Gelo Bedîuzzeman DAÎŞê zalim re çi bigota?
Gelo wateya munafik û kafir çi ye?
Munafiq ew kes e ku bi zimanê xwe ve îman aniye lê bi dilê xwe ve pesend nekiriye. Digel vê yekê munafiq heqîqetên sereta ku di nav îmanê de ye dizane lê di nav hezexa kufrê de nikare derkeve. Herwiha di Qurana Pîrozê de wiha derbas dibe: “Ew (munafiq) di navbera kufr û îmanê de diçin û tên; ne ji wan (kafiran) ne jî ji van (mumînan) tên hesêbê. Xwedê, kê ji rê bixe vêca tu, ji bo wî rastî çareseriyekê nayê.”(Sûreya Nîsa 143, Wergera Qurana Pîroz bi Zimanê Kurdî)
Kafir jî ew kes e ku ji her yekê bingehên îmanê înkar û şerîn dike û derewîn dike û bi zimên ve jî dibêje.
Belê wateya munafiq û kafir ew bûn. Bedîuzzeman di jiyana xwe de wan peyvan li ser kesan an jî li ser giruban zêde bikarneaniye.
Lê Bedîuzzeman di risaleyên xwe de yekî navdar re kafir dibêje û ‘Hedîsa Pêxemberê’ me qal dike. Wiha derbas dibe; “Di rivayetan de heye ku: “Di dawiya zemanê de kesekî ku bi dehşet sibê radibê di eniyê wî de “Hâzâ kafir” hatiye nivîsîn tê dîtin.”(Buharî, 26, Muslîm 101-Şualar Beşinci Şua İkinci Mesele, Weşanxaneya Zehrayê, Wergêr:MKD)
DAÎŞ belayeke ku hatiye li ser ruyê zemînê û li ser îslamê. Rewşenbirên hêja hemraman in ku ew giruba zalim projeyeke ku ji bo îslam lekedar be û ji bo kurd xwedî welêt nebe. Ji ber ku ew girûba çete (DAÎŞ) wekî Hulagû Cengîzê fitneyeke mezin e ku belayê ser îslam gelên mezlûman bûye.
Tiştekî balkêş e ku Ustaz Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî li ser vê mijarê wiha gotiye: “Di bin perdeyê de ew beşên ehlê dalâletê, bi riya siyasetê fitneya Hulagû Cengîzê anîn serê îslamê.”(Şualar, Beşinci Şua,Weşanxaneya Zehrayê Wergêr:MKD)
Dîrokzanekî navdar Îbnul Esîr ji bo zilma Hulagû Cengîzê wiha dibêje: “Xwezî ez ji diya xwe nebûma ku min wê zulm û qetlîaman nedîta.”
Bi rastî li gorî min çeteya hovane DAÎŞ ji Hulagû Cengîzê jî hovtir e û zalimtir e. Ji ber ku Hulagû Cengîz şer dikir û paşê zilma xwe pêk dianî. Jixwe ne misilman bû. Şena xwe pêk dianî û riklam jî nedikir. Lê ew DAÎŞê hov û zalim çi dike? Hem dibêje misilman im û hem jî bi navê Xwedayê me -Allahu Ekber- ve ketliam çêdike û vê zilmê hovane jî wek video ve jî parve dike û riklam dike. Gelo kijanê hov e û kijanê zalim e û kijanê dij îslamê ye û kijanê zirarê îslamê dike?
Ew jî heye Bedîuzzeman dibêje: “kesên ku di dînê de hestyar, di muhakemeya eqliyê de kêm bin dînê re zirarê herî mezin didin.” Herwiha ev koma xwînmij-DAÎŞ- xwe îslam dihesibîne lê bê muhakeme ye, kêm aqil e, ehmaqê herî mezin e û zirarê herî mezin îslamê re dide.
Bi rastî hin rewşenbîr rasterast vê çeteya hov û xwînmij û dij îslamê re dibêjin munafiq an kafir. Lê mirov li gorî distûra îslamê direkt nikare wiha bibêje. Belkû Ustaz jî nebigota. Lê belê ev jî diyar e ku ev çeteya xwînmij ji kafir û munafiqan zêde zirarê dide îslamê û misilmanan re.
Xwendevanên hêja Pêxemberê me hedîsek gotiye rasterast tê ser DAÎŞê. Hedîs wiha ye: “Di dawiya zemanê de xortên bêmêjû derbikeve. Gotina herî xweş ya rûyê zemînê bibêjin. Quran dixwînin, lê îmana wan ji qiriqê berjêrtir naçe. Ji dînê wekî ku tîr ji kevanê derkeve derdikevin. Wan ji ku bibînin bikujin!”(Buharî, Muslîm, Ebû Dawûd, Nesaî, Muhammed bin Suleyman Er-Rudanî, Cem’ul Fevaid c. 10, Çev: Naim Erdoğan, Ocak Yayıncılık, İstanbul 2005, sh. 427). “Taybetiya wan xortan jî, kafirên zalim dihêlin û bi misilman û mirovên belengaz re şer dikin.” “Ew putperestan berdidin li gel mislimanan şer dikin. Heke xwe bigihêm wan, wekî mîna qewma Adê hemî bikujim.” (Buharî, Muhammed bin Suleyman Er-Rudanî, Cem’ul Fevaid c. 10, Çev: Naim Erdoğan, Ocak Yayıncılık, İstanbul 2005, sh. 429). (Kadri HAZAL, http://www.risalehaber.com/kurtler-kimlerle-savasiyor-16355yy.htm, Wergêr:MKD)
Xwedê dizane Bedîuzzeman Seîdê Kurdî vê çeteya zalim DAÎŞê re bigota; ‘koma zulim’, ‘çeteya qetil’, ‘giruba ehmeq’, ‘koma bêmêjû’, ‘koma penceşêr’, ‘xortên bêaqil’, ‘artêşa hov’ û ‘dijminê îslamê’.
