Serrûpel Nûçe Kurdistanê dest bi şandina petrola Kerkûkê kir

Kurdistanê dest bi şandina petrola Kerkûkê kir

Belav bike


Li gor malpera Mesele, îro hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê bi rêya boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê kir.

Hêjayê gotinê ye evna yekem car e ku Herêma Kurdistanê petrola Kerkûkê bişîne derve, evna jî piştî wê yekê hat ku artêşa İraqê nikarî kêlgehên petrolê yên Kerkûkê biparêze.

Ji aliyekî din ve jî gelek kêlgehên petrolê ketine destê çekdarên DAİŞ’ê, lê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê Hêzên Pêşmerge wan navçeyan diparêzin ku kêlgehên petrolê lê ne û nahêlin çekdarên DAİŞ’ê nêzîk bibin.

Hefteya borî jî Polîsên Parastina Kêlgehên Petrolê yên Herêma Kurdistanê dest danîn ser du kêlgehên petrolê, ku artêşa İraqê dixwest wan biteqîne û nehêle bi boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve bên girêdan. BAS