Serrûpel 2016 Adar

Arşîva mehane: Adar 2016

Sînem Mihemed dizane çi dibêje?! (VÎDYO)

Nûnera Rêveberiya Xweser ku ji aliyê PYD - TEV DEM ve hatiye avakirin,, li Ewropa Sînem Mihemed dibêje, federasyona ku ew dixwazin ava bikin ne weke ya başûrê Kurdistanê, federasyona li başûrê Kurdistanê li ser cografiyeke taybet hatiye avakirin, lê ya me ne wiha ne li ser yek cografiye, li ser wê cografî gelên din jî hene, yanî rojavayê Kurdistanê ne tenê ya Kurdan e, tiştek tune ye bi navê rojavayê Kurdistanê, yan jî Kurdistana Sûriyê. Ew cografî ya gelên dine jî weke Çeçen, Ereb, Turkmen, Aşûrî, Suryanî....Kurdistan Murdistan tune ye...

Baydemir çima kirafata xwe şewitand? (foto)

Piştî qedexekirina pîrozkirina Newrozê li Ruha, parlamenterê HDP Osman Baydemir, qedexekirinê protesto dike û bi aqirê şewtandina kirafata xwe Newrozê pîroz dike.

Hanî klîpa Demokrasî derxist (vîdyo)

Hanî klîpa Demokrasî derxist (vîdyo)

Wezîrê berê yê Almanya Guido Westerwelle mir

Wezîrê derve yê berê Almanya Guido Westerwelle mir. Guido Westerwelle ku di heman demê de serokê FDP bû, di 54 saliya xwe de di encama nexweşiya pençeşêra xwînê de jiyana xwe ji dest da. Ew di navbera 2009 -2013 de wezîrê derve yê Almanya bû. Ew homosexuel bu û bi Michael Mronz re zewicî bû.

Serokwezîr û wezîrê derve yê Brîtanya axifîn

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 17.03.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Filip Hamond wezîrê karê derve yê Birîtaniyayê û şandeya pê re ku, ji balyozê wî welatî li Îraqê û hijmareke berpirsên hikûmeta Birîtaniyayê pêk hat bû, kir û di civînekê de behsa rewşa Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê, bi taybetî kirîza êkonomî, hat kirin û şandeya mêvan xebatên hikûmeta Herêma Kuridstanê yên di ware çaksazî û çareserkirina kirîza êkonomî de bilind nirxand û piştevaniya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.,

Heysem Mennaa li dijî Federasyona Rojava derket

Serokê Şepêla Qemih, Heysem Mennaa, ku di heman demê ligel serkirdeya Tev Demê Îlham Ehmed, hevserokê Encumena Sûrye Demokratîke, li dijê federasyona Rojava - bakurê Sûriyê derket ku duh roja pênşemê li Rimêlanê hate ragihandin.

Kurd xwe ji bo meşeke mezin amade dikin

"Ji bo rojeke serbixwe": Çalakîyek berfireh di roja 14.gulanê.2016 de, roja şemiyê, li Almanya bajarê Köln bi beşdarbûna gelek hunermendên navdar, li hember sedsaliya peymana Sykes-Picot, tê lidarxistin. Çalakî ji aliyê ciwanên kurd, bi piştevaniya rewşenbîr, kesên serbixwe û partiyên kurdî, tê lidarxistin. Heumarkt-Köln

Nehîştin serokê ENKS Brahîm Biro derbasî rojava bibe

Serokê ENKS Brahîm Biro, xwest derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, lê li ser sînorê Sêmalka, berpirsiyên li ser sînor yên rêveberiya xweser qedexe kriin ku ew derbasî rojavayê Kurdistanê bibe

TAK xewdî li teqîna Enqerê derket

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsatiya teqîna şeva 13ê Adarê ya li Enqerê xiste stûyê xwe. TAK rêxistineke eskerî ye, ser bi PKK ve ye û heta niha li Tirkiyê bi gelek êrîşên eskerî rabû ye. Wezareta navxwe ya Tikriyê dibêje kesa ku xwe li Enqerê teqand, milîtana PKK bû, navê wî Seher Çagla Demir bû, di sala 2013 de tevlî refên PKK bûbû, piştre jî çûbû Sûriyê û di nava YPJ de cih girtibû.

PYD “Federasyona Bakurê Sûriyê” ava dike

Îro danê sibê, li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê, civîna ragihandina "Federasiyona Bakurê Sûriyê" dest pê kir û heta niha jî didome.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com