Serrûpel Nivîskar Nameya vekirî

Nameya vekirî

Belav bike

nameya vekirî                                      

 

 

Berlin, 03.10.2016

 

derbarê: Geşbûna metirsîdar a tevgerên turk-îslam li Almanyayê

 

Rêzdar Wezirê Hundurîn ê Almanyaya Federal Dr. Thomas de Maizière,

hejmara alayên tirkî û mizgeftên birêxistinkirin û geşkirina îslamê, ku di salên 90 an da li Almanyayê tekûtûk dahatin dîtin, her roj bi awayeke metirsîdar zêde dibin. 

Ev alayên rengexwîn ku sembolên şovenî û faşîzma tirkî ne, netenê ji bo helkefteke dîyar a çend rojan, dozdeh meh ji pencere û şaneşînên tirkên dupelwelatî da li ba dibin.

Di navbera xwepêşandanên hêrîşkar û gefdar bi alayên tirkî yên li Berlîn, Köln û bajarên din û yên li “Tirkîyê” da êdî ti cûdayîyekê nema! 

Ji bo cihûyekê/î ala û sembolên Nazîyan heta îro jî tê çi wateyî, ew alayên Tirkan jî tê heman wateyî, ji bo min ê ku salên herî berhemdar ên jîyê xwe, di nava girantirîn îşkenceyên di zîndanên tirk da derbas kirîye.

Di ser da Hîtler mir. Lê îro her Tirkek di bin alayên tirkî da, Hîtlerekî biçûk e. Ku li „Tirkîyêyê“ Kurdan lînc dikin, diçin talana mal û milkên wan.

Pirtûka Hîtlerî “şerê min/Mein Kampf“ yekane pirtûk e, tê xwendin di destê lotikvanên lûtkeya dewleta Tirk da. 

Hêçku pêdivî bi vê şibandinê jî nîne. Siltan, paşa û serokên Tirkan bi hîlle û domdarîya xwe, rehmetê li gora Hîtlerî dixwînin.

Rejima tirkî ya ku Kurdistanê ji erd û ezmanî va bombebaran dike, bi alayên qirase yên mîna kefenên xwînî, wan bajarên ku wêran dike, dipêçe.

Ev ala hîn jî sembola dagirkirin, rûxândin, xwîn û kuştinê ye. 

Ji bilî van nizanim, gelo pêdivî heye, ez bi mîlyonan gelên xiristîyan Ermen, Asurî-Suryanî û Grek, ku di bin vê alayê da û bi bangên alahul-akbar hatin qelandin û ji holê rakirin jî, bi bîr bixim?

Nemaze „Tirkîye“ û li welatên îslam gelek mizgeftên mezin, qişleyên leşkerî, axûr û hetta tuwaletên umûmî, her yek ji wan berê dêreke kevin, manastir yan jî avahîyeke dîrokî bû.

DAIŞîyên barbar ên xulamên wan welatan, bermayîyên mayî jî tine dikin. Gelo çi cûdayî di navbera wan û xwedîyên wan da heye?

Jixwe îslam polîtîk e. Çekeke olî ye di destên dewletên rojhilata navîn, Asîya û Afrîkayî da. Lê dîsa jî em bêjin, „îslama polîtîk“ xwe bi bênavber hilberînê ra, bi geşbûna wê ya li Almanya û Ewropayê û barbarên ku bi xureka vê geşbûnê mezin dibin, li pey hev li Madrîd, London û Parîsê xistin. Pêşepêlên wan, van mehên dawîyê li Almanyayê jî xist. Ev pir eşkere dîşanê me dide Ku:

Di mizgeftên îslama dewlet û cemeatên tirk, ku bi sermayeya turîzm-xurek-ewroyê tê fînansekirin, helbet her roj pênc wext peyamên xweşbînîyê, rêzdarî ji bo nirxên demokratîk û kultura almanî nayên dayîn.  

Divê em mizgeftên ku bi sermayeya petro-dolar a vahabîyên Saudîyê têne fînansekirin jî li vê zêde bikin. Bi hev ra hejmara van mizgeftan ji hezeran derbas kir.

