FLAŞ: Yekemîn pêşmerge li Kobanî şehîd ket
Îro yekemîn pêşmergeyê Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.
Nivîskarê Kurd Wezîrê Eşo rakirin nexweşxaneyê
Nivîskarê Kurd Wezîrê Eşo, ku bi xwe ji Kurdên Sovyeta berê ye û niha li Belcîka dimîne, nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.
Keça wî dibêje, rewşa wî ne başe û ew niha di bin çavdêriyeke tund de ye.
Serokwezîr pêşwaziya nûnerê serokê Rusya kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja 20.01.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mîxayêl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusiyyaê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û bazirganan pêkhatibû, kir .
Êdî dikare biçe Tirkiyê û nayê girtin
AVESTA KURD - 8 mîn Dadgeha Bilind ya cezayên giran li Enqerê biryar da ku hinek kesên ku berê cezayên giran li ser wan hebûn, ceza ji ser wan rabû û êdî dikarin bi rihetî biçin Tirkiyê.
Dadgehê navê 21 kesan eşkere kir ku li derveyî Tirkiyê dimînin û bi cezayên giran hatibûn mehkûmkirin.
Di nava wan kesan de ku dadgehê di nava 4 mehan de ew efû kirin û di karin di nava 4 mehan de vegerin Tirkiyê û ceza ji ser wan radibe, serkirdeyên PKK û parlamentoya Kurdistanê li derveyî welat hene, ku ji aliyê PKK ve li Brukselê hatibû avakirin û piştre dîs bi biryara PKK hatibû xerabkirin.
Eger ew di nava 4 mehan de vegerin, ewê neyên girtin û cezakirin.
Şahînê Soreklî piştî 30 salan xatir xwest
Rojnamevan û nivîskarê Kurd Şahînê Bekirê Soreklî, ku 47 salin li Austuralya dimîne, û bêhtirî 30 salin jî di nava karê medyayê de weke rojnamevan kar dikir, ji ber xizmeta salên dûr û dirêj di nava wê xizmetê de û rewşa siyasî ya kurd têre derbas dibin, û şerê ku li Kobanî diqewime û rewşa nefsî, dest ji birêveberiya radyoya SBS beşê kurdî ku li Sydny weşana xwe bi zimanê kurdî dikir, berda.
“Wezîr bê rolin û efserekî asayîşê nehîşt em wezîr bibînin”
Amadekarê bernameya Top Story ya Rûdawê, Hêmin Ebdullah, ku mijara bernameya wî ya vê carê li ser Rojavayê Kurdistanê bû, ji nêzîk ve rewşa wê herêmê şopand.
Pêşmerge: Me Kaşê Miştenûrê kontrol kir
AVESTA KURD - Emîd Mislih Zêbarî, fermandarê pêşmergeyan li Kobanî ragihand ku wan îro Kaşê Miştenûr kontrol kirin û ji destê DAIŞ derxistin.
“Eşqên Qedexe“ yên serokê Frensa dibin fîlm
Serokomarê Fransayê François Hollande par ligel bi nivîskar Valerie Trierweiler dijiya ligel lîstikvan Julie Gayet 'evîneke qedexe' jiya. Niha li ser vê yekê dê fîlmekî bê kişandin.
KCK: Civîn li derveyî îradeya me çêbû!
Daxuyaniya KCK ji bo civîna Şengalê
Di daxuyaniyê de KCK rexneyan li çapemeniya bi PDK ve girêdayî dike û dibêje: “ Civîna li Şengalê derveyî me hatiye pêkanîn, tenê hevalekî/hevalek me tevlî bûye û ew jî ji ber nasnameya xwe ya Êzidî”.
Tiştê hatî serê serokwezîr neyê serê kesekî (VÎDYO)
AVESTA KURD - Serokwezîra Danîmarka Helle Thorning-Schmidt, ji bo ku beşdarî meşa şermezarkirina êrîşa li dijî rojnameya Charlie Hebdo bibe, berê xwe da qesra serokomariyê li Parîsê, bi rêve tiştekî xerîb hate serê wê. Ji xwe re lê binêrin.