Ev her du mîqrob di sala 2014 an da derketin, bûn îllet û belayê serê mirovahîyê.
Helbet her du jî hema wisa yekser derneketin holê. Ji hev gelek cûda reh û sedemên xwe, çîrok û dîrokên xwe, awa, derman û çareyên xwe hene.
Ji alîyê encamê va dişibin hev: Her du jî belavger û kujer in. Li kuderê peyda bin zû belav dibin. A yekem bedenen, a duyem beden û rûhen, bi kê bigirin dikujin.
Ji vana rehên ebolayê digihîjin salên 1974 an ku li welatên rojavayê Afrîkayê, ji temasa şempanzeyan, yan jî bi xwarina goştên wan ra derketîye holê.
Encama lêkolîneke din jî dibêje permiçokên ku serên wan dişibin kuçikan (Flughunde) li Afrîqayê vê mîqrobê belav dikin.
Rehên DAIŞê xwe digihînin salên 600an. 1400 sal in zemîn her amade ye li cîhanê ji bo belavbûna vê mîqrobê. Nezanî, xizanî, îdeolojîyên tundrew, îslamîzm, ûmmetîzm û hemû „îzm“ ên din, zemînê belavbûna vê mîqrobê ne.
Ji vê heyyama dûr û dirêj heya îro gelekên mîna DAIŞê derketine bûne belayê serê mirovahîyê eynî mîna mîqrobên nexweşîyan.
Min di nivîsa “DAIŞ çima bû DI“ da hinek behsa wan zemînan kiribû. Li vir careke din dubare nakim.
EBOLA mîna erdhej, lehî û nexweşîyên din karesatek e. DAIŞ û yên mîna wê suc in ku ketine rûh û bedena mirovahîyê, hişk dikin û dikujin.
Niha hemû cîhan bi êş û saxkirina van her du mîqroban ra mijûl e.
Her çiqas carcaran pirsgirêka Ukraynayê derkeve pêş jî, li ber wan her duyan mîna serêş û arsimeke biçûk dixuye ev pirsgirêk.
Dixwezî bi navê ol û xwedê, dixwezî bi navê dewlet û dîktatoran be, şiddeta li ser civak û mirovahîyê faşîzm û barbarî ye.
Jixwe cîhana me jî têr bûye û êdî nema dikare van şîddetan rake.
Rastlêhatin e, çi ye nizanim; kîjan dema ku ev faşîzm û barbarî rûhê mirovahîyê hişk kirine, civakan bi şûr û gulleyan qir kirine, heman demê nexweşî û îlletên mîna kolera, veba, ebola ûwd. jî, ji alîyekî din va bûne belayê serê civakan.
Di zemanê xelîfeyan, dema emewî, ebbasî, selçûqî û osmanîyan da jî wisa bû; li alîyekî di serayan da kêf û safahat û bi her awayî manyaqî, li alîyê din komkujî, talan, belengazî, hêsîrî û nexweşîyên kolera, veba…
Di dema şerên olî yên 30 salane yên xiristîyanîyê da jî, ji alîyekî ortadoks û protestanan civakên Ewropayê qir dikirin, ji alîyê din va kolera û veba..
Di demên her du şerên cîhanê da jî heman tişt.
Ewropayîyan bi rêya aqil, zanist, ronessans û helbet bi dayîna berdelên giran, îro xwe ji wan îllet û mîqroban bi dûr xistine.
Rojhilat, Afrîqa, welatên hêsîr û belengaz hê jî, ji destên wan mîqroban, bêçare, hewar û bi fîxan in.
Ji alîyekî va ebola li Afrîqayê dixe ji alîyê din va destebirayê DAIŞê, Boku Heram e, gûyo herama çi ye lê dixe, jin, zar û keçan direvîne û difiroşe. Elqaîde, Talîban jî heman tiştê li Efqanistan û Pakistanê dikin.
Efsûn û hîpnozên li van welatan têr nake, vêca ciwanên li Ewropayê jî ku di malbat û dibistanan da perwerdeyeke baş nedîtine bûne pirsgirêk, bi lîstikên kuştin û xirabkirinê yên înternetê, ji zaroktîya xwe heta ku mezin bûne mejî çeliqandine, yan bûne eroînman, yan jî ketine torên DAIŞê û yên mîna wê, bêhiş bûne û xwe gîhandine „bihûştê.“
Cemeat û terîqetên ku bi sedan salan e, di bin sîwanga dewletên Tirk, Ereb û Farisan da li Kurdistanê li ser kar in, ji bo bindestkirina milletê Kurd, milletên din; ne kêmtir in ji wan DAIŞ, Boku Heram û Elqaîdeyan…
Tenê ferqek: Di stûyên wan da kiravat, li serên wan kumên spî..
18. cotmeh 2014
E. Dirêj