Serrûpel 2014 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2014

“Kurd naxwazin xwe li Musilê bidin kuştin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ti kurdek naxwaze xwe ji bo Mûsilê bide kuştin. Barzanî her wiha got, dibe ku arîşeyên Iraqê bi sîstemeke konfederal bên çareseririn.

Pêşmerge ji Kobanî derdikevin

Emîndarê wezareta Pêşmergeya Jebar Yawer ragihand ku pêşmergeyên ku çûbûne Kobanî ji bo ku li kêleka şervanên Kurd şerê hêzên DAIŞ bikin, wê vegerin herêma Kurdistanê û li şûna wan wê pêşmergeyên din cih bigirin.

Bi kefalet hate berdan

Îman Gavami, ew jina ku ji ber bi mêran re li maça voleybolê temaşe kiribû, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, bi kefalet serbest hate berdan. Ew bi eslê xwe Îranî ye lê welatiya Îngltere ye. Îman, roja 20 hezîranê bi mêran re, li maça voleybolê ya di navbera Îranê û Îtalya de temaşe kiribû.

Serokwezîrê Tirkiyê çû serdana Pêşmergeyan

Serokwezîrê Tirkiyê li herêma Diyana li başûrê Kurdistanê çû kampa Pêşmergeyan, li wê derê eskerên Tirk pêşmergeyan perwerde dikin.

Berê Fermandarê pêşmergeyên El Partî bû

AVESTA KURD - Fermandarê Hêzên Kurd yên Destêwerdanê Mesûd Hisên, ku demekê gelekî deng dabû, hêza wî Hêza El Partî bû li rojavayê Kurdistanê, li Hesekê ava kir, û gelek ciwanên Kurd yên çekdar li dora wî kom bûn, PYD-YPG ew tengav kir û li dawiyê ew girtin û avêtin zindanê.

Barzanî Serokekî ne Serok e!

Nivîseke rojnamevan Fadil Ozçelik li ser serokatiya Mesûd Barzanî

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Davutoglu kir (VÎDYO)

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Davutoglu kir (VÎDYO)

Kurtenameyek ji serokê Emerîka Obama re

Birêz Barak Obama serokê Wilayetên Emerîkî yên Yekbûyî,

Davutoglu li Hewlêrê raza ne li Bexdayê

AVESTA KURD - Serokwezîrê Tirkyê Ahmet Davutoglu piştî ku li Bexdayê hevdîtin ligel rayedarên wî welatî pêk anî, yekser hate Hewlêrê û şevan xwe li Hewlêrê derbas kir, li Hewlêrê raza, li Bexdayê nema.

Xwekujê Hewlêrê eşkere bû

DAIŞ di daxuyaniyekê de teqîna Hewlêrê ya xwekujî (19.11.2014) xiste stûyê xwe û got, wan mefrezeyek ji Kerkûkê şandine Hewlêrê, wê mefrezê, hevalekî wan bi navê (Ebdurehman el Kurdî) amade kiriye, wî jî xwe li pêşiya parêzgehê teqandiye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com