Yek ji sitûnên girîng a ku civak û milletan li ser pêyan digire sîstema perwerdeyê ye. Nivş ji hêlîna zarokan heta zanîngehê di vê sîstemê da perwede dibînin û digihîjin, dibin xîm û hêvîyên paşeroja civakê.
Milletê ku ne xwedîyê sîstema perwerdeya neteweyî ya demokratîk be, paşeroja wî milletê nîne. Bêxîm e û wisa jî zênkor û bêewle ye. Tevlihev e.
Cîyê zênkorî, bêewleyî, tevlihevî û nezanîyê nîne di cîhana me ya îroyîn da.
Milletên zênkor û nezan wê ne karibin ji geşedan û pêşketinên mirovahîyê sûde werbigirin û ne jî wê mafê wan ê gotinê hebe di cîhana zanistîyê da.
Di vê Kurdistana parçekirî û di ser da jî partîyên Kurdan ku hîn jî nekarîne vîneke neteweyî derînine holê da, meriv nikare behsa perwerdeyeke neteweyî bike li Kurdistanê.
Heke nivşên me di nava sîstema perwerdeya dagirkeran da roj bi roj bipişêvin û winda bibin û em nikaribin zarên xwe ji jahrpençeyên perwerdeya dagirkeran rizgar bikin, em dê nikaribin behsa sîtemeke demokratîk û neteweyî bikin.
Bakûrê Kurdistanê kavil bûye. Li alîyekî xelk li bajarên Kurdistanê rûberûyê komkujîyê ye, li bajarên „Tirkîyêyê“ mal û canê wî rehîn e di bin hêrîşên refdeyên faşîst û nijadperestên Tirk da, li alîyê din nivşên me di perwerdeya kemalîst û ûmmetîst da dihele û di nava tirs û panîkê da û winda dibe.
Ango zarên me hem li kolanan bedenen, hem di dibistanên wan da rûhen tên kuştin. Bi hemû plan û projeyên xwe yên entegreyê va tişta ku dewleta Tirk daye pêşîya milletê Kurd ev e.
Rizgarkirina nivşan ji perwerdeya kolonyalîst, rizgarkirina paşeroja civakê ye.
Ne wek sembolîk rojek û du roj, bi temamî boykotkirina dibistanên ûmmetîst û kemalîst wê vê birîna mirina rûhî bibire û bavêje. Bi ya min ev ê ji kolandina xendeqan li nav bajaran hêsantir be, heke civak ji bo vê armancê were amadekirin.
Ji bo vê jî berîya hemûyan pêwistî bi amdekirina sîstema perwerdeya neteweyî heye. Avakirina sîstema perwerdeyê ne peywira partî û leşker û sîyasetê ye. Peywira dewletê ye. Dewlet jî divê demokratîk be, ku perwerde jî demokratîk be.
Çi ye perwerdeya demokratîk?
Perwerdeya demokratîk alîkar e ji bo zarok, şagirt, xwendekar daku bi azadî li ser rehên xwe bigihîje û kesayeta xwe geş bike. Neku meriv toximek din, rûheke din bixe nav kesayeta wê/wî ya resen.
Perwerde dema di bin bandora perçiqîner ê dê û bav, mamosta, kesên „bi bandor“ ên civakê, dewlet, partî, serokek da be, li wir meriv nikare behsa perwerdeyeke azad û demokratîk bike.
Li cîyekî ku perwerde ne azad û demokrat be, li wê derê rûhê benîtî, dîktatorî, nezanî, xwenebawerî ûwd. dertê holê û civak di nava bêkesayetîyê da dirize.
Ji vê alîyê va dema em îro li civakên rojhilatî binihêrin em dê vê rizînê bi hêsanî bibînin. Para vê rizînê jî gelek mezin e, di valakirin û reva ji wan welatan.
Ji ber mercên navxweyî û derveyî guherînên girîng çêdibin li Kurdistanê. Milet berdelên giran da ji bo vê guherînê. Bêguman Kurd jî ne yên „berê“ ne.
Ka ev guherîn dê ber bi erozîyon û întegrasyonê, yan ber bi azadî û serxwebûnê biherike tam ne dîyare? Metirsî mezin e!
Çê û xirab, di vê rewşê da serhildanên li bakûr, federasyona li başûr, kantonên li rojava û tevgera li rojhilatê welêt, hê ne di wateya Kurdistaneke azad da ne, ku perwerde jî li ser bingeheke azad û demokrat bilind be.
