Serrûpel Nivîskar Monumenta Şerefkendî

Monumenta Şerefkendî

Belav bike

 

17 îlon 1992, roja ji alîyê îmamên faşîst ên Îranê va qetilkirina Dr.Sadiq Şeredkendî û her sê hevalên xwe ye.

Ajanên îstîxbarata Îranê bi metodên nepenî yên ajanîyê serokê PDK-Îranê Dr. Şerefkendî û hevalên wî dixin defikê, li Berlînê li restorant Meykonosê her çaran jî bi gullebaranê cangorî dikin.

PDK-Îran bûroya Ewropayê, monomentekê çêkirîye, danîye cîyê bûyerê.    

Ji ber ku ruhê yekîtî û neteweyî hê bi me ra çênebûye, çend kesên ji parçeyên din ne tê da, piranî Kurdên rojhilatî hatibûn bîranînê. 

Ji bo bîranîna vê roja reş a bêyom, hêja Hecî Cindîyanî ez vexwendim cîyê  bîranînê, yê li pişîya restoranta Meykonos a berê.

Bi dileke xemgîn û bi dengeke hewar çûme cîyê bîranînê.

Heta em Kurd wiha dilpak û saf li pey hev bikevine defika neyarên xwe, nemaze yên Faris û Tirkan, helbet em dê her tim xemgîn û bi hewar bin!

Çens sal berîyê vê bûyerê, dîsa serokê PDK-Îranê Dr. E. Qasemlû û hevalên xwe  jî, bi heman metodan ji alîyê wê dewleta îslam a totalîter va hatibûn qetilkirin.

Her du serokên partîyê jî kesayetên, gihiştî, ronak, nirxbilind ên milletê Kurd bûn. Hevalên wan jî her wisa. Ev her du qetlîam jî di dilê millet da birîneke kûr vekir. Mîna yên din.

Serokên partîyên Kurdan, heke bi çend ajanên qatîl ên dewletên dagirkerin Kurdistanê ra, di wan labîrentên tarî yên îstixbaratên dagirkeran da bi hêvîya “çareserîyê” hevdîtinan bikin, şaşîtîyeke zor mezin e.

Şaşîtî heke dubare be, êdî ne şaşîtî, safîtî ye.

Hêvî dikim, kadiroyên PDK-Îran, ku dîsa dest bi têkoşîna xwe ya rewa kirine, dersek ji wan kêmasî û şaşîtîya werbigirin û nekevin kemînan!

Çiqas her parçe di rûnê xwe da biqijile.

Çiqas em bêjin; ji Îran, “Turkîye”, ”Surîye”, “Iraqê” ra “demokrasî”, ji Kurdistanê ra “azadî”, ewqas ew dewletên dagirker dê bibin dîktator, faşîst, tîran, totalîter, û zincirîn benîtî yên Kurdistanê jî, dê ewqas were şidandin.

Bi vê hişmendîyê jî helbet çiqas tiştên xirab û kirêt hene wê werin sere me.

Ew dewletên dagirker çavek bikirpîne, partî û “serokên” kurdan wê bi çapelîkan herinê. Nekirpîne wê bi çar çavan li benda wê kirpînê bin.

Dema xapînê jî, ew dê bêjin em xapîyan.

Jixwe ev ên bakûr, bi xwe ra milletî jî xistine kemîna xapînê!

Evqas şaşîtî, safîtî û xapîn ji aqilê mirov ra zerar e.

Berlîn, 19 Îlon 2017

Ewdil Ararat