Çima DAIŞ bû DI? (Ev nivîs hinek dirêj e, xwe dispêrim xweşbînîya we.)
Ji ber du sedeman:
Yekem, careke din bi rêya îslamîyetîzm û ûmmetîzmê bikaranîn yan jî bêdengkirina Kurdan.
Duyem, wergirtina destekeke tam ji welatên “îslam” a cîhanê.
Di nava çeteyên DAISê da gelek terorîstên hîpnozkirî ji welatên din jî hene. Lewma navê dewleta îslam a Şam û Iraqê têr nedikir ji bo wergirtina destekên tam ji welatên “îslam.”
Ji ber van sedeman nav lê danîn dewleta îslam. Hemû alîyan vê navê pejirandin.
Çi navê li xwe dike bila bike, çi maskeyê bide ber rûyê xwe bila bide, ji ber ku rêxistineke taşeron e, piştê ku bi têra xwe zirar da, ew dê ji hev belav be.
Ew dê belav bibe, lê metirsîya çeteyên hîpnozkirî yên mîna DIAŞê wê her hebin heta dewletên kolonyalîst li ser kar bin, li Kurdistanê.
Tenê Kurdistan? Naxêr!
Îslama sîyasî ya bi rûyê “nerm” ji Endonezya heta Fasê evqas were geş kirin, heta pir balkêş e, bi xweşbînî û desteka dewlet û çep û sosyalîstên welatên rojavayî jî pêla xwe bavêje Ewropayê, ne xerîb e ku çeteyên mîna DAIŞê berdewam derneyên, har nebin û gef li mirovahîyê nekin!
Em bînin bîra xwe: Plan û desteka lojîstîk a hêrîşa Elqaîdeyê ya sala 2001 li New York û Washingtonê, li USAyê, li welatên rojavayî hatibûn çêkirin. Hemû hîpnozkirîyên vê çalakîyê, hemwelatîyên dewletên rojavayî bûn, yan jî li wan welatan perwerde bibûn.
Hêrîşkarîya wê di çi pîleyê da hovane dibe bila bibe, çi navê lê dikin bikin, îslama radîkal cenînê malzaroka îslam a sîyasî ye, xurekê ji wir dixwe, li wir digihîje û ji wir dizê. Bi gotineke din îslama sîyasî zemînê îslama tundrew e.
Bi hemû partî, cemaet û rêxistinên xwe va dewleta Tirk bi navê Turk-Îslam sentezî pir bi awayeke sexte serkêşîya vê îslama nerm dike li cîhanê. 15 ji wan 16 dewletên Ereban, ji ber ku bi xêra dewletên rojavayî bûn dewlet, ne dikarin xwe ji psîkolojîya bindestîyê ya dema dewleta osmanî rizgar bikin û ne jî dixwezin vê serkêşîya ola xwe bi destê dewleta Tirk da berdin.
Ne tenê di desthilatîya AKPê da, di demên derbeyên lêşkerî yên faşîst-kemalîst da jî hat geşkirin ev turk-îslam sentezî. Cemeata Gulen yek ji wan e û bi dehan terîqet û cemaatên din, ku hemû mîna tevnên pîrhevokê li Kurdistanê û li welatên mîna wê bihêz in. Pîrhevok tevnên xwe li wêraneyan dihonin.
Ev Turk-îslam piştê ku bû desthilat hem bi golobalîzmê ra xwe entegre kir û hem xwe jê dûr kir. Tam lîstikên tirk-osmanî; hem li mixê da hem li nelê.
Ji cîmentoya înşallah-dolar-maşallah-sermaye hêza îslama nerm bû duqat li cîhanê. Senteza Turk-Îslam vê çîmentoyê li Ewropayê jî du qat xurt kir. Hem hejmara hecî Nûrî û hecî Hûrîyan zêde bû, hem jî hêz, lobî û rêxistina îslama sîyasî li Ewropayê. Kolanên welatên Ewropayê jî îro êdî dişibin kolanên Efgansitan, Suûdî, Misir… “Tirkîye” ûwd.
Îslama radîkal ji vê zikê nerm za.
Heke meriv behsa masûmîyeta ol, bawerî û îdolojîyan bike, belkî çend roj û salên destpêkê ne. Piştê ku hinek hêz bi dest anîn, bûn serwer, gunehkar û zalimên herî xeddar in bi navê “xwedê.”
