Serrûpel Nivîskar Derhal Artêşa Neteweyî

Derhal Artêşa Neteweyî

Belav bike


Duyemîn car e li ser vê mijarê dinivîsim.

Min di nivîsa berê da jî gotibû, ez hez ji peyiv û mijarên artêş, çekdarî û şerî nakim. Aciz im ji van tiştan.

Lê pêvajoya zîz a ku milletê me têra derbas dibe, min mecbûr dike, daku careke din li ser vê mijarê rawestim.

Şer hebe yan tinebe, di vê cîhana bi atom û çekan dagirtî da, gelek, netewayek ku ji xwe ra bêje, min welatek heye, ez millet im, divê artêşeke wî ya neteweyî hebe. Mixabin ev rastîyek e. Kultura mirovahîya cîhanê, hê negihîştîye wê astê, ku bikare bêçek, bêatom, bêartêş bijî.

Hela ji bo Kurd û Kurdistanê ku çar alîyên wê bi dijminên dagirker pêçayî ye, parçekirî û ji hev belav û wela ye, bajarên wê bi barbarî tên şewitandin, gelên wê bi hovane tên qetlkirin, damezirandina artêşeke neteweyî deh qat pêdivî ye.

Bêku sibe dereng be, damezirandina vê sazîya neteweyî derhal xwe pêwist dike.

Em bi vegotinên travmatîk, analîzên tîrajîk-komîk nikarin xwe bi cîhanê bidin qebulkirin.

Me pêdivî bi hişmendîyeke neteweyî heye, daku hemû partî rêxistin û sazîyên herî biçûk jî bikarin û bizanîn bi hev ra kar bikin.

Me pêdivî bi kultura bi hev ra karkirinê heye.

Berîya ku şert û merc me mecbûr bike, divê em tedbîrên xwe bistînin.

„Me texmîn nedikir, me bawer nedikir“, peyivên beredayî ne û gotinê nezanan e.

Têkoşîna milletê Kurd, daxwaz û hêvîyên wê mezin bûne. Kiras û îdolojîyên partîyên kurdî teng tên ji vê mezinbûnê ra. Êdî jê ra nabin.

Jixwe tam jî ji ber vê sedemê ye, ku Ew partî nikarin yekîtîya milletê Kurd çêkin û Kurdistanê bikin xwedî dewlet.

Carinan behsa van tiştan bikin jî nikarin. Çimkî serî bi „serok“ û bawerîyên xwe yên teng çeliqandine, ew partî û sîyasetmedarên wan…

Xencera zengarî ya ummetîzmê ku ev hezar û pêncsed sal in di pişta me da çikîyaye, kêra jahrî ya enternasyonalîzmê, ku ev 50 û 60 sal in li bakûr li dilê me xistîye û PKK jî van salên dawîyê vê kêrê her badide tê da!

Vana mîna ku têr nekiribin, ramanên teng ên partîyên Kurdî jî lê zêde bûne û Kurdan ji Kurdistanê sar dike. Ne tenê hêrîşên dijmin, ev sarbûn jî sedemê koçbarî û revê ye ji welêt. Ev tofana reva sedsalê..

Artêşa neteweyî dikare bergirîya welatekî bike, gelên sivîl biparêze li hember hêrîşên barbarîyê, neku çekdarên partî, yan jî rêxistinên demkî!

Ji merhaleyekî şun da divê êdî ew hêzên çekdar ên di bin kontrola partîyan da bibin artêşa neteweyî.

Li her çar parçeyên Kurdistanê, ew zarokên çekdar ne xulamên wan partîyan ne, ne fedayîyên wan serokan ne. Ew zarokên milletê Kurd in. Mafê kesî tine wan zarokan ji bo armancên xwe yên teng û ji bo berjewendîyên  „dost“ û „hevkarên“ xwe yên der û dorê bi kar bîne.

Mîna artêş, referandûma serxwebûna Kurdistanê û hema li pey wê îlana serxwebûnê; bêku dem û xwîn winda be, were kirin, ku hêvî û em mezin bin!

Li hêvîya van partîyên heyî be, ev îş zehmet e.

Qenebe bila vê kar û barê girîng, çekdarên kurd hilgirin ser milên xwe.

Li her çar parçeyan werin ba hev, vê artêşê, vê yekîtîyê îlan bikin.

Şert jî mecbûr dike, dîrok jî…

Qey ew fermandar û generalên çekdarên Kurd, ji yên dagirkeran kêmtir in?

Ma her yek ji wan, deh generalên dagirker nake?

Kurdistan dişewite, bajar li pey hev kavil dibin, li bakûr PKK diçe bi çend fisquleyên çepên tirkî ra hevkarîyê çêdike, „artêşan“ dadimezirîne!

Dev ji doza Kurdistanê berdaye, bi wan sitêrk û sembolên „enternasyonalîst“ ku êdî bûne muzexane, ketîye pey rizgarkirina „Tirkîye“ û Cîhanê!

Aş cûye, li pey çeqçeqê ketîye! Mal dişewite, ewiqîye lê temaşe dike!

Balafirên artêşa faşîst ên Tirk  çîya neman li Kurdistanê, ku ji binî va nehejînin. Gurîna wan in li ser Qendîl, Zaxo, Bamernê difirin, heta niha ne çit û çi protestoyekê ji devê hukumeta herêma başûrê Kurdistanê derneketîye.

Kanê welat, xakî Kurdistan û hukumranîya wî?

Mîna ku çekdarên partîyên PDKê, YNKê têr nekiribin, îcar berê demekê Goranê jî digot ez ê hêzeke çekdarî dabimezirînim (!) De were  safî ke?

Hun dê bi vê hişmendîyê serxwebûnê ragihînin û bergirîyê lê bikin?

Pêdivî derhal bi artêşeke neteweyî heye, dakû em Newrozên xwe bêjan pîroz bikin.

Bi hêvîya Newrozên bêjan!

Newroza we pîroz be!

Berlîn, 21. adar 2016

Ewdil Ararat