Anne Merkel
Penaber ji bo ku werin Almanyayê herçiqas jê ra mama Merkel bêjin jî, ew anne Merkel e. Diya tirkan e.
Têkilîyên dîrokî yên dewletên Alman-Tirk felan, lê tirk ti car evqas bihêz nebibûn li Almanyayê, mîna di dema desthilatdarîya vê xanimê de!
Ji ber polîtîkaya hikûmata wê ye, vekişîn yan jî heza wê ya ji tirkan e, tirs yan jî sempatîya wê ya ji îslamê ye, çi ye nizanim?
Tirk-îslam ev deh salên dawîyê deh qat xurt bûne li Almanyayê. Di vê xurtbûnê da gunehên kes û partîyên „çep“ û lîberal jî ne kêmtir in, ji yên Merkel.
Jixwe ji dema ku anne Merkel got: „îslam aîdê Almanyayê ye!“ (Islam gehört zu Deutschlend!) virda, mizgeft-minare li her bajarê Almanyayê bilind bûn. Kolanên wê tije bûn serturban-rûtapan. Kêf kêfa wan e di van kolanan da.
Qet gumana min tineye, ku tilîya dewleta Tirk bi awayekî di wan teqînên DAIŞê da yên li Ewropayê tinebe. Ev dewleta terorîst çawa vê rêxistina terorîst a taşeron li rojhilata navîn bi kar tîne, wisa li Ewropayê jî.
Bala xwe bidinê, vê rêxistinê heta niha li Almanyayê teqîneke terorîstî çênekirîye. Pir zehmet e ku çêke jî. Çimkî Almanya zemînê herî xurt e ji bo rêxistinên îslamîst. Kî zemînê xwe diteqîne?
Maddî-manewî gellek xurt bûne li vî welatî û ji azadîya ol û bawerî ya Almanyayê gellek baş sûdeyê werdigirin. Serkêşî û organîzeya vê îşê jî dewleta Tirk dike. Yanê „şîrketa allah“ li vê derê jî pir baş kar dike ji bo wan.
Dewleta Tirk û rêxistinên wê ji kanalîzasyonê heta bazirganî, ji medîya heta partîyên sîyasî çi were bîra we, binê vî welatî kolandine û tê da bi cî bûne.
Întegrasyon felan çîrok e. Ji bo wan ne Almanya, „Turkmenya“ ye ev der.
Karta penaberan a di destê dewleta Tirk da ku her carê wek şantaj li dijê Ewropayê bi kar tine jî were serê, dibe sedemê vekişîn û li ser hev tawîzdayîna anne Merkelê.
Sê mîlyar ewro têr nekir, sê mîlyarên din pêşkêşê rejima Enqereyê kirin. Soza rakirina vîzeyê tê dayîn ji bo hevwelatîyên “Tirkîyeyê”.
Ev vîze rabe “xwedê” jî nikare wan rizgar bike ji dagirkirinê. Şaş û mat e Ewropa.
Ez ne parêzerê dewletên ewropayî me. Rewşa hezar sal a welatên rojhilat bidin ber çavên xwe û biramin, ka çi li benda Ewropayê ye.
Merkel her care ku ji Enqereyê vedigere, hineke din ji alîyê mezûnên îmam xetîbê va tê pifkirin û efsûnkirin.
Çapemenîya almanî dibêje; Almanya evqas bêçare û bê qudret nemabû.
Serokê dewlata tirk ê vê dawîyê bi sûcên xwe yên qetlîama Kurdan û wêrankirina bajarên Kurdistanê, kes wî nade dadgehê.
Lêbelê ji bo ku komedîyenê Alman Böhmermannî qerfê xwe bi ew serokkomar kir, bi biryara Angela Merkel, rê li ber darizanina Böhmermannî hat vekirin li Almanyayê! Almanya ev çend roj in bi vê sikandalê mijûl e.
Ka azadîya ramanê hebû ?
Anne Merkel dê êdî çi bike ji bo zarokên xwe? Ew e, ku dike.
Li dijê darizandina wî, desteka herî watedar, dîsa komedîyen, hunermend û ronakbîrên Alman, nîşanê Böhmermannî dan.
Ji wan komedîyen Dieter Hallervordenî jî, ku ez jî wî pir diecibînim, li ser wî serokkomarî sitraneke qerfî çêkir û belav kir.
Böhmermann û Hallervordenî hê hindik jî gotine ji bo wî zatî-belengazî..
Ji yên ku fêm bike ra, Hallervorden di dawîya strana xwe da wiha dibêje:
„Erdogan, Erdogan Deutschland ist nicht Kurdistan!“
(Erdogan, Erdogan Almanya ne Kurdistan e!)
Berlîn, 21 avrêl 2016
E. Ararat
Hevoka li ser wêneyê: „Ka ez dikarim ji bo we wekî din çi bikim? „
ji rojnameya Postwitch