Engîsîzyon û fetwa qirra mirovahîyê anîn, raman û afirînerîya mirov hişk û ziwa kirin, şaristanîyan kirin mîna çoleke bêbinî.
Raman, zanist û huner pêşî li engizîsyonê birî, vê agirê ji jîyana mirovahîyê bi dûr xist. Gerçî bi vê sayeyê hema bêjin nîvê cîhanê xwe ji xurafeyên xiristîyanîyê rizgar kiribe jî, zengilên Îsa hê jî her yekşem bang li pezên xwe dike.
Sadsal 21 e, fetwa hîna jî bi şûrê ko yê şerîetê alîyeke din ê mirovahîyê dibire. Raman, zanist û huner sehra ye li vî alîyê. Mar û dûpişk diqilqilin di vê sehrayê da. Şer û rev, koçbarî, birçîtî, îllet û nexweşî, hewar û qêrîn hîna jî qedera reş e, li vî alîyê mirovahîyê. Li şûna derman û çareyê telqîn û hîpnoz tê belvkirin her roj li qul û ocaxên vê sehrayê. Sersem û gêj e ev der ji destê xûrafeyan.
Bi giştî rexneya ol û îdolojîyan mijareke kûr û berfireh a din e.
Helbet meseleyeke hesas û zîz e, ev meseleya olê. Lê divê meriv êdî bipirse:
Ma ne bes e?
Angaşta terora rêxistinên îslamî li dijê ola îslamê ye, mezintirîn derew e.
Hê di dema xelîfeyan da, di dema emevî, ebbasî, selçûqî û osmanîyan da li gorî yasayên şerîetê serên jêkirî bi serê riman va nedikirin nediçûn fetih û zeptkirina welatên din? Milletên wan welatan bi zorê nedikirin musûlman? Jinên wan wek carîye nedifirotin? Wek koleyên seksê bi navê carîye di serayên xwe da bi kar nedianîn? Ji xortên xadimkirî bigirin, heta zarokên keç di heramên wan serayan da ji bo hîsterîyên xwe yên manyaq wek aletên seksê nedihatin bikaranîn?
Mal û milkên wan welatan wek xenîmet talan nedikirin, dest nedatanîn serê? Vana ne qanûn û fermanên şerîatê bûn? Dewletên îslamî yên îro li ser van êş û nalîn û birînan nehatîye avakirin?
1400 sal e cinsê jin tineye, benî ye li wan welatan. Bi qêrîn, hewar û nalîn e. Kûjerê xwe ye! Li ser vê trajedîyê bi sedan roman, nivîs û belge hene. Xwedîyê van angaştan çima carek li wan belgeyan nanihêrin berê ku wan derewên qeresa bikin?
Çi eleqeya ol û zanistîyê bi hev ra heye?
Ji aspirînê heta têlefonên bêrikê hemû mensûbên olan ne mûhtacê zanistîyê ne?
Xasma ji îdeologên ola îslamê ra ku dibêjin, me gelek zanist hene, dixwezim tenê mînaka Ibn-ûl Sîna bidim: Ev hekîmê şahane dema çerxa navîn da ku li bajarê Îsfehanê çare û derman ji nexwşiyên mîrovahîyê ra didîtin, li ser bedena mirovan lêkolînan dikir, di medreseya (zanîngeh) xwe da şagirtan perwerde dikir, bi biryara dadgeha şerîetê ferman kuştina wî nehat dayîn? Medresaya wê bi tevê pirtûkxane û lêkolînê wî nehat şewitandin?
Kê çermê Hellacê Mensûr gurand li wî Bexdaya ku heta niha di nava xwînê da ye? Omer Xeyam çima bû serxweş û ayyaşên kolanan? Kê Manî zincîr kir di zîndanê da? Malwa, çima tabloyên xwe şewitand li meydana Şamê?
Bi hezeran mînak û çima?
Berîya wê jî heye lê em bêjin ji Îbn-ûl Sîna vir da çend ocaxên zanistîyê hatin tarûmar kirin? Çendîn mejîyên dahîyane terkê welat bûn?
Heta vê sedsalê jî rev û terk ne berdewam in ji reşetarîyê?
Niha çeteyên bêhiş ên DAIŞ wan yasayên şerîatê bi kar tînin, îslama “nerm û sîyasî” çima dibêje vana ne îslamî ne? Qey post dişimite ji bin wan?
