk neyê li Kurdistanê!

Li kêleka „Ataturk ilkokulu“, „dibsitana seretayî ya Ehmedê Xanî“ vebe jî, kes zarên xwe naşînê. Bandor û serdestîyeke kujîner ya zimanê tirkî heye di hiş û mejîyan da. Heta rehên vê bandor û serdestîyê neyê hişkkirin, sîstema perwerdeya bi kurdî çênabe.

 

Wek mînak, rêyek were nîşandan, bengeke wiha were kirin:

“Divê tu kes zarên xwe neşîne sîstema asîmîlasyona tirk, dibistanên wan!“

Di serî da „serok“, „rêber“, „rûspî“ felan û filan wê çend kes guhê xwe bidin vê bangê?

Ji rêya întegrasyonê derkevin, bikevin vê rêya ku li dawîyê hemû azadî hene?

Fermanên mîna „Bi kurdî biaxife! Bi kurdî binivîse! Bi kurdî birame! Di xwepêşandanan da zimanê xwe derxe nîşande.(!) Wê wek pêkenok bimînin li ser afîş û plakatan. Kêr nayên. Teqlîtên dagirkeran in ev fermanên han.

Rûhen divê meriv amade be. Pêdivî û derfetan biafirîne, Rêya pêvajoya perwerdeyê veke.

 

Dewleta tirk jî bi vê yekê baş dizane. Ew dewlet ji bo ku Kurd negihîjin sîstema perwerdeyîya kurdî û di nava vê sîstemê da azadîyên din jî bi dest neyînin, sîstema asîmîlasyonê wek barîqateke jêneger derxistîye pêş û li alîyê din di hin zanîngehên xwe da bi kontrol destûra dersên kurdî daye.

Ev ders dişibin dersên arkeolojîk û turîstîk! Ne şagirt heye, ne dibistan û ne jî daxwaz!

Derçûyên van dersan jî, heke karek peyda bikin, her hal ew dê bibin rêberên turîstîk.

 

Yek ji wan zanîngehên wan, berê bi çend rojan konferanseke bi navê Ehmedê Xanî çêkiribû li Stenbolê.

Bala min kişand. Navê konferansê danîbûn „Konferansa Ehmede Hani“

Li vir tenê veqetandeka „a“ bi kurdî ye. Sirf ji bo kurdî tehrîf bike, nenivîse peyivên din bi tirkî ne! Heke tu vî vegerînî kurdî dibe: “Konferansa kanê ji Ehmedî ra“(?!)

Ne tenê li zimanê kurdî, heqareteke pir mezin e li Ehmedê Xanî jî.

Ev e nêzîkatî û cidîyeta dewleta tirk û zanîngehên wê ji bo zimanê kurdî û mezinên Kurd.

Ev skandal e!

Çend „dr.“ û „prof.“ jî qaşo pisporên Ehmedê Xanî, ji zanîngehên başûrê Kurdistanê tevlê vê konferansê bibûn û ev skandal bala van „prof.“an jî nekişandibû!

Li wanan ku ji qelewbûnê êdî sakoyên XXL jî ji wan ra nabe!

Berlîn, 29. avrêl 2014

Evdila Dirêj

 

(*) http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/Ib.Seydo-terminoloji.pdf