Serrûpel 2015 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2015

Bayik: Em ji bo bakurê Kurdistanê Kantonan dixwazin

Kovareke ingilîzî ya navdar di hejmara xwe ya vê heftiyê de dosyayek li ser kurdan û daxwazên wan belav kiriye û li gora ku kovar dibêje, Hevserokê KCKê Cemil Bayik gotiye, PKK ya nû ne weke ya berê ye û ew li şûna serxwebûnê di nava tirkiyê de sîstema kantonan dixwazin.

Hunermend Brader bi temamî vegeriya Kurdistanê

AVESTA KURD - Hunermendê Kurd yê navdar Brader Musikî, ku salên dûr û dirêj bû li Hollanda bû bi temamî vegeriya Kurdistanê û li Hewlêrê bi cih bû. Brader ji Avesta re got, ewê dixwaze êdî li ser axa welat û ji ser axa welat xizmetê bike.

Yekemîn jina Kurd ya pîlot (VÎDYO)

Rêjîn Mihemed Doskî yekemîn jina Kurd ya pîlot e. Wê li Brîtanya û Urdunê xwendina pîlotiya sivîl temam kiriye, bi ser ketiye. Ew ji parêzgeha Duhokê ye.

Hevdîtina Barzanî û Erdogan li Qesra Spî (Vîdyo)

Hevdîtina di navbera serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de, îro roja pênşemê saet 12.30 bi dema Hewlêrê pêk hat.

Qet behsa rola pêşmergan di azadkirina Kobanî de nekir

Endamê Konseya Rêveberê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl amaje bi çavkaniya çekên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kir û gor: “Eger pere hebin bidestxistina çekan li navçeyê hesane.”

Nêçîrvan Barzanî ber bi Tirkiyê ve birêket

AVESTA KURD - Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî Samî Ergoşî got serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wê îro roja çarşemê biçe Tirkiyê û wê ligel serokomarê wî welatî Receb Teyib Erdogan û serokwezîr Ahmet Davutoglu bicive.

“Keça Kurd Ozgecan Aslan şehîd e“

Keça Kurd Özgecan Aslan ya ji Dêrsimê, ku li ser destê şofêrekî dolmişê li Tirkiyê, destpêkê bi kêrê hatibû perçekirin û piştre jî bi benzînê hatibû, şewitandin, zanyarekî olî, yê navdar li Tirkiyê Ahmet Mahmut (Cübbeli Ahmet Hoca), fitweya wê derxist û got ew şehîd e.

PKK Konferansa xwe li dar dixîne

AVESTA KURD - Jêdereke taybet ji AVESTA re ragihand ku wê PKK kongreya xwe ya 12. di meha nîsana îsal de li darxîne.

“Kobanî îsbat kir ku YPG bi tenê nikare…“

Cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Hesen Salin li ser rewşa siyasî li rojavayê Kurdistanê û pêwendiya bi PYD û TEV DEM re diaxife

Barzanî: Emê jî petrolê neşînin Bedxayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere kir ku, eger Bexda bi rêkeftina şandian pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê pêbend nebe, ewê pêdaçûnê li wê rêkeftinê bikin û wê helwesteke din ya wan hebe.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com