Çimkî hovîtî gihîştîye asteke wisa ku jîyana hemû mirovahîyê ji binî va dihejîne û dipelixîne, ji peravên Pasîfîk heta Etlas.
Dema ku çeteyên Elqaîde mejîyên jinên dîlgirtî yên çarşefkirî yên belangazkirî li stadyûmên Efganistanê bi “laîlaheîleleh” bi keleşkofan ji hev belav dikirin, Li Îranê jin dihatin recimkirin, bedenên mirovan mîna çewalên kartolan bi vîncan va dihatin darvekirin, Hizbillaha pîyonê MITê jî ku îro bi rûyên spîçolkî û simbilên qeytan navê HUDAPARê li xwe kirine, bi heman bismillahê niştimanperwerên Kurd bi satoran hûr dikirin li kolanên Kurdistanê.
Çeteyên artêşa Tirk ên bi navê JITEM jî ser jê dikirin. Ji guh û pozên jêkirî tizbîyan çêdikirin. Mîlîs û qoricîyên dewletê jinên xelkê direvandin, dest diavêtin namûsa wan. Paşê jî digotin “elhemdulîlah em musulman in!”
Çi cûdayî di navbera terora wan û terora DAIŞa îro da heye? Ji xeynê ku DAIŞ bê perwayeke navnetewî ye, hew. Teror, teror e. Ha serek hat jêkirin ha bi hezaran.
Dewleta Tirk ne çete ye li Kurdistanê?
Qetlîama Robosikê di dema kîjan serokwezîrê Tirk da çêbû? Ma ne ew serokwezîr bû digot, jin û zarok bin jî nebexşînin! Û paşê jî diçû xutbeyê, merasimên xwarina fitarê felan! Hîn jî behreyek mezin Kurd jê ra dibêjin “sayîn başbaqanim!” Ma ev ne belengazîyeke sefîl û rezîl e?
Saddam navê “enfalê” ji kuderê wergirt, ku Kurd hîn jî hestîyên mîrî û windayîyên xwe berhev dikin ji çol û beyaran?
Ev çi hafiza ye, ku evqas zû kor dibe?
Terîqet, cemaet, ev çend salên dawîyê jî “hizbûllah”, “cîndûllah”, “yekgurtû” û nizanim çitullah, ev 1400 sal in di bin navê ”ûmetîzmê” da Kurdistanê di nava zemîneke xwînî û nezanîyê da hîştine. Kûr û reşetarî ye ev zemîn.
DAÎŞê ji vê zemînê mifa û cesaret wergirt û hirîşê Kurdistanê kir.
Kî ne xwedî û piştevanên navneteweyî yên van terorîstên hîpnozkirî yên DAIŞê?
Li gor rêzê di serî da dewleta Tirk, dewletên dagirker ên Kurdistanê ne.
Pir hêsan e meriv sedemên şer, pevçûn û parvekirinan bixwe stûyên Îngilistan, Firensa, USA, welatên rojava felan..
Warên ku di nava nezanîyê da bigevize, hê ji xewa tarîtîyê şîyar nebûbe, bîatkarên vê tarîtîyê be, bêdîktator bêferman, bêfetwa nikaribe bijî, helbet ew welatên rojava dê plan û projeyan çêkin li ser wan waran.
Ji bo berjewendî û mayîndeya xwe du şerê cîhanê derxistine ew welatên rojava. Heke pêwist be ew dê şerê sêyemîn jî derxin.
Pirsgirêk ev e; tu dê çawa li welat û berjewendîyên xwe xwedî derkevî di nava vê sîstema emperyal û global da?
Sîstema sosyalîst hîngî sûcê xist stûyê sîstema emperyalîst, ji kerba mir. Qaşo bibû hêvîya hemû belengaz û milletên bindest ên cîhanê!
Pîrê nemire pincar tê, kero nemire bihar tê!
Divê meriv li hember wan sîstemên ku di dawîya wan da “îzm” heye gumanbar be, hay ji xwe hebe, li xwe miqate be! Mekeve nava cezbe û ayînan. Xwe bi destên hîpnozê da bermede! Di hîpnozê da dem apstrak e, dikare çend deqe yan jî bi hezeran salan bajo. Li gorî pêvajoya hîpnozê nexweşîyên rûhî yên bêderman peyda dibin di derûnîya meriv da heta mirinê.