Piştê gotina, „Kumbet kewan, minare rimên me ne.“ a „xelîfeyê“ Enqereyê, bejna minareyan jî hêdî hêdî bilind dibin li Almanyayê.

Ez carinan dema li Wilmersdorfê, li Kudamê digerim, standên salafîstan bi çavên min dikevin.

Ew berpirsîyarên bi kum û rû yên hîpnozkirî yên wan standan, kî çi dizane belkî nû vegerîyane ji barbarîyên xwe yên li rojhilata navîn, yan jî amadeyîyên çûndinê dikin ev mehlûqatine; bi gotina, „bixwînê!“ tenê pirtûkekê dîyarî dikin: Quran.  

Bi siviktirîn gotin faşîzm heye, li cîyê ku tenê pirtûkek tê xwendinê!

Ez behsa Kreuzberg, Neukölln, Turmstrasseyê nakim. Taxên din ên Berlînê, bajarên din ên Almanyayê, herdiçe dişibe Stenbol, Rîyad, Tehran, Qahîre ûwd.. Parîs, london jixwe eyan e.   

Berlîn, Parîs, London, ev her sê paytextên demokrasî û şaristanîya Ewropayê di heman demê da serekaktorên tixubên neheq ên ku bi rastkêşê li rojhilata navînê hatine danînê ne.

„Turkîye“ya ku ji Osmanîyan heta îro tenê bihûşta çeteyên olîgarşîk e, Saûdî û welatên din ên erebî ku ji bilî despotîjma malbatî ti wateyekê wan nîne û îmamên dejenerebûyî ku her yek ji wan qatîlekî erjeng e li Îranê, mixabin bi alîkarîya berdawam û şahane ya wan her sê paytextan, bumeranga îslamê bi kar anîn û rojhilata navîn kirin goga agir a îroyîn.

Ev bumerang niha vegerîyaye li van her sê paytextên Ewropayê dixe. Ev sê paytextên ku du şerên cîhanê jîne, ji bo azadî-wekhevî-dadmendîyê berdelên giran dane.

Nizanim. Londonê rastkêşer bi „brexitê“ dê çiqas bikare xwe ji vê bumerangê rizgar bike?

Polîtîkayên Washîngton û Moskowê dihêlêm li derveyê vê nivîsê. 

Rêzdar Wezîr,

naxwezim nameya xwe bi mînak û navên beredayî dirêj bikim.

Terora îslamî, reşehîzar ûwd. Hun jî van tiştan van rojan bi awayeke sift dijîn.

Ez di çapemenîyê da “pisporên îslamê” dişopînim. Ew pirsgirêkê rast şirove nakin. „Îslama nerm, terora îslamîst, îslama sîyasî“ felan.. Ev nirxandine xelkê dixapînin.

Ez ê ku vê dînê hinek dinasim, dikarim vê bêjim:

Îslam; mêrî dîn, jinê dike benî. Ev dîn bi zagonên şîddet ên şerîetê civakê bin dest dike. Ew dînê tirsê ye. Rûxîn û cîhad e. Zarok hem qurban, hem qatîl e di vî dînê da.

Turban-reşehîzar xwîşk, simbêlqeytan, bi kravat, kum û rûtapan bira ne! Nermê wî ji hişkê wî metirsîdartir e di vî „dînê“da.

Biçûkatî bi pîşeyan nakim. Mêvanên karker, çopçîyên do, îro xwedîyên fîrmayên keysekarên mîlyoner in. Bêku ji rasîstîya xwe mîlimikî jî tewîz bidin, ji A heta Zyê reh berdane, belav bûne li Almanyayê.

Niha hun dê bêjin vana fîrmayên biçûk ên xerîban in û ew di endisturîya Almanyayê da jî nînin. Ma bi vê desteka bêhempa garantî heye, ku ew dê sibe mezin nebin û di vê derê da jî xwe bi cî nekin?    

