Serrûpel Nivîskar Rûdaw jî şaştiyan dike

Rûdaw jî şaştiyan dike

Belav bike


Pesndayîn xirab e, lê xwe nirxandin tenê bi li berçav girtina aliyên xirab nayê kirin. Wek mînak Rûdawê wiha li bînerê kurd kir ku êdî bi nûçeyên kevn ên ji bo êvarê amadekirî razî nebe û wê yekê fêhm bike ku nûçe wek nanê tenûrê ne ku, sar bû tama wê namîne. Berê li Kurdistanê rûmalkirina zindî ya nûçeyan ji bo boneyên taybet bû, lê Rûdaw ev yek nehişt.
Lewra vêga bîner û guhdarên Rûdawê ku telefon dikin û nameyan ji me re dihinêrin, gazinan dikin ku ji ber çi filan nûçe live pê re nîne û ji ber çi bêvan bûyer, alava guhastina weşana zindî jê r nehatiye hinartin. Ji bo cara yekem di dîroka medyaya kurdî de, li jêr bandora rûmala Rûdawê ya xwepêşandaneke bajarokê Seyd Sadiq, berpirsên îdarî yên wê navçeyê îstîfa kirin.
Berê gava ku li Kurdistanê hilbijartin dihatin kirin, welatî kêmtirîn zanyariyên çirke bi çirke li ser werdigirt û sextekarî hêsantir bû. Rûdaw ev jî nehişt û bîner û guhdarên xwe piştrast kirin ku dê çav û guhê wan be ji bo çavdêriya hilbijartinan. Rûdaw bû xwediyê wê şanaziyê jî ku vêga televizyonên lokal ên Herêma Kurdistanê her ji stîla grafîka hilbijartinan heta digihe rûmala zindî û gengeşe û promoyên televizyonî ji Rûdawê fêr bibin.
Pêkenokek heye dibêje: “Komisyona hilbijartinan encaman ji Rûdawê werdigire.” Hinek medyakaran jî Rûdaw rexne kirin ku `ew mast mûyek tê de ye` û çawa berî kanalên din zanyariyan bi dest dixe. Ev rexne weha ye wek ku du kedkar hebin, yek bizane çawa kedeke baş bike û yê din zexeliyê bike.
Dû re yê zexel tê gazinan ji yê din dike ku ji ber çi weha zengîn bûye. Çiku yek ji nihêniyên serketina Rûdawê di firehiya çavkaniyên wê yên taybet de ye. Lewra heq e medyayên din ên Kurdistanê, wek çawa di teknîk û naverokê de fêrî gelek tiştan ji Rûdawê bûn û vêga wan bi kar tînin, weha jî di dîtina çavkaniyên hûrbîn û gihandina zanyariyên lezgîn de jê fêr bibin.
Şaştiyên Rûdawê jî hene. Yek ji wan ew e ku di nava salekê de nikarîbû hemû aliyan wek hev qayîl bike ku baweriyê bi peyama wê ya niştimanî bînin. Biryar e Rûdaw deng û rengê kurdên her çar parçên Kurdistanê be û bi hemû aliyan re wek hev tev bigere. Lê vêga hinek hêz hene ku ne amade ne hevkariya Rûdawê bikin, lê aliyek heye ku peyamnêrên Rûdawê jî digire û wan ji navçeyên li jêr desthilata xwe derdixe. Ev rast e ziyanê dide wê hêzê, weha jî li Rûdawê nake ku bikeve bereya dijatîkirina wê hêzê, lê dikarîbû ew rewş dirust nebe û zûtir rê li ber wê bê girtin.
Şaştiyeke din a Rûdawê ew e ku hin caran prensîba du caran piştrastkirina rastî û dirustiya nûçeyan dike qurbaniya belavkirina wan berî hemûyan. Wek mînak, di dema borî de raportek li ser saxlemiya birêz Mam Celal belav bû ku dibe ku malbata Talebanî jî dilgiran kiribe, lewra em şerm nakin daxwaza lêborînê ji wan bikin. Rûdaw biryar daye di her werzekî nû de nûjengeriyê tev li medyaya kurdî bike.
Ev biryareke giran e û ne sozeke hêsan e jî ku miov bide bîner û bîserên xwe, lê Rûdaw dê vê yekê bike û dilniya ye jî ku dikare tê de bi ser keve. Lewra di duyem sala temenê xwe de jî bila dîsa “Çavekî we li ser ekrana Rûdawê û guhekî we li ber radyoya Rûdawê be!”    (ji malpera Rûdaw)