Hemû “îzm” bi xewn û xeyalên pembe tên, pêşî raman û welatan dadigirin, paşî jî dibin goristana kultur û milletan.
Heta gund û çolên mîna Qeter û Kûwêt jî îslamîyetîzmê bi kar tînin û dewlet in.
Tênê Kurd ev 1400 sal in bûne qurbanî û “celladên” îslamîyet û ûmmetîzmê.
Ne tenê qurbanî û kûjer, ji çîroka Selahadînê Eyûbî vir da jî bûn xizmetkar û ebdên herî sadiq ên vê ola Ereban, ku yek mîlîm ji tarîtîya çerxa navîn derneketîye. Heta ji wê çerxê jî xirabtir e, di vê sedsala 21 an da.
Em ji çîroka Selahedînê Eyûbî vir da çîrokan dibêjin.
Rejima Tirk serkêş û destekvanê herî li pêş a vê koalîsyona navneteweyî ya terorîst e.
Hem çavkanîyên rojavayî dibêjin ji sedî 10 rêxistina DAIŞê Tirk in, hem jî stratejîsyen û nivîskarên Tirk û „Tirkîyeyî“ yên mîna C. Çandar dibêjin, „Tirkîye pîriktî kir di zayîna DAÎŞê da.“ Yanê zarok DAIŞ di hemêza wan da mezin bû.
Ev DIAŞ, çawa bi heman desteka „Tirkiyeyê“ hêrîşê başûrê rojavayê Kurdistanê kir, ev eşkere ye, ne pêdivî ye meriv bikeve nava hurgulîyan. Dîsa çavkanî radigihînin, ku di nava vê çeteya navneteweyî da gelek xortên efsûnkirî yên Kurd jî hene, heta yek ji wan bi navê nizanim çi „Elkurdî“, rêber û bombeçekerê wan e.
Berê keseke/î ne Tirk bigota; „Ez Tirk im, bi Tirkbûna xwe serbilind im!“ şansê wê/wî yê jîyanê hebû, heta dikaribû bûbûya serkkomar jî li „Tirkîyeyê.“
Niha kî bêje, „ez Kurd im, Çerkez im, Ermen im, Laz im, lê „Tirkîyeyî“ me, bi „Tirkîyeyîbûna xwe dilşa me!“ xwedîyê wan şansan ne, ku bibe hemû „tişt“. Niha ev projeya „Tirkîyeyî“ aktûel e.
Ev her du proje berdewama pêşavtin û întegrasyonê ne ji bo kolonyalîstan.
Heman proje ji bo „Iraqî“, „Iranî“ û „Sûrîyeyî jî derbasbar e.
Tê zanin, di çarçoveya van projeyê da du Kurd bûn serokkomarê Îraqê.
Kurdekî di hilbijartinên serokkomarîya „Tirkîyeyê“ da bi soz û peymana rûhê „Tirkîyeyî“ bû berendam û nêzîkê sedî 10 deng jî wergirt. Ne dûr e ku sibe yek ji wan „Tirkîyeyîyan“ bikin serokkomar jî, ji bo parastina sînorên kolonyal, bi destên Kurdan.
Ûmmetîzim jî, ji heman armancên kolonyal ra xizmetê dike li Kurdistanê.
Dewletên rojavayî û USA jî ji ber ku piştevanê vê projeya kolonyal in li rojhilata navîn, heta ku bikarin wê vê statûya heyî biparêzin, bi tevê erêkirina çend „otononomî“ yan jî „federasyonên“ pêşeroja wan nedîyar.
Obama bi şertê ku Kurd, Ereb (sûne-şiîa) ûwd. di nav sînorên Îraqê da li hev bikin, fermana hêrîşên bitixûb da yekîneyên ezmanî yên USAyê yên li ser DAIŞê.
Çi gotibû Obama:“Em nikarin tiştekî ji wan re bikin, ku ew bixwe nexwezin ji xwe re bikin. Artêşa me wiha bihêz e, ku eger em hemû karînin xwe bikar bînin, em ê karibin aramiyê bi heyameke demkî bixine ser arîşeyan. Lê ji bo civakekê ku bixawze heta demek dirêj ev aramî bimîne, divê xelik bi xwe biryar bide ku çawa dixwazin bi hev re bijîn.”
