Serrûpel Nivîskar Ako Mihemed: “Rûdaw jî bi we re ye”

Ako Mihemed: “Rûdaw jî bi we re ye”

Belav bike

Ev helwest bi ti awayî nayê jibîrkirin. Çiqasî êriş kirêt bû, ewqasî jî ev piştevanî û kampanyaya “Em bi te re ne Rûdawê” di medyaya civakî de cihê şanazî û serbilindiyê bûn. Spasîkirina vê piştevaniyê biçûktirîn bersiv e û pabendiya me bi şêweya profesyonel yê karkirina Tora Medyayî ya Rûdawê jî dibe mezintirîn wefadarî li hember vê piştgiriya ku ji aliyê hevkarên me li dezgehên medyayê û gelê hêja yê Kurdistanê bo Rûdawê hat nîşandan.

Lê ya ku divê mirov jê bêdeng nemîne, helwesta dezgehên ewlekariyê yên Silêmaniyê ye ku heta vêga yek kes ji fitnegêrên ku êrişî ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê kirin, negirtine! Ev biçûktirîn erk e ku dezgehên ewlekariyê cîbicî bikin bo qerebûkirina wê xemsariya ku li hember parastina ofîsa Rûdawê kirin. Çimkî Rûdawê du rojan berê dezgeheke ewlekariyê li Silêmaniyê di vê derbarê de agehdar kiribû. Ji vê xirabtir jî, nîşandana teqeyên hewayî yên du pasevanên Rûdawê ye ji hêla hin kesan, herwiha bangkirina her du pasevanan bo lêpirsînê ji hêla asayişê. Bi rastî ev bi hemû pîvanan karekî çewt û nedirist e.

Ji ber ku li gor yasaya ku şîrketa wan moleta kar pê wergirtiye, erk û karê wan pasevanan parastina wan cihan e ku erkê parastina wan li gor girêbestekê dikeve stûyê wan. Çekdarên Tora Medyayî ya Rûdawê nînin. Lê şîrketeke yasayî ku karê wê li Kurdistanê parastin e, ofîsên Rûdawê diparêze. Erkê wan e Rûdawê ji her êrişekê biparêzin.

Kesên ku bi gule, kevir û tekerên şewitî êrişî Rûdawê kirin, bi hemû pîvanan êrişkar in. Karê wan bi armanca kuştin û tirsandinê bû. Anku li gor danasîna terorê, ev kar dikeve çarçoveya terorê, rûbirûbûna wan jî bi her awayî lazim bû. Lê em li vê jî boriyan ji bo aramiya Silêmanî û Kurdistanê û pasevanên me tenê hinek teqeyên hewayî kirin.

Rûdaw ne cihê bersivdana ti daxwazeke wan fitnegêran bû “eger doza her kesekî jî li ser Rûdawê hebe, wa dadgeh hene!” Lewra em daxwazê ji dezgehên ewlekariyê dikin ku erkê xwe li hember dezgeheke medyayî ya moletdar cîbicî bikin û fitnegêrên ku êrişî Rûdawê kirin bigrin û bidin dadgehan. Herwiha em daxwazê ji wan partiyan dikin ku baweriya wan bi sivîlbûn û serweriya yasayê heye endam û alîgirên xwe yên ku beşdarî êrişa ser ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Sillêmaniyê bûn teslîmî dezgehên ewlekariyê bikin. Emê jî dest bi destnîşankirina êrişkaran bikin û wan bidin dadgehkirin. 

Ji bilî ku Tora Medyayî ya Rûdawê asta medyaya kurdî bilind kir, di eynî demê de jî bû yekem dezgeha medyayî ya kurdî ku cihekî xwe di nav medyaya cîhanê de girt. Roja ku li Silêmaniyê êrişî ofîsa Rûdawê dihat kirin, li Parîsê di kongreya giştî ya rêveberên 52 televizyonên endamên Enexê de, rêza rola medyayî ya Rûdawê dihat girtin. Rêveberê Cîbicîkar yê Enexê Adrian Wells digot: Em şanaziyê bi karê Rûdawê li Rojhilata Navîn dikin. Herwiha got, Rûdawê karekî pir mezin ji welatê xwe re kir, çimkî niha bi saya wan hemû raportên televizyonî yên Rûdawê ku di televizyonên endamên Enexê de belav dibin, Rûdaw karekî pir giring ji welatê xwe re dike.

Tiştê ku Rûdawê ji Kurdistanê re kir, wek dayîna zanyariyan derbarê Kurdistanê, dayîna zanyariyên hûrbîn û bilez bo gelê Kurdistanê, gengeşeyên tekûz di navbera bîr û baweriyan de û çêkirina brandeke cîhanî bo medyaya kurdî, hêjayî rêzgirtinê ye. Beşekî giring yê vê rêzgirtinê jî divê ji wan hevkarên me yên ji Silêmaniyê re be ku li ofîsa Silêmaniyê û ofîsên din yên Rûdawê beşdar bûn û beşdar in di pêşxistina karê Rûdawê de.

Mixabin ku bi awayekî neberpirsyar di vê dema hestyar de nakokiyên siyasî yên partiyan tevlî daxwazên aborî û xizmetguzarî yên xelkê hatin kirin. Vê yekê jî Kurdistan ber bi rewşekê hajot ku ti partiyek nikare lê xwedî jî derkeve. Lewma rastkirina vê rewşê di stûyê partiyên Kurdistanê de ye, nexasim partiyên ku rê li ber vê şîdetê xweş kirin ku xuya ye eger bi vî rengî berdewam bike dê jiyan û siberoja Kurdistanê jî bişewitîne.

Medya roleke giring dilîze di pêşîgirtina şîdetê de. Lewma beriya hertiştî divê aramî û hêminî pêşî bi rêya medyayê bên çêkirin. Yên ku hinek dezgehên sîber dirust kiribûn daku bi şev û roj êrişî hevdu bikin, fitneyeke mezin peyda kirin û hemû xelk hêvîdar e ku ev fitnegêrî û sorkirin ji wiha zêdetir nebe û nekeve ser erdê û her di wan malper û sîteyan de bimîne. Beriya hertiştî jî divê bîr li destpêşxeriyên siyasî yên partiyan û rêyên yasayî bê kirin bo dawîanîna li vê fitnegêriyê.