Serrûpel Nivîskar Ummeta lîncê

Ummeta lîncê

Belav bike

 

Ceribandina darbeya 15ê tîrmehê û bûyerên piş , dengên qirçîna hilşîna dewleta tirk û sîstemên yên turk-kemalîst û turk îslamîst in.  

Dewlet û sîstemên wan ên dagirker û totalîter jîyên xwe temam kirine. Bi têra xwe zulum kirin û dimirin. Ji bo ku nemire hej û pirpitîneke kûr ketîye. 

Guh medinê ku ewqas xwe bihêz nîşan didin!   

Ev her du sîstemên wan di serî da Kurdistan, ax û welatên dagirtine, ku ji destên wan derneyê û bikarin welatê bi zorêçêkirî, bi çakûça hesinî û bi dalewêreyan îdare û talan bikin, li hev darbeyan çêdikin. darê xwe rakir! 

Ha leşkerî ha sivîl, armanc zeximkirina sîstema totalîter e.  

Çen roj in nivîskarên Tirkan dişopînim. Ketine pey xem û telaşa mayîndeya dewlet“ û „welatî“! Bi peywira xwe radibin. Bi nîvîs û analîzan xwe tatmîn dikin. 

Nivîsên nivîskar û „sîyasetmedarênKurd, ku ji xewajîyana bihevra“ û „demokratîkkirinadewlet“ û welatêşîyar nebûne, dixwînim. Dibînim ku xwe dixapînin. Gêj bûne. Bi wan ramanên lawaz û belengaz xwe têr dikin. 

banga têkoşîna hevpar bi „hêzên demokratîkênTirkîyeyêra kirin. 

Kîjan hêzên demokratîk 

Hêzên demokratîk heye li welatî? 

Heba çima ji osmanîyan heta îro darbe, komplo û ummeta lîncê li ser kar in? 

Heba çima Kurdistan benîyeke zencîrkirî ye? Bajarên wêrankirî bi ala û kefenên xwînî pêça ye? 

Ev ummeta lîncê ye. Ji Pakistanê heta ewTirkîyeyêJi Îran û Erebistanê heta Marakoyê desthilat be, ev ummeta lîncê li peyê ye.  

Bi îdolojî û dîn sersem û gêj e. Bi cezbeya bîadê ji xwe çûye, xeriqî ye ev ummet. 

Qet guman da tine. Ev darbeya nîvçe heke di bin emir û qumandaya hemû generalên Tirk da bi ser biketa, ev garanên ummeta lîncê, heta li pêşîyê ev hêzên ku ra dibêjindemokratîk da, hêmû bigotana;sayin paşam çok yaşa!“  

Bi ser neket, niha di bin heman alayê da dibêjin; „sayîn cumhurum çok yaşa!“ 

Helbet rojê pênc caran bang û selaya cîhad, dagirkirin û mirinê were kirin. Ne seyir e, ku welatên rojavayî hespên xwe li wan welatan nebazînin. 

Madeya min li hev dikeve! 

Ewdil Ararat