Rastîyek jî di van gotinên Obama da veşartî ye ew jî ev e; ku di encamê da xelkên herêmê dê biryarê bidin çawa dixwezin bijîn. Dema meriv van gotinan ji vê alîya va binirxîne, tê wê wateyê ku USA neçar bimînê wê ji parçebûna Îraqê ra bêje okey! „Îraq“ parçe be fiîlen wê dor were „Tirkîye, Iran û Surîyeyê.“
Ev rastî ji mêj va heye lewma jî hukumeta „Tirkîyeyê“ bi panîk û telaş faktora DAIŞê bi kar anî, aqilmendî jê ra kir, dewletên Ereb aktîf destek danê, Îran bi hemû sînsîtîya xwe erê kir van hêrîşên barbarî.
Hemû ji bo armancek: Bila bihûstek erd çênebe ji bo Kurdan, ku bi azadî li serê bijîn û birînên xwe yên bi seden salan bikewînin.
Jixwe piştê vê gotina Obama, serokwezîrê nû hat destnîşankirin li Îraqê û Malîkîyê „rijd“ ji postê xwe vekişîya.
Rojên pêş me dê çawa bin em ê bi hev ra bibînin.
Careke din pêwist e dûbare be: Azadî û serxwebûna Kurdistanê, aramî û aştîya di navbera hemû gel û milletan da bi derxistina dewleta kolonyal a Tirk ji bakûrê Kurdistanê, pêk tê. Serê kanîya fesadî û şer ev dewlet e.
Parçeya bakûr rizgar be ji dewleta Tirk, yên mayîn wê li pey hev rizgar bin û werin nav rewşeke aram û ewle. Ji bo vê berîya hemû tiştê, ne şikestin û bêmoralî, geşbûna vîna neteweyî divê di nav partî û hêzên tevgera azadî yên bakûrê Kurdistanê da. Daku bikarin dawî li mêhtêngerîya Tirk bînin.
Wek min li jorê jî behs kir ûmmetîzm bi sedan salan e pêş li geşbûna vê vînê girtîye. Çend mela û kesayetên ronakbîr ên niştimanperwer ji nava hin medreseyan derketibin jî, dîsa vê ûmmetîzmê mora komunîstîyê li wan daye, ji civakê hatine tecrîtkirin, yan jî bi destên çeteyên dewletê hatine kûştin.
Ev pazdeh sal in bikaranîna A. Öcalan li Îmralîyê ji alîyê her du baskên dewletê va û her salê di bin navekî elewat da qetandina parçeyekî ji vîna neteweyî, helandina beşekî ji hişmendîya neteweyî ku bi berdelên giran hinekî saz bibû, piçek vejîyabû li bakûrê Kurdistanê; xwenebarîyê xist nava têkoşerên azadîyê, gelek kes jê qetîyan, girseyên gel sersem û gêj kir. Dewleta Tirk di vê 15 salê da şerê psîkolojîk a li dijê azadîya Kurdistanê derxist heta lûtkeyê.
Bi xetên stûr divê meriv binê vê rastîyê xêz bike: Binavkirinên „nasnameya Tirkîyeyî“, „demokratîknetewe“du beşên girîng ên şerê psîkolojîk in û ji kolandina tirba Kurdistanê bêhtir ti wateyeke xwe tineye!
Bêguman, dewleta Tirk bi Agrî-Araratan nekarî xeyala Kurdistanê binerd bike. Îcar dixweze bi van projeyên întegrasyonê tirba Kurdistanê bikole. Lê bila baş bizane ew dê bi van projeyan jî bi ser nekeve. Ew ê nikaribe!
Sed carî mixabin ku PKK, rêxistinên pêvekê, dost û alîgirên wê jî wan projeyên întegrasyonê ji xwe ra kirine armanc û bi xeyalên xav ên azadîyê pê bawer in.
Têkilîyên dewleta Tirk bi hukumeta başûrê Kurdistanê ra di bin navê „bazirganî“, „avadanî“ da armanca xwe ya „Tirkîyeyîyê“ li vê parçeyê jî geş dike. Dixweze ku Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bêjin:“Bê dewleta „Tirkîyêyê“ em nikarin bijîn!“ Û Kurd nikaribin yekîtîya xwe ya neteweyî çêbikin.
