Serrûpel Nivîskar Bi kerê nikarim, ma bi kurtanê jî nikarim?

Bi kerê nikarim, ma bi kurtanê jî nikarim?

Belav bike

Niha rabim bêjim Kurdino wan navên erebî û tirkî ji ser xwe bavêjin, navên kurdî li xwe bikin! Dizanim wê kes guh nede min.

Ewên ku bi bayê dînê îslamê zêdetirê hezar sal in dîn û gêj bûne, di ser da ew ê ji min ra bêjin; „Ma tu dîn û kafir î, van şîretan li me dikî? Em ê çima wan navên „pîroz û mubarek“ ji ser xwe bavêjin?“

Ebdellah, Ebdelcebbar, Ebdelxefar, Muhemed, Mustefa, Amîna, Fatîma, Alî,   Hesen, Ebubekir, Muslim, Muslîme, Helîm, Helîme, Buşra, Kubra û bi hezaran wekî din…

Jixwe ew navên tirkî; Selçuk, Yavuz, Fatih, Alpaslan, Turan, Cengiz, Tîmur û bi hezaran ên din ku heryek navê qatîlek e, kesayet û nasnameya mirovên kurd rûxandîye û paşê jî xistîye nava pêvajoya jiholêrakirinê. Hela ew paşnavên wan, „Turk, Turkoglu, Aslanturk, Alpaslan, Asena, Kahramanoglu û bi hezeran ên din ku şovenî û faşîzm jê difûre..

Dîn û dewletên şerût û faşîst xwe bigihînên kuderê ew derê rût û wêran dikin. Ne nav dihêlin, ne ziman û nasname, ne dîrok dihêlin, ne kultur, hemûyan zuwa dikin, dişibînin xwe. Heta li giravên Endonezyayê jî, ew navên ku xwezayê dîyarî kiribû hemû ji holê rabûn, bûn Ebdelrehman, Ebdelxefûr, Nusreddîn, Nûreddin,   Fatîma, Hatice ûwd..

Rewşa me Kurdan hîn kambaxtir e. Bênavkirina bi navên biyanî, bêzimankirina bi zimanên biyanî û dagirker, ne hiş hîştîye, ne nasname û ne jî mejî!

Milletê Kurd ji bo azadî û bergirîyê her ber xwe daye, berdelên giran daye. Dîrok bi van nimûneyan tije ye. Lê ji ber wê bêhişî û bênasnameyîya neteweyî, vî milletî dîsa bi awayekî çerixandine û dane peyê wan dîn û dewletên dagirker ên şerût.

Millet bi silogan, bi şiklen û gotinên pûç, biratî û cîrantîya sexte rizgar nabin. Milet bi hişmedîya neteweyî, bi şîyarbûna ji xewa efsûnkirî û bi zanistîyê rizgar dibin.

Ji bo vê jî berîya hemû tiştî divê em wan navên dagirkeran ku em pê efsûn kirine, ji ser xwe bavêjin, qebûl nekin! Bi hîç awayekî zimanê wan bikar neyînin, hingî em dê bikarin astengan rakin û rê li ber hişmendîya neteweyî vekin.

Ev jî gelek zehmet e. Rewşeke pir seyr derketîye holê.

Nav û zimanên biyanî bi sedan salan e, di hiş û genetîka piranîya Kurdan da hatine kodkirin. Tu jê ra bêjî navên kurdî li xwe bike, bi zimanê dagirkeran nepeyive, ew ê di nav nexweşîyên psîkolojîk da şok derbas bike!

Ev nivşê me yê welatperwer jî gelek seyr e. Kêm ji wan navên biyanî ji ser xwe rakirine. Piranî navên wan erebî û tirkî ye, lêbelê navên Kurdî li zarên xwe kirine. Baş e zarên we rojek ji we bipirse, „bavo, dayê navê min çima Kurdî, yên we çima tirkî û erebî ne?“ Hun dê çi bersîvê bidin wan?

Gelek heval û hogir dinasim bi navên kurdî, sûper polîtîkayê dikin, lê dîsa piranîya van jî li ser nasnameyên wan bi awayeke fermî navên tirkî û erebî ne.

Jixwe ew serok û qiraseyên partîyan, li şûna navên kurdî bi îsrar wan navên xwe yên tirkî û erebî „mezin“ dikin, heta şanaz in bi wan navên xwe. Ev durûtî ye.

Ne tenê li „Tirkîye“ û Kurdistanê, rewş di nava Kurdên  Ewropayê da jî her bi vê awayî balkêş e.

Di nava vê rewşa me ya seyr û sosret da niha ez rabim kampanyayeke guhertina navên erebî û tirkî bi kurdî vekim, (ji bilî çend maceraperestên mîna min) dizanim dê ti kes tevlê nebe!  

Ez bi kerê nikarim, ma bi kurtanê jî nikarim?

Min ew navên xwe yên erebî û tirkî „Abdullah Uzun“ kuştin û avêtin çopê.

Piştê hewildaneke sift a du salan li daîreya nifûsê ya almanî, min navên xwe yên nû: Ewdil Ararat wergirtin. 60 salî me. Mirin ne xem e! Tawilê gihîştim navê xwe.

Ewdil, her ew dil e. Ararat nîvê din ê Agirîyê ye. Agirî-Araratê ku lûtkeya wî ji jîyanweran ra bibû sitargeh di dema tofanê da.. Çîyayê rawestgeha dawî ya hêvîyên min.       

Ji bo xatirê xalanên xwe yên ku ji alîyê turk-îslamîstan va hatibûn qetilkirin, min Araratî hilbijart.

Niha azad im ji wan navên ku mîna kapekî genî bîhn li min çikandibûn.

Bi navên xwe yên nû, pêşwazî li sala nû dikim. Aqûbet li sere we be!       

Bi hêvîya ku berxwedana gel a li pişt barîqatan li hember tang û topên barbar, careke din nebe qurbana hevkarîyên “olî û demokratîk” bi dagirkerên tirk ra.. Ev berxwedan zûtirîn dem bikeve rêya azadî û serxwebûnê..          

Sala we ya nû pîroz be!                

Berlîn, 15.12.2015

Ewdil Ararat