Serrûpel 2014 Tîrmeh

Arşîva mehane: Tîrmeh 2014

VÊ carê dor hate ser YEKÎTÎ

Sekreterê giştî yê Partîya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Îbrahm Biro xwest derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, di deriyê Sêmalka re, çemê Xabûr derbas kir û çû aliyê rojavayê Kuridstanê, lê asayîşa PYD rê li ber wî girtin û qedexekirin ku bikeve nava axa Kurdistanê.

“Divê hêzeke kurdî hevbeş hebe”

AVESTA KURD - Endamê polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Fûad Elîko got, rêxistina DAIŞ piştî ku Musil kontrol kir, hewl dide destlata xwe ferehtir bike û niha Kobanî ji xwe kirine hedef.

“Li başûrê Kurdistanê jin di cehenemê de ye“

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat, ji kovara jinan Newaya Jin re axifî û wiha got:

“Cemîl Bayîk yekîtiya Kurdan xerab dike!”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bersiva PKKê û Hevserokê KCKê Cemîl Bayik da û ragihand, ew tiştên ku PKK û Bayik dibêjin, hemû derew in.

Barzanî bersiveke erênî da Karayilan

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê li dijî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, her bihusteke xaka Kurdistanê pîroz e û divê li hember êrişên dujmin were parastin û diyar kir ku helwesta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve eşkere ye û tekîd li ser parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê li wî beşê Kurdistanê kiriye.

Serkirde li Ewropa û başûr bi cî dibin

AVESTA KURD - Jêdereke taybet ji AVESTA re diyar kir ku serokê PKK Abdullah Ocalan û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li hev kirine ku pirsa hebûna gerîlayan li çiyan çareser bikin û dawî li şerê çekdarî yê PKK bînin.

DAIŞ pasporta xwe çêkir

AVESTA KURD - Roja înê, DAIŞ, pasporta xwe li Musilê derxist û wê li ser 11 hezar kes belav bike.

“Kerkûk jî ne Kurdistan e!”

AVESTA KURD - Parlamenterê Kurd yê berê Hatip Dicle ku ji ber doza KCK girtîbû , û berî demekê hate berdan, derkete ser televîzyona nêzîkî PKK IMC û li ser avakirina dewleta kurdî, Kerkûk û Mesûd Barzanî axifî.

KCK ji bo Kobanî banga seferberiyê kir

Hevserokatiya KCK’ê der barê îlankirina seferberiya hikûmeta kantona Kobanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê her çar parçeyê Kurdistanê bersivê bide. Hevserokatiya KCK’ê destnîşan kir ku li dijî geşedanên li Rojava hatine jiyîn divê hêzên Kurdistanê bi hestiyar tevbigerin û wiha hate gotin: “Di serî de ciwanên welatparêz ên Bakurê Kurdistanê, ciwanên berxwedêr ên Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê me vê bangê ji xwe re wek peywir bibîne û di asta herî jor de bibe bersiv.

CIA: Divê Amerîka piştgiriya Kurdan bike

Berpirsê berê yê Ajansa istîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê (CIA) General Michael Hayden ragehand ku Amerîka dikare bi piştgirîkirina Kurdan berjewendiyên xwe biparêze.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com