Lê bê dudilî em dikarin pêngavên vê perwerdeyê bavêjin.
Partîyên sîyasî heta niha di warê aborî, artêş, parlamento ûwd. lihevhatinek pêk neanîn. Qenebe bila di warê perwerdeyê da li hevhatineke, consesûseke demokratîk û neteweyî pêk bînin. Belkî ji vê derê bihevrayîyek, yekîtîyek derê.
Nivş, zarok ên me hemûyan ne. Ew ne endamên partî û rêxistinan in. Ew endamên civakê ne, ên millet in.
Di dibistanên destpêkê yên kantonên rojavayê Kurdistanê da dersên îdolojîk ên li ser serokê PKK Abdullah Ocalan, felsefeya wî didin xwendin. Ev şaşîtîyeke mezin e. Pêşî li geşedana zarokan digire. Dersên nîşandana “serok” wek “roj”, “xewna serok” felan ti têkilîyeke wî bi zanistîya pedegojîyê ra tineye. Mixabin tekane “xewna serok” jî, întegreya hemû Kurdan e bi “Tirkîyeyê” ra.
Bihêlin bila zarok xewna xwe vebêjin, ne xewna keseke din!
We navê kantonan li xwe kirîye. Qenebe di ware perwerdeyê da hinek berê xwe bidin Siwîsê. Ka ew çi fêrî zarên xwe dikin di dibistanan da? Demokratîktî bi gotinan nabe, cewher ji ra pêwist e.
Netewaya ku nivş û zarokên xwe di sîstemek demokratîk da perwerde neke, ne xwe û ne jî civaka xwe nikare demokrat bike. Kurd hîna jî di statûya bindestîyê da ne. Demokratkirina „cumhurîyeta nijadperest a Tirk, yan jî dewlet û milletên hov ên rojhilata navîn ne peywir û barê pişta Kurdan e. Me têra xwe bar giran e!
Naveroka perwerdeyeke zanistî bi çeng gotinan wiha ye:
Li hêlînê rabûn, runiştin, perwerdeya xwarin û vexwarinê, paqijî, peyivîn, heza xweza, hawildor ûwd. tên kirin. Ji pola yekem heta 5-6 dersên xwendin, nivîsandin, hesap, çand û huner û bi yên din ra nasandina cîhan, erdnîgarîya welêt, heza wî tên xwendin.
Di polên navîn û lîseyê da dersên dîrok, matematîk, bîyolojî, kîmya, felsefeya cîhanî, wêje, sîyaset (ên neteweyî û cîhanî) tên hînkirin. Kesên ku di van mijaran da xwedî rol bûne, di ware sîyasetê da civak û welatê xwe rizgar kirine, ne wek mûcîze yan jî pût, tenê wek roldarek tên nasandin.
Li zanîngehan jî kûranîya wan zanistan.
Piştê perwerdeyeke 15-20 salan hingî şagirt û xwendekar li gorî qabîlîyet û behreya xwe digihîje û bi awayeke azad rêya xwe ya jîyanê hildibijêre.
Ev sîstem êdî standart bûye li cîhanê.
Miletên ku vê sîstemê bi kar tînin, serkeftî ne.
Mijar kûr e. Pêda naçim.
Ji bo ku em dersek jê hilînin li dawîyê van mînakan bidim: Perwerdeya kemalîst, pûtkirina M. Kemal, îdolojîya ûmmetîzm, stalînizma Rûsya, dirûşmên mîna “Bi can bi xwîn em bi te ra ne ey Saddam, ey Hafiz!” Pirtûkên di destên zarokan da tije bi wêneyên wan pûtan, wan welatan anî çi halê li hole ne.
Bi qasê ku dibînim, tesîra perwerdeya erebî, terîqet û ûmmetîzm, nemaze dibistanên turk-îslamîstê Fetullah Gulen bi têra xwe diçesipîne, ku sîyaseteke neteweyî ya perwerdeyê dûr e ji başûrê welêt jî..
Ji bo perwerdeyê pedagog pêwîst e, ne sîyasetmedar.
“Sîyasyetmedarno”, we tilîya xwe xist her qulî.
Qenebe vî karê ji pisporên wê ra bihêlin!
Berlîn, 21.09.2015
E. Dirêj