Dibêje Barzanî di dijmintiyê de Tirkiyê jî derbas kiriye
Di hevpeyvînekê de ligel rojanameya tirkî Radîkal, endamê desteya KCK, Zubeyr Aydar rexneyên tund li helwesta serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî girtin û got hesabê wî li rojavayê Kurdistanê şaş derket.
Li ser pirsên di rojevê de diaxife
AVESTA KURD - Rawêjkarê berê yê serokê PKK Abdullah Ocalan, li Berlînê di semînerekê de li ser pirsên di li Kurdistana Sûriyê diaxife.
Zimanê Erebî li Kurdistanê
Li baytexta Kurdistanê hemî welatî berhem û belavokên karê xwe bi zinamê netewî (Kurdî ) dinivîsînin û gelek ji wan ji kurdî pêve nizanin. lê bi sedema şerê li Îraqê gelek Erebên Bexdadê û Mûsilê berê xwe dan Hewlêrê û dest bi kar kirin, van kesan hişt ku zimanê Erebî roj bi roj cihê xwe bigrê wek zimanê rojane li gel Kurdî û hêdî hêdî xwe dide pêş zimanê netewî .
Şerê YPG û Milîsên Mihemed Faris de germtir dibe
Di pevçûnên pêr ên li Hesekê 20 endamên rêjîmê hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn. Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navenda avê, navenda agirkuj, garaja bajêr û rêya herêma Sîna rizgar kirin.
“Serok Apo çi bêje ewê bimeşe”
AVESTA KURD - Fermanddarê giştî yê (Hêzên Parastina Gel-YPG) û yek ji serkirdeyên herî xurt di nava PKK de û endamê desteya birêvebir yê KCK Murat Karayilan (Heval Cemal) got, serokê PKK Abdullah Ocalan çi fermanê bide ewê bimeşînin û ew wan talîmatan weke emir dibînin.
Malbata wî dibêje ew hatiye îşkencekirin
Duh zava bû, dawet bû, şahî bû, xwîşk û birayên wî, dê û bavê wî tilîliyên dilşadiyê didan, îro jî tabûta wî, cenazê wî li devê derîyê wan e. Îro jî bi hestên sincirî, hêstirên çavan û lorandinên şewat xatirê xwe jê dixwazin.
Ji ber ku qehwe dereng anî ew şewitand
Li Siûdê li paytext Riyazê, diya xwediyê kar, ava kelandî bi ser xizmetkareke de rijand û ew wê wê ava kelandî şewitand. Sedem jî, ji ber ku wî qehweya wê dereng anîbû.
Xizmetkarê Fîlîpînî, yê 23, ji aliyê balyozxaneya Fîlîpî ve, piştî 6 seetan ji bo nexweşxaneyê hate rakirin. Ew xizmetkar ev 2 mehin li Siûdiyê kar dike.
PDK: Me êrîşî tu saziyên PKK li başûr nekiriye
Medyaya girêdayî PKKê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi girtin û êrişa li dijî sazî û dezgehên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdsitanê (PÇDK), ku wek şaxê Başûr yê PKKê tê nasîn, yên li Dihok û Zaxo û Hewlêrê tohmetbar dike. Endamê Serokatiya PDKê Elî Ewnî jî ragihand, li gorî ku ew agahdar in ti saziyeke fermî yên PKK û PÇDKê li Başûr nîne û ev îdiayên medyaya PKKê “êrişên organîze” li dijî PDKê ne.
Mesûd Barzanî fermana avakirina hikûmetê da
Piştî ku Parlamentoya Kurdistanê serokwezîr û cîgirê wî diyar kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî da kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê pêk bînin.
Kandîdê Kurd yê PE Kurdo Baksî daxuyaniyek da
Li Ewrupayê nêzî 3 milyon Kurd dijîn lê mixabin yek Kurd jî li Parlamentoya Ewrupayê (PE) da tune ye.