Bê goman li ser vê axavtina Demirtaş şerove hatin kirin. Gotin gelekî vekirîye. Bê dewletbûna kurda dibe sedemê hemû pirsgirêka û herweha ew yek sedemê bingehînê ku insanên me tên qetilkirin, dikevin zindana û aloziyên civakî li welatê me peyda dibin û welatê kurda wêran dibe.
Kurd bê dewletin û heta dewleta wan jî çênebe kurd tu cara azad najîn. Bawerim di nava refên HDPê de bi hezaran insan vê yekê diparêzin. Baweriya wan pêwistiya dewletek kurdî heye. Kemasî ew ciwanên derdikevin sere çiyan ji bo dewletbûna kurda xwînê dirêjin. Lê mixabin bi tu awayî nikarin vê yekê eşkere bikin.
Ji ber ku dema dibêjin, yan jî di vî warê de daxuyaniyekî didin, ji aliyê Kemalistên di nava PKKê de, di cih de bala wan tê kişandin.
Piştî vê gotara Demirtaş di cih de ji rêveberê PKKê Duran Kalkan daxûyaniye da û got : Bila kesek axavtina birêz Demirtaş wek daxwaiya dewletek netewî şirove neke. Demokratize kirina Tirkiye bê dewletiye.
Herweha Kalkan li vê nasekine daxuyaniyek din de dibêje: Daxuyaniya Demirtaş peyamek e ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ne hewceye ku ji dewletekî zêdetir dewletên netewî bêne avakirin. Demokratize kirin bes e.
Gotina Kalkan gelek zelale.Hevce nake ku tu nirxandinek li ser bê kirin.
Lê dixweyê Demirtaş nikare hestên xwe bîne ziman û Kalkan tercûmaniya wî dike. Tişte ku Demirtaş dêbêje bi tu awayî nayê wateya ku ya Kalkan dibêje. Lê li vê derê divê Demirtaş bi xwe bêje ka gelo armanca wî bi vê gotine çîye.
Lê Eger gotara ku Demirtaş gotî ew bi xwe binê maneyek din, dê ew bi xwe jî derewa li xwe bike.
Eger mirov di nava xwe de nikaribe demokrasiyekî peyda bike, eger mirov ji bo ditinên cuda , ji bo hevalên xwe ne xwedî toleransbe dê çewe bi çi etikî mirov dikare behsa demokrasiyê bike.
Di roja me de ji bo Kurdbûn û Kurdistanbûnê pîvanek peyda bûye: Tu li dijê nirxê Kurdistanîbî, Tu ala Kurdistanê qebûl nekî, tu dewletbûna Kurdistanê qebûl nekî tu ji bo demokrasiya welatek din xebatê bikî, tu inkara xwe û kesayet û nasnama xwe bikî… Tu çiyî?
30.11.2015
Dara Bilek
(ji Rojevakurd)