Serrûpel 2016 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2016

PYD nehîşt dayîka şehîdê YPG ala Kurdistanê….

Alîgirên PYDê nahêlin dayika şehîdekî YPG ku li Munbicê di şerê li dijî Daişê de şehîd ketibû, nahêlin ew ala Kurdistanê bavêje ser tabûta kurê xwe yê şehîd.

Samî Ergoşî behsa çi dike? (vîdyo)

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî behsa çi dike? (vîdyo)

Di zindanê de çi ji Hesen Salih re gotin? (vîdyo)

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) ku ji alyê asayîşa PYD ve hatibû girtin, behsa girtina xwe û rewşa ku têde bû dike.

Kobanî: Milet li serkirdeya PYD Eyşe Efendî xist (foto)

Li Kobnî PYD bi zorê xelkê ji mal derdixîne û wan dibe ser sînorê bakurê Kurdistanê ji bo ku keviran bavêjin eskerên Tirk û şer derkeve. Serkirdeya PYD û di heman demê de hevsera, hevserokê PYD Salih Mislim Eyşe Efendî, dema ku dikandar mecbur kirin dikanên xwe bigirin û berê xwe bidin sînor grûpek ji ciwanên Kurd êrîşî wê kirin û li dijî biryara bi zorê girtinan dikanan derxistin. Ev çend rojin li Kobanî, asayîşa PYD li kolanan digere û bi zorê xelkê dibe ser sînor ji bo ku avakirina dîwarên li ser sînor ji aliyê Tirkiyê ve şermezar bikin. Xelk jî diûirse madem PYD dewleta Kurdî naxwaze, madem li dijî avakirina dewleta Kurdistanê ye, madem dibêje dewleta netewî zerar e, çima li dijî avakirina dîwar derdikeve û ciwanan dide kuştin?!

Keçeke Kurd li Almanya di avê de xeniqî

Keça Kurd ji rojavayê Kurdistanê bi navê Lîlav Fewa Kano, li Almanya bajarê Peine di avê de xeniqî. Ew 19 salî bû.

Kurdên Sûriyê ji bo kê li dijî kê şer dikin?

Nivîskar Hisên Omer li ser Facebooka xwe dinivisîne: Kurdên Tikriyê: Sûriyê, Îran û Îraq ji xwe re kirin pişt û li dijî Tirkiyê şer kirin. Kurdên Îranê, heta radeyekê Îraq ji xwe re kirin pişt û li dijî Îranê şer kirin. Kurdên Îraqê, pêwendiyên xwe bi SÛriyê, Îran û Tirkiyê re baş kirin û şerê Îraqê kirin. Lê Kurdên Sûriyê? Pêwendiya xwe bi Sûriyê re baş kirin û şerê Tirkiyê dikin... Kesên ku vê siyasetê li ser Kurdên Sûriyê ferz dikin ne Kurdên Sûriyê ne, û ne xema wane mafê gelê Kurd li Sûriyê. Ew ji xwe re Kurdên Sûriyê bi kar tînin.

YPG 2 çekdarên Sultan Murad esîr girtin (vîdeo)

Di daxuyaniykê de Hêzên Antî Teror yên girêdayî YPG'ê 2 ragihand ku wan 2 çedkarên Lîwa Sultan Murad esîr girtin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com