Hez ji peyivên artêş, çek, çekdarî, şer û tiştên pê ra têkildar in, nakim.
Dilê min li peyiva neteweyîyê jî ne zêde germ e.
Xwezî ev her du jî qe tinebana li cîhanê.
Lêbelê di cîhana me ya îroyîn da, bê van her du tiştan nabe; ku netew, gel, heta eşîrek jî ji bo berjewendîyên xwe yên herî biçûk, hev dixwin. Ev realîteyek e.
Pênc quriş nirxê “xwezî” û “daxwazê” tineye di nava vê realîteyê da.
Xwesma ji bo me Kurdan di vê sedsala 21 an da ku hîn jî statûyeke fermi di qada navneteweyî da me bi dest nexistîye:
Ji bo me têgihînên netewe, artêş, vîna neteweyî, serxwebûn, evîna welêt, ziman biqasê nan, av û hewayê girîng in. Bê van nabe!
Gelo îro bi çekên modern dagirtî, mîlyonek artêşa Kurdisdtanê ya nîzamî hebaya û bi rûheke neteweyî ji bo rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê di nav ceng û bergirîyê da bûya, dê ew dewletên dagirker biwêrîyana hêrîş bikirina û ji serekî welêt biketanayê, di sere din ra derketana?
Piştgirî û gijkirina hovên DAIŞê li ser Kurdistanê, barbarî û komkujîyên dewleta Tirk ji destpêka sedsala 20 an heta hêrîşa ezmanî ya li ser gundê Zergêleyê, hemû jî pêşîlêgirtina serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ye.
Dema dewlet tinebe ne artêşa neteweyî çêdibe û ne jî dikarî vê artêşê bi F-16, bi çekên giran damezirînî. Heta bi domdarî paraztina sazîyên din jî, zehmet e.
Ne zehf tenê 50 F-16yê “artêşa Kurd” heba, gelo wê zûbizû biwêrîyana li Zergêleyê bidana û jîyanê bişewitandana li Kurdistanê?
Çi pêşmerge, çi gerîlla be, ji mêrxasî, cengawerî û canfedayîya şervanên Kurd ra, ti gotinek nîne. Bi nimûneyên şahane, di her qonaxên dîrokî da xwe çesipandine.
Li alîyê din qelsî û lavazîya herî mezin jî ev e, ku çekdarên Kurd, bê artêşeke nîzamî, bê fermandarîyeke giştî, bi çekên kevin û sivik, her yek di bin fermandarîya partî û serokek da, hem wêrekîya dijmin nikarin bişikînin û hem jî, ji birakûjîyê ra dibin zemînên metirsîyê.
Partîyên ku jîyên wan 30-60 sal in û hê jî nikaribin welatê xwe azad bikin, ji bo artêşeke neteweyî, sazîyên neteweyî nikaribin li hev bikin, tinebin çêtir e!
Di ser da jî bikevin bin bandora dagirkerên Kurdistanê bi ûmetîzm û kemalîzma wan rabin û rûnên, feş û gêj bibin, xwe fesih bikin sûdwertir e!
Divê ev jî neyê jibîrkirin: Ne ji hêrişên ezmanî yên USA û hêzên hevpaymanî ba, çeteyên barbar ên dagirkeran niha ji Hewlêr û Kobanî derbas kiribûn.
Tam jî di vê pêvajoyê da, dewleta Tirk dît ku têkilîyên hêzên Kurdan bi Hêzên hevpeymanî ra ber bi xurtbûnê da diçe, teqleyek avêt û Încîrlîkê ji balafirên hevpeyman ra vekir.
Di bin nave hêrîşa li ser DAIŞê da berê xwe da Qendîlê û wê komkûjîya Zergêleyê çêkir û ev çend hefte ne bi tundî Kurdistanê bombebaran dike.
Armanc ev e: Piştê bêçekkirina PKKê, yanê bi temamî întegrasyona wê ya bi sîstema xwe ra, êdî ne bi destên taşeronên mîna DAÎŞê, îca wê rasterast berê xwe bide destkeftîyên başûrê Kurdistanê û hinek mercên ku ji bo dewleta kurdî derketîye, hewlên ku ji bo vê armancê tê dayîn têk û ji nav bibe.
Îran jî li pey heman armancê ye, bi hevkarên xwe yên “Kurd” û bi mîlîsên xwe yên şîîe ra. Heke pir pêwist be, ew dê bi Tirkan ra jî planên hevbeş çêkin li dijê dewleta kurdî.
Bi têra xwe bizir û rehên vê hevbeşîyê jî hene di dîrokê da.
Hêrîşên barbarane ên li ser Kurdistanê ku ev saleke didomin, bêhemdê xwe be jî pêşmerge û gerîllayê hinek nêzîkê hev kir, digel ku gelek xêrnexwaz xwestin vê destêkê xirav bikin jî.
Hêçku divîyabû di nav plan û projeyeke ku bikarîya derî ji damezirandina artêşa neteweyî ra vekira çêbibûya, ew destek û hevkarîya her du hêzên çekdar. Bêku dîsa ji hev cûda bûna û biketana nava gengeşeya, “min pir şer kir, te hindik!”