Jixwe ji niha da bêku şerm bikin, dibêjin: „Me Almanyayê bi hev ra damezirand!“ Min qet guman nîne, sibe ku xwe tam bi cî bikin û vî welatê dewlemend dabigirin, ew dê bêjin: „Me Almanyayê damezirand! Xwedîyê vî welatê em in!“

Eynî mîna ku îro dibêjin: „Turkîye a Tirkan e!..“

Pêşi xwe belengaz nîşandan, dil şewitandin, paşe hêdî hêdî bi cî bûn, xwedî mulk bûn û bi pêlên koçberîyê dagirkirina welatan. Bi gotina „ev der a min e“; helbet dumahîk jî dîyar e: Bi tekaneyîya her kes „tirk-îslam“ e, mendele, hilşîn û barbarî!

Belavbûn û dagirkerîya tirk-îslamê tam jî ev e.

Nezanî û hayjênebûna vê yekê, hemwateyê zîl-zurna serxweşbûnêye.

Gengeşeyên mîna „rakirina vîzeyê ji bo Tirkan“, „vekirina derîyên EUyê ji bo Tirkîyeyê“ bihêlin li alîyekî, ramanên wê jî erjeng in! 

Destûra çend gotinan bidin min, li dumahîkê!

Çima bi fesadî qêrîn bi koçberên ku ji çerxa agir direvin, dixin? Berê wan didin Ewropayê, îlla jî, “Almanya, Almanya!”

Çimkî rejima Tirk van koçberan wek leşkerên dagirkerîyê bi kar tine, lewma.

Çimkî bi mizgeft, bi sermayeya Turk-Saudî-îslam, bi îdolojîya rasist a Tirk, dîasporayeke „saxlem“ a bi şeş mîlyonî hatîye afirandin li Almanyayê, lewma.

Bi mîlyonan mirov dîn bûne, deryaya navîn bûye goristana koçberan, di umûra kê da ye?

Ji bo van koçberan zemîneke saxlem çêbûye li Almanyayê. Lewma niha bi van pêlên koçberan, dixwezin du-sê carên din mezin bikin vê dîasporaya îslamê. Di ser da hovîtîya çol-erebî jî, di van salên dawîyê da lê zêde bû.

Ev dîaspora bi hîlle-zagon mîlyaran diherikîne “Turkîyeyê”. Ev cihokên herikînê neyên zuwakirin, hun şeş mîlyar ewroyên din jî dîyarî bikin, hun ê nikaribin pêş li vê trajedîya koçberîyê bigirin!

Di ser da mîlyarên di bin navê „întegrasyonê“ da tên xwerckirin jî belaş diçe! Întegrasyon; pir baş zanîna bi almanî nîne.

Di bazirganî û keysekarîyê da, di rizandin û kolandina binê Almanyayê ji alîyê kultura xesp û cîhadî ya îslamê ve, yên ku rola serekî werdigirin, ew rêveberên rasîst ên vê dîasporayê ne, ku pir baş bi almanî dizanin.

Di ser da rêveberên dewleta tirk ên niha, bi hêz û bawerîya ku ji vê dîasporayê û ji rûdayîna dîrokî werdigirin, bi kustexî û wêrekî tilîya xwe dixin nava karên hundirîn ên Almanyayê jî!

Helbet we hay ji metirsîyê heye.

Li pêşîya me hilbijartin heye. Ez dê yekemîn car dengê xwe bidim. Ji ber ku partîyên desthilat û muxalefet hemû jî bi cûre û cûr awayan bi turk-îsalmê ra flortê dikin, ez heyirîme dengê xwe bidim kîjanê?

Aîdê kîjanê ye, vê gave nayê bîra min. Yek ji partîyên rastger parolayeke xwe heye; “Îslamîsten Sttopen!”

Birastî ev parole bangê hestên min dike, lê ne li aqilê min. Ev partîyên rastger jî heke sibe bibin desthilat, bêguman ew ê jî wan têkilîyên bêyom bi awaya herî “dostane” bi wan dewletên Turk û îslam ra berdewam bikin. 

Gotinek heye dibêje: “Dîn dema çