Serrûpel Nivîskar Rêveberê Rûdawê dinivisîne

Rêveberê Rûdawê dinivisîne

Belav bike

Di sala 1991 de, Amerîka bi roleke sereke rabû di parastina (herêma dijîfirrînê) de ku li gor biryara konseya ewlekariya navneteweyî hat çêkirin û sînorê niha yê Herêma Kurdistanê diyar kir. Herwiha di havîna 2014an de, gava DAIŞê hewl dida bajarê Hewlêrê bigre, piştevaniya Amerîka morala pêşmergeyan bilind kir bo têkbirina DAIŞê. Sîwana esmanî ya pêşmergeyan ku Amerîka mehane 11 milyon dolaran li ser xerc dike, bi roleke mezin rabû di pêşveçûn û bihêzbûna pêşmergeyan de.

Di heman demê de du rastiyên din ên girîng hene: Piştevaniya Amerîkayê li hêzên pêşmerge berhemdar û cihê serkeftinê bû, berevajî piştevaniya Amerîka li artêşa Iraqê. Çimkî artêşa Iraqê, heta pêşmergeyan DAIŞ li Şingalê neşikand, nikarîbû li ser erdê tu pêşveçûneke berçav pêk bîne. Herwiha çûna artêşa Iraqê bo her navçeyeke sunniyan, hertim wêrankarî û talankirin û komkujî û kuştina sivîlan bi xwe r anî.

Lê pêşmergeyan bi lezgînî bi alîkariya Amerîka û hevpeymanan û nemaze bi piştgiriya hêzên Kurdistanî yên parçeyên din û Komara Îslamî ya Îranê, karîbûn DAIŞê rawestînin û dest bi êrişên li dijî hêzên DAIŞê bikin. Bi awayekî giştî pêşmergeyan aramî li pêkhateyên wan navçeyên ku ketin bin kontrola pêşmergeyan de vegerandin.

Berevajî artêşa Iraqê, pêşmergeyan ne tenê tu şermezariyek ji Amerîkayê re dirust nekirin, lê ew ramana pêkhateyên cuda cuda yên wan navçeyan jî nehîşt ku qaşo Amerîka piştevniya DAIŞê dike, herwekî raporteke dezgeha sîxuriya Amerîkayê beriya demekê derbarê şêniyên Iraqê gotibû ku hejmareke zêde ya şêniyên Iraqê (ji xeynî kurdan) di wê baweriyê de ne ku Amerîla li pişt DAIŞê ye!

Rastiya duyem jî ew e ku gelê Kurdistanê ji sala 1991 ve, li gor gelên din ên navçeyê, ji Amerîkayê pir hez dike. Ev jî faktoreke baş bû bo biryar û planên Amerîkayê li navçeyê, nemaze di dema şerê rûxandina rêjîma Sedam de, ku parlamentoya Tirkiyê û gelek dewlet û gelên navçeyê li dijî wê biryara Amerîkayê derketin.

Biryara vê dawiyê ya Amerîka bo alîkarî kirina pêşmergeyan, hezkirina gelê Kurdistanê li hember Amerîkayê zêdetir kir. Çimkî niha pêşmerge ji hêla temamiya gelê Kurdistanê pir tên hezkirin û rêzgirtin.

Li gor wan çavkaniyên amerîkî yên ku ji me re gotin, alîkariya Amerîkayê bo pêşmergeyan digihe nêzîka 900 milyon dolaran û dibe ku bê zêdekirin jî û dê ji bo çek û teqemenî û xwarin û rahênan û alîkariya hêzên pêşmerge bên xerckirin. Tê pêşbînîkirin ku ev alîkarî heta sala 2018an berdewam bibe.

Li gor wan zanyariyan, Wezareta Pêşmerge dikare mehane 600 dolaran wek meaş bide her pêşmergeyekî ji wan 60 hezar pêşmergeyên ku li eniyên pêşî yên şerê li dijî DAIŞê de. Rast e ew alîkarî têra 160 hezar pêşmerge û 80 hezar pêşmergeyên zêrevanî û bergirî û lihawarûçûn û pêşmergeyên xanenişîn nake. Lê dîsa jî alîkariyeke berçav bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê qeyrana diravî ya niha de dike. (Rûdaw)

Daxwaza Amerîka ji Herêma Kurdistanê  bo meşandina karê profesyonel û şefaf di karûbarên pêşmerge de û hevgirtina hêzên 70 û 80yan ên pêşmerge û beşdarbûna di kontrolkirina parêzgeha Mûsilê de, hemû jî di berjewendiya  Kurdistanê de ne û tu yek ji wan wek merc nayê hesibandin li gor berjewendiyên Kurdistanê, çimkî Amerîka Herêma Kurdistanê teşwîq dike ku şerê DAIŞê bike ne ku şerê hêzeke Kurdistanî yan navçeyî bike.

Metirsiya DAIŞê li navçeyê hîn kêm nebûye. Li cîhanê jî metirsiya DAIŞê roj bi roj mezintir dibe, nexasim ku niha pir caran li Ewropayê behsa metirsiya êrişa atomî û kîmyayî ya DAIŞê tê kirin. Bi rastî jî ew metirsî dê her mezintir bibe heta ku dewletek û hêzek bi navê Dewleta Îslamî ya DAIŞê bimîne ku ruhê DAIŞîzmê bide hinek ciwanên misilman û antîrojavayî li Ewropa û Amerîka û ji wan re bibe sembola şikandina Rojava.

Di vî şerî de tu artêş nikare bi qasî pêşmergeyan xwedî bandor be bo hemû cîhanê, çimkî pêşmerge hîn jî wek hêzeke azadîxwaz û rizgarîxwaz li xwe dinere û hêza wê ya sembolîk pir geş e ku ev bo cîhanê jî dikare pir bibandor be û bandora wê li ser têkbirina sembolîbûna DAIŞê jî pir bihêz e. Lewra biryara Amerîka bo zêdekirina alîkariyên xwe bo hêzên pêşmerge di hemû aliyan de û ji bo berjewendiyên Amerîkayê bi xwe jî biryareke pir rast e.