Wek min di destpêkê da jî got, li dahola şerî naxim, ne delîlê wî me!
Lê dijminên ku Kurdistan dagirtine ne ew dijmin in, ku bi fêm û îzan, bi aştî û hêsanî ji Kurdistana ku dagirtine vekişin, mafên demokratîk û neteweyî yên Kurdan radestên wan bikin.
Na! Ew bi cûrbecûr parojeyan, “ûmmetîzm, kemalîzm, înternasyonalîzm, netew-dewlet, demokratîk-netew” bi şev û roj dixebitin, ku Kurdan întegreyê sîstema xwe ya benîtîyê bikin.
Ji dîroka wan çesipî ye, rijandina xwîn ne xema wan e.
Ez êdî nikarim PKKyê fêm bikim.
Wê rehên xwe yên, kurdî, hêvîya azadkirina netewaya kurd û nirxên kurdî, ku heta salên 2000î jî hinek pê ra mabû, bi wê projeya “Tirkîyeyî” û rûhê “demikratîk-netewe” hişk û pûç kir.
Niha hemû hewla PKKê ew e, bila dewleta Tirk ew deh xalên bêyom a “mutabaqata Dolmabahçeyê” pêk bîne. Ku ew deh xal pir vekirî întegreya Kurdan e bi sîstema benîtîyê ra.
Tirk jî dibên; “Na, mitebeqat felan tineye! Bila PKK xwe bêçek bike!”
Ti tikîlîyeke dewleta Tirk a bi Kurdan ra ehlaqî û mirovane nine.
Heta hilbijartina dem û cî jî ne tesadûfî ne.
Binihêrin, mezinê wan M. Kemal li Dolmabahçeyê miribû, dixwezin rûhê wî careke din bi vê “mutabaqatê” li wê derê zindî bikin. Navê wî jî danîne “hevkarîya dîrokî ya Tirk û Kurdan”!
Dîreksîyona tevgera sîyasî ya Kurd di destên zarokên ku bi terbîyeya cumhurîyetê mezin bûne da ye. Wê here li kuderê raweste dîyar e.
Ti hevkarîyek, şirîkîyek di navbera Tirk û Kurdan da tineye.
Tenê ev heye: Kurd çiqas ji sîstema dagirkerîyê ra serî danîne, ewqas ji nirx û kesayeta xwe bi dûr ketine û bûne benî û kartên pêlîstoka destan!
Zehmete ji bo min fêm bikim, KDPê ku wek partîyeke “Kurdistanî” tê nasîn. Tirk ne tenê komkujîyê dikin, bombebaranên wan bi salan e çîya nehîştin ku ji cî neleqînin, “Ayetullahên” Îranê roj nine ciwanekî Kurd bi dar va neke, hê rojekî protestoyeke ciddî nedaye wan.
Bi mehan lava, fîzar, dan û standin paşê pêşmerge karî ji sînorên mîsaqê mîllîya Tirkan ku mîna xencerekî çikîyaye di pişta Kurdistanê da derbas bin, biçin Kobanê hewara birayên xwe.
Termên cangorîyên welêt li ber wan sînorên zengarî genî dibe, lava û fîzar bi wê dewleta dagirker da, ku derbasê bakûr bibe!
Ey ”sîyasetmedar” û malbatên wan cangorîyan! Hun çima wan terman li başûr bin ax nakin, yan jî li rojavayê başûr? Ew der ne welatê we ye? Ma ev e, têgihîna we ya ji welêt?
Û ew nûnerên dewletê ji sînoran jî zengarîtir, radibin bi şert û mercên qedexekirî dibêjin “Me “însanîyetî” nîşan da cenazeyên xwe derbas kirin!”
Wey “însanetîya” we bimre!
Wey sosreta giran! Welatê kî li kê qedexe dikin!!
Meriv dibê qey ew her du dewlet ne dagirkerên welatê wê ne.
Qey Kurdistan tenê “başûr” e?
Ew ne cîranê te ne kakacan! Evqas saftî û behlûlî zirar e, ji aqilê mirov ra!
Ew dolarên ku hun diherikînin qirika şîrketin Tirkan, we ji bo artêşa neteweyî xerc bikira, niha we qenebe li başûrê welêt artêşeke modern damezirandibû û pêşmergeyên canfîda ji fermana partîyan rizgar kiribû.
Aqilê me Kurdan e, heta bela li derîyê me nexe, em nakin hewar.
Helbet rûhê Goran, hêmin, Şêrko her zindî ye.
Pêdivîya rexneyê li YNKê nabînim. Dewlet, serxwebûna Kurdistanê ne di hişê wan û ne jî di xeyala wan da maye. Yên wan hê di berîya yên PKKê da hişk bibûn.
Êdî min tehemûl nemaye, ku dunya bêje:
„Kurd dîsa hatin xapandin!“
Berlîn, 08.08.2015
Ewdil Dirêj