Serrûpel 2016 Gulan

Arşîva mehane: Gulan 2016

Serok Barzanî pêşwaziya serokê Îtîlafê kir

Îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmam ligel serokê Îtlafa Nîştmanî ya Opozîsyona Sûryê Enes Ebde û şandeke bi wî re civiya. Serokê îtlafa nîştmanya opozîsyona sûryê bi navê gelê Sûriyê spasiya Barzanî û xelkê herêma Kurdistanê kir ku alîkarya penaber û koçberên Sûriyê kirine û raghand herêma Kurdistanê ezmûn û nimûneyeke zengîne ji bo geşepêdan, pêkvejiyan û xebat û berxwedanê. Serok Barzanî ji aliyê xwe ve bal kişande ser wê yekê ku ne-aramî û şer û tundî li sûryê bandorê li ser herêma kurdistanê û îraqê jî çêdike, ji ber vê yekê herêma Kurdistanê bi dilsozî çavdêriya guhertinên li Sûryê dike û amadeye jî rola xwe ya erênî ji bo çareserkirna pirsgirêkan bi cîh bîne .

Serokê ENKS a Amûdê revandin û îşkence kirin

Grûpeke çekdar li Amûdê serokê ENKS yê Amûdê Yunus Eseed revandin, îşkencekirin û avêtin. Grûpa çekdar bi otomobîleke VAN, rengê wê spî, nêzîkî mala wî ew revandin. Çekdarên ku ew revandin, piştî îşkencekirinê ew avêtine ser riya Dirbêsiyê. Heta niha bi wê otomobîlê gelek kes hatine revandin û îşkencekirin.

300 mîlyonêran 10 penaberên Sûriyê qebûl nekirin

Gundekî Swîserî, nifûsa wî 2200 kes in, 300 mîlyonêr lê dijîn, 300 hezar dolar weke ceza dide, ji ber ku qebûl nekir, 10 penaberên Sûriyê biçin li wê derê bi cih bibin.

Barzanî bi xwe serpereştiya şer dike

Serok Barzanî, li Mihwerê Xazir dakete cebheyên şer û ligel Pêşmergeyan di sengeran de cih girt û serpereştiya şerê li dijî DAIŞ dike.

Serokwezîr behsa krîz û reforma aborî dike (vîdyo)

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got krîza aborî gelek ziyan gihandiye me lêbelê "derfeteke zêrîn" ji bo reformê derxistiye holê.

PDK-Bakur biryar da!

PDK-Bakur biryar da meha Tîrmehê kongreya xwe ya 11emîn lidar bixe.

Başbug Behsa dostaniya YPG û Emerîka dike

Sererkanê artêşa Tirkiyê yê berê Îlker Başbug ragihand ku, siyaseta Tirkiyê a şaş hişt ku Amerîka û hêzên YPGê li Sûriyê bibin dostê hev.

Asayîşa PYD 2 serkirdeyên Yekîtî girtin

Asayîşa PYD li Amûdê avête ser mala endamê polîtbîroya partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Enwer Naso û endamê Komîteya Navendî ya heman Partiyê Ebulîlah Oceê û ew birin cihekî ne diyar. Asayîşê her wiha dest danî ser hemû dokimet, computer û laptopên wan. Operasyona li dijî wan her du kesan li pêşiya çavên zarokên wan çêbûn û asayîşê tirs xiste nava malbatê.

Serok Barzanî daweta Îranê qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Îranê bo serdankirina wî welatî qebûl kiriye. Îranê pêştir çend caran bi fermî Barzanî bo serdankirina wî welatî vexwandibû.

2 partiyên Barzanî li bakurê Kurdistanê bûne yek

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T) 27ê Gulana 2016ê li Diyarbekir bi resepsiyonekî girsehî yekitiya di nava xwe de ragihand.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com