Herwiha li gor medya Tirkiyê, hikûmeta Tirkiyê di riya qaçaxçiyan re êdî bi dehan tankêrên petrolê ji rêxitina DAÎŞê dikire û derbasî Tirkiyê dike.
Hat ragihandin ku, Tirkiyê him ji refînerên ku ketine di bin destê DAÎŞê li Îraqê, û him jî zeviyên petrol Elomer ya li Sûriyê bi tangêran derbasî sînorê xwe dike, û beşek ji wan transfer derve dike.
Rayedarên rêxistina îslamî Cebhet Elnusra ku berê ew zeviyên petrolê li Sûriyê di destê wan de û ketin bin destê DAÎŞê dibêjin, berê wan di riya Tirkiyê re bi sed hezaran bermîlên petrolê difrotin, lê niha rêxistina DAÎŞê di heman rêyî de difroşe.
Li gor ku rojnameyên Ewropî û yên Emerîkî dibêjin, pereyên wan bermîlên petrolê ku DAÎŞê difroşe di riya Tirkiyê re dighêje destê rêxistinê.
Wek tê zanîn li ser heman mijarê û mijara têkiliyên hikûmeta Tirkiyê bi DAÎŞê re partiyên opozîsyona Tirkiyê pirsnameyek radestî perlemana Tirkiyê kirin, û têde ji berpirsên hikûmetê xwestin ku, naveroka têkiliyên wê bi DAÎŞê re ji perlemanê re aşkere bike. Ehmed Ekkaş – Rûdaw