Min niyet hebû li ser tevgera „Pegîda“ ku dixweze kultur û welatên Ewropayê, ji cahilî, hovîtî û rûxînerîya îslamîstan biparêze, binivîsîya.
Hêrîşa dînên hîpnozkirî ya li ser rojnameya karîkaturî Charlie Hebdo, vê nîyeta min bi paş xist.
Sê serserîyên hîpnozkirî ji bawerîya barbarîzmê, bi cilên reş eynî mîna ramana wan a tarî, di destê wan da çek, li nîvê rojê li paytexta azadî û demokrasîyê Parîsê, li vê bajarê nazik, ji bo ronahîyê vemirînin, ketin nava avahîya rojnameyê.
Edîtor, redaktor û xebatkarên wê 9 kes û li derva jî 2 polêsên parazvan gullebaran û qetil kirin.
Xwîn pekandin ronahîya ramanê!
Azadîya ramanê, „demokrasî“ û xweşbînîyê di gola xwînê da hîştin.
Bi zewqeke mezin li xwîna ku rijandin nihêrîn û dirûşma ola çolê; „allahû ekber“ qêrîyan û di tarîtîyê da winda bûn.
Xwedayê we ne ekber e. Hun biçûk in! Hîç in!
Eynî mîna li Şengal û Kobanîyê. Zeman û zemîn ferq nake ji bo megalo manyaqan.
Xwîn, kuştin, talankirin û paymalkirina namûsê xurekên wan ên jîyanê ne.
Ji bo vê jî pêdivîya wan bi zircahîlî, reşetarîtî, zirdînîtî û hîpnozê heye.
Heman zîhnîyet e; qetilkirina 9 dildarên azadîyê û du sal berê jî qetilkirina 3 jinên Kurd ên azadîxwaz li heman paytextê.
Ya Charlie Hebdo bi destê Ereb îslamîstan û ya 3 jinên Kurd ên li Kurdistan komîteyê bi destê Turk îslamîstan pêk hat.
Ev zîhnîyet, li welatên rojhilat dêran, ayînxaneyên bawerîyan diteqîne, kulturan ji holê radike û li Ewropayê jî, ji „demokrasî û xweşbînî“ya vê derê îstifade dike û bi hezeran mizgeft ava dike.
Û di van mizgeftan da rojê pênc caran xwîn, mal û namûsa „kafiran“ li „mûmînên“ bêhiş ên hîpnozkirî were helal kirin, ne ecêb e, ku qetlîamên bi vî rengê li pey hev neqewimin li bajarên Ewropayê.
Helbet dîsa ne seyr e, ku şidet dijberê xwe neafirîne.
Angaşteya ku dibêje bûyerên bi vî rengê û rêxistinên terorîst û şidetîst ne ayîdê ol û zîhnîyeta îslamê ne, angaşteyeke pûç û beredayî ye. Şîlokirina mijarê ye.
Ne hewce ye li vir mînakan rêz bikim.
Welatên îslam ev 1600 sal in di çi halê da ne, binihêrin!
Ev zîhnîyet sibe keys bikeve destan, wê Ewropayê bixe hîn haleke xirabtir ji welatên rojhilat!
Bêguman ev jî tiştekî ne gengaz e, ne mimkûn e, ku pêk were.
Ne barbarîya çolê li Endulûsê û ne jî barbarîya stepên Asyaya navîn di demên xwe yên herî bi hêz da nekarîn Ewropayê dabigirin û bijîn.
Îcar bi vê rebenî û belengazîya xwe ya efsûnî ya îroyîn qet nikarin!
Charb, redaktorê Charlie Hebdoyê, di nivîsa xwe ya 22 cotmeh 2014 an da ji bo Kobanîyê wiha gotibû: „Ez îro Kurd im. Kurdî diramim, kurdî diaxifim, kurdî distirêm, kurdî digirîm. Kurd ne tenê xwe û welatê xwe, me hemû mirovahîyê li dijê IŞIDê diparêz in.“
Belê rast e! Belkî, Kurd xwe û welatê xwe diparêzin. Lê belê ji wê bêhtir; keç û xort û milletê Kurd îro hesabê fatûreya giran ê Selehedînê Eyûbî, ku dabû ser pişta wan, didin. Berdel bêpîvan giran e, helbet!
Îro 07 çile 2015, ez îro Charb im.
Hatime kuştin li şûna wî.
Berlîn, 07 çile 2015
E. Dirêj