Bedîuzzeman berdewam dike; lê belê Cenabê Heq min mecbûr nahêle ku ez bi marên wiha ve mijûl bibim. Şîreta min ya bo birayên min ew e ku hetanî ku hûn mecbûr nemînin bi wan re mijûl nebin. Wek “Cewabûl ehmqî- ssukût- Bersiva yê ehmeq deynekirin e” qebûl bikin û xwe neînin sewiyeya wan û bi wan re neaxivin. Bes bila haya we ji vê çendê jî hebe ku: Wek çawa dema mirov di hemberî ajaleke dirinde de xwe zeîf nîşan bide ev rewş wêrekiya wî ya êrîşê zêde dike, eynen welê dema mirov di hemberî yên xwediyê wijdaneke cinawiran de jî salûsiyê bike û xwe zeîf nîşan bide, wan sewqî êrîşê dike. Hemin welê ye, bila dostên min hişyar bin, daku alîgirên zindîqiyê ji bêganetî û xefleta dostan sûdê wernegrin.
Xala Duduyan:
Bir fermana ayeta kerîme ya [1]
“Neku yê bibe aletê zulmê û alîgirê wê bi tenê, bêguman yên meyleke hindik jî bide wan bi dehşet û bi dijwarî tehdîd dike. Lewra, wek çawa razîbûna bi kufrê kufr e, razîbûna bi zulmê jî zulm e.”
Vaye, yekî ehlê kemalê bi awayekî kamîlane cewherek ji wan gelek cewherên vê ayetê holê şîrove kiriye:
“Di dinyayê de alîkarê yê zalim erbabê rezîltiyê ye.
Yê zewqê ji xizmeta nêçîrvanê bêwijdan distîne kuçîk e.”(Mektûbat-bi kurdî- Mektûba Bist û Heştemîn, Meseleya Çaran, rûpel466-467, Weşanxaneya Zehrayê)
Herwiha DAIŞ wekî ajaleke dirinde ye û divê em jî xwe zeîf nîşan nedin û bertekek tûnd bidin da ku ew jî zilma xwe pêk neyne.
Hedîsek hêja: “Kî alîkariyê li zalimekî bike, Xwedê Teala wî zalimî museletî canê wî dike.“(Deylemî; Îbn Aslakîr, Wergêr:MKD)
Ew hedîs jî şîretek tûnd dide kesên ku meyl û dilpêvebûnê dikin vê koma kuçikê re.
Çar roj berê serokwezirê Norwêcê Erna Solberg di bajarê Osloyê de bi heft hezar kes ve tevlê protesto û nerazîbûna DAÎŞê bû û vê hedîsê şerîfê xwend: “Gava ji we yekî nebaşiyek bibîne wê bi destê xwe ve biguherîne. Heke nikaribe(hêza wî/wê nebe) bi zimanê xwe ve biguherîne. Wê re jî hêza wî/wê têrî neke bi dilê xwe ve buxz bike. Lê ev jî asta îmana herî lawaz e.” (Muslîm; Kitabul-Îman, Wergêr:MKD)
Ew krîstiyan û serokkomarê me jî misilman. Gelo kî bixwenda û li gorî distûra vê hedîsê tevbigeriya baş dibû?
Belê şervanên kurdan ku ji Rojavayê heta Kurdistana Iraqê û Qendîlê li gorî vê hedîsê tevdigerîn û nebaşiyek û xirabiyek mezin DAÎŞê penceşêr re şer dikin da ku hedîsa pêxemberê me bi cîh be.
Kurtasî
Ey gelê misilmanê rasteqîn! Li gorî vê ayeta Hûd 113ê xwe biparêzin. Baldar bin. Dilpêvebûneke herî bîçûk jî nekin ku êgira dojehê we dorpêç neke.
Ey însan! Li bi ya hedîsa pêxemberê me vê xirabiya mezin bi destên xwe ve çareser bikin. Hema nikaribin jî ji dilê xwe buxz bikin û bi riya her alî ve têkoşîn bikin. Ji faceyê heta çapemeniyê armanc û xirabiya wan û qetlîama wan bidin zanîn û da ku her kes bizane ku ew dij îslamê ye û muzireke mezin e ku mezin nebe.
[1] Meyla xwe nedin ser zaliman, wê paşê agir temasî we bike. Sûreta Hûd 113