Dema meriv li têkilî û nêzîkatîyên partî û rêxistinên Kurd ên bi „Tirkîyeyê“ ra (xasma yên desthilat: PKK, PDK û YNK) dinihêrê, meriv dibê qey zimnen li hev hatine, di serbesthîştina, pêşîlêvekirina dewleta „Tirkîyeyê“ di bakûr û başûrê Kurdistanê da, heta li rojavayê başûrê wê jî.
Hêvî dikim ez şaş bim: Meriv dibê qey hessasîyeta xwe winda kirine li hember vî dijminê bavûkalan! Ku hartir ji DAIŞê jî..
Dewleta Tirk, hem bi sixûr û ajanên xwe yên di nav DAIŞê û bi hevkarên xwe yên BAASÎ yên kevin ra rê û rêçikan nîşanê van terorîstan dide û hem jî bi yên xwe yên di nava partîyên Kurd da dixweze Kurdistanê bi tevahî hilîne bin kontrolê.
Tam jî ji bo pêkanîna vê daxwazê ye ku şîrketên Tirk yên bazirganî, cematên wê yên olî, sazîyên wê yên dîplomatîk û sixûrîyê bi salan e bi tevê yên Ereban, Farisan dezînformasîyonê didin, başûrê Kurdistanê etûd dikin, agahdarîyan kom dikin. Mîna: Kurd bi rastî jî çiqas nêzîkê serxwebûnê ne, (Ku mezintirîn tirsa Tirk, Ereb û Farisan ev e) Hêza pêşmerge çi ye? Bergirîya wan li kuderê û di çi astê da lawaz e ûwd.. Bi tevê çek û hemû derfetan, dan çeteyên DAIŞê û ev çete jî bi vê destekê „jixwebawer“ ji bo dagirtinê hêrîşê Kurdistanê kir.
Kengê? Tam jî di dema dawîhatina jîyana bi zorê ya bi dewleta Îraqê ra ku bi destên dewletên rojavayî va wek li „Tirkîye“, Îran û Sûrîyeyê jî li ser Kurdan hatîye ferz kirin.
Di vê dema zîz da ku ji bo çarenivîsa Kurdistanê û gelên wê bûye fetilan û vîrajek, ku hukumeta Kurdistanê bi biryareke di cî da ji bo serxwebûnê amadeyîyên referandûmê da destpêkirin.
Serokê dewleta federal a başûrê Kurdistanê M. Barzanî bi helwisteke rast ji bo desteka dîplomatîk çû serdana çend dewletan. Wisa xûya bû di serî da Frensa hin dewlet piştgirî dan referanduma serxwebûnê.
Heta hinek nûçeyên balon ên dezînformasîyonê li holê diçûn û dihatin, ku qaşo dewleta Tirk jî dê serxwebûna Kurdistanê „erê“ bike. Li çi cîyê ku Tirk xwe wek „dost“ nîşan bidin, bizanin li wir „çapanogluyek“ heye helbet!
Dîsa di wan rojan da navbeyînkarên A.Ocalan çûn Hewlêrê û ji bo pêkanîna „demokratîkneteweya“ bi Tirkan ra daxwaza ji nû va cîvîna KNKê kirin.
Serokdewletê berê yê Îraqê Celal Telebanî ku ew jî yek ji dijberên dewletbûna Kurdan e, bi wê nexweşîya xwe çû Hewlêrê û bi hin rayedarên Kurd ra hêvdîtinan çêkir. Hêvî dikim di van demên dawî yên jîyê xwe da şîret û pêşnîyazên wî ji yên bixêr bûn!
Tabî bi wê qaşo desteka dewleta Tirk ra jî hewayekî mij û dûman ku tam jî gur û çeqel hez jê dikin afirandin. Di vê mij û dûmanê da dewletên Tirk û Ereb bi çeteyên DAIŞê ra hêrîşe Kurdistanê kirin.
Piştê Misûlê, bajarok û gundên Kurdistanê yekûyek ketin destên çeteyên hîpnozkirî. Hewlêr ket bin metirsîya hêrîşan.
Senaryo çi bû? Heke USA bi balafirên şer mûdaxeleyeke tixûbkirî nekira, pêşmerge û gerîllayên Kurd di heman bereya şer da li berxwe nedana? (Tam jî ev dem e, ku amadeyî werin kirin, ev her du hêz bi hemû çek û teknîkên kamilkirî ertêşeke neteweyî ya modern pêk bînin, ji rewşa çekdarîya kes û partîyan xwe rizgar bikin, bibin artêşa welêt.)
