Serrûpel Nûçe UN: YPG zarokan direvîne û bi zorê çekdar dike

UN: YPG zarokan direvîne û bi zorê çekdar dike

Belav bike

NY, navê YPG -PYD û Artêza Azad ya Sûriyê , xiste nava wan rêxistinan ku zarokan îşkence dikin û dikujin.
Neteweyên Yekbûyî wan rêxistinan dixe nava lîsteyeke bi navê  lîsteya şermezarkirinê.

Destpêkê navê Sûdiyê di vê lîsteyê de hebû lê piştre, di bin guvaşên Ban Kî Mon sekreterê giştî yê NY navê Sûdiyê ji wê lîsteyê hate derxistin ku gelk karvedan bi xwe re anîn.

Heta niha gelek caran navê YPG di raportên Amnesty û Neteweyên Yekbûyî de, bi awayekî wiha derbas bûye ku ew zarokan bi zorê çekdar dike.

YPG bi saziya Banga Cinêvê re jî protokolek îmze kiribû û soz dabû ku ewê êdî zarokan nebe eskeriyê, lê piştre Heyman Rays Woş, (Rêxistina çavdêriya Mafên mirovan ya navdewletî gotibû ku hîn jî YPG zarokan çekdar dike.