Pêşmergeyên Rojava heddek ji Aldar Xelîl re danîn
Fermandarên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bersiva Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl didin. Herwiha îro 330 kes dê tevlî nav rêfên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bibin.
Serokwezîrê Tirkiyê li Kurdistanê ji dayîk bûye
Roja 19ê Gulanê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk eşkera kir ku Bînali Yildirim roja 22ê Gulanê di Duyemîn Kongreya Awarte ya AK Partiyê de wekî yekane namzedê Serokê Giştî yê partiya wan hatiye destnîşankirin.
Berdevka wezareta derve ya Rûsya direqise (vîdyo)
Berdevka wezareta derve ya Rûsya Marya Zaxarova dans dike
Aldar Xelîl: Pêşmergeyên Rojava Çete ne
Serkirdeyê PYD-Tev Dem û PKK li rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, ji bo pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê got, "Ew çeteyên rojava ne û eger ew derbasî rojavayê Kurdistanê bibin, qebûl nabe ew derbasî rojava bibin, eger ew derbas bibin wê bibe sebeba şer..." Li ser gotina Aldar Xelîl, fermandarê Pêşmergeyên Rojava Raîd Şervan Dêrikî jî got, ew ne ji bo şerê birakujiyê hatine perwerdekirin, ew ji bo ku gelê xwe biparêzin hatine amadekirin û got şehîdên YPG şehîdên wan in û ew şehîdên Kurdistanê û azadiyê ne.
Bi navkirina Aldar Xelîl, pêşmergeyên rojava weke çeteyên rojava bû cihê nerazîbûneke mezin û gelek karîkaturîstan karîkaturên wî jî çêkirin.
Zaroka Kurd hemû paytextên cîhanê nas dike
Rolma zaroke biçûk e, ji rojavayê Kurdistanê bajarê Tirbesipê ye, gelekî jîr e, zîrek e, navê paytextên welatên cîhanê ezbere kirine, û bêyî ku lê bifikire, wan yek bi yek dibêje.
Dema ku diya wê, navê welatekî dubare dike, ew dibêje min berê gotibû.
Rolma, qet şaş nabe, dema ku navê paytextan li pey hev rêz dike, hem di ber re direqise, hem jî bi kêfxweşî û bi ken navan li pey hev rêz dike, qet jî şaş nake.
Rûdaw navendeke lêkolînan vekir
Roja 18.05.2016 li Hewlêra paytexrt bi fermî û bi beşdarbûna hejmarek ji lêkolînvan, nivîskar, siyasetvan û akademîsyenan, Navenda Lêkolînên Rûdaw bi fermî hate vekirin.
Ew navend girîdayî Tora Medyayî ya Rûdaw e û wê tenê bi karê lêkolînên zanistî û pêşkêşkirina berhemên akademîk rabe.
Dr. Azad Elî ku bi xwe ji Kurdên rojavayê Kurdistanê ye û mamostayê zankoye, bû rêvebirê giştî yê navendê.
Binêrin wekî din çi karî dike?
Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî karekî din jî dike. Li kêleka karê xwe weke sekreterê rojnamevanî, Ergoşî her wiha helbestan dinivisîne, li piyano dide û melodiya helbestên xwe jî çêdike. Heta niha gelek hunermendên navdar weke Zekeriya Ebdullah, Birader Musikî û gelek hunermendên din helbestên wî kirine stran û gotine. Ew hem bi kurmancî û hem jî bi soranî helbestan dinivisîne, û yek ji wan rojnamevanan e, ku kurdiya latînî li başûrê Kurdistanê bi pêşxistin. Erdoşî, yek ji bêjerên destpêkê yên başûrê Kurdistanê bû, wî di Kurdistan TV de, yekemîn bultena nûçeyan jî xwendiye, gelek programên televîzyonê çêkirine û her wiha ew hem moderator û hem jî yek ji birêvebirên televîzyona Kurd 1 bû.
Albuma Zekeriya ya bi navê Laperreyî Spî, hemû helbestên wê yê Samî Ergoşî ne.
Esed çi ji Imer Osê gotiye?
Esed çi ji parlamenterê Sûrî yê Kurd û endamê şanda danûstandkar ya hikûmeta Sûriyê li Cinêvê re Imer Osê gotiye?
Serkirdeyê PKK: Li Kurdistanê dewlet nemaye
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku li Kurdistanê dewlet qediya ye...
ENKS çi ji Barzanî xwest û Barzanî çi got (Vîdyo)
Îro şandeke ENKS ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.