Senaryo ew bû: Ketina Kerkûk û Hewlêrê û bi talankirin û komkûjkirina van bajaran ra dawîanîna li herêma başûrê Kurdistanê. Dawîanîna li hewil û xebatên dewleta Kurdistanê, ku ji bo wan metirsîyeke mezin e.
Çawa hebe dewleta Tirk „dostê“ hukumeta başûr e, ev dostê devbixwîn wê di bin navê operasyona rizgarkirinê da heta Kerkûk û Mûsilê biçûna. Bi vê awayê senaryo û xeyalên „mezinkirina mîsaqê-mîllî ya Tirkiyeyê“ wê pêk bihata.
Çend gotinên dawîyê
Ji peywirê destkişandina wan berpirsîyarên ku li hember hêrîşên terorîst biryara vekişînê dabûn têr nake. Piştê ku metirsîya hirêşên çeteyan hinek bi dûr ket, divê ew berpirsîyar di dadghên şefaf da werin darizandin:
Kê wan biryara bi wan dan hildan? Kî li pişt wan bûn? Ev 15 û 20 sal in yekîneyên pêşmerge çima bi çekên modern wek artêşeke nîzamî di bin fermanderîyekî da nehatine sazkirin? Çima hîna jî rayedarên navendên partîyan li ser hêzên zerevanî û parastinê bi bandor in? Bi çi mijûl bûne, bi kê ra mesaî kirine ew rayedar? Vana hemû pirsên girîng ên lêpirsînê ne.
Ne tenê yên Ereb, bi taybet sazî, cemaet, şîrket û rêxistinên sixûrî yên Tirk tûnd werin şopandin. Di serî da sazîyên medyayî û leşkerî, têkilî û pîyonên wan ên di nav hemû sazîyên hukumeta federal da werin deşîfrekirin, binçavkirin û cezakirin. Cemaat, weqif, dibistan, di bin çi navê da dibe bila bibe xebat û çalakîyên hemû rêxistinên Tirk di nav tixûbên başûrê Kurdistanê da bên qedexekirin. Daku ji bakûrê Kurdistanê ra jî bibe ders û mînak.
Berîya hemûyan divê bakûr dagirkerîya tirk bi tevê rûhê wê ya „Tirkîyeyî“ ji nava xwe derîne û biqewitîne dakû ji parçeyên mayîn ra jî bibe hêz û moral û bi vê awayî hev temam bikin.
Na, heke hun ê bibêjin, dewleta Tirk „cîranê“ me ye, „dostê” me yê, welatê me avadanî dike, petrola me bazar dike, bi desteyan dolar tîne ji me ra, bi mîlyaran dolarên me hene di banqeyên wan da, vîllayên me, mal û milkên me heye li Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê. Ji hejmartina desteyên dolaran dest û tilîyên me qerimîne, ranabin li hember “birayên” me yên Tirk!
Wê demê qet gazincan mekin, mebêjin metirsîya hêrişên rêxistinên terorê hene li ser me. Heta ku dewleta Tirk dagirker be li bakûrê Kurdistanê û bindestkirina başûr û başûrê rojavayê wê jî bidozîne, ew dê hertim bibe metirsî ji bo azadîya Kurdistanê û ji bo hemû gel û bawerîyên li navê.
Ji bo kirêkirinê jî taşeron pir in li cîhanê. Taşeronî jî êdî bûye parçeyek ji globalîzmê, globalîzm hem bê taşeron nabe, hem dem tê pê ra şer dike!
Ev wiha ye! Her millet li pey bihêzkirina dewleta xwe ye. Di xizmeta berjewendîyên welatê xwe da ye.
Milletek ne xwedîyê yekîtî û hevkarîyê be, bê dewlet be, ne xwedîyê artêşeke neteweyî be, bêhêz û bêçekên hewayî be, bêperwerde be, wê tim li benda hewarê be!
Rojhilata navîn bihemil e, bi Kurdistanê. Heke destên li pişt zebanîyên dojehê ew nekûjin di hemlê da û pîrîktîyeke saxlem û durist jê ra were kirin, Kurdistan ew ê were dunyayê.
Mesele di rastxwendina hêstirên çavên Şengalê da ye, ne di girîn û qêrîna pê ra.
20 tebax 2014
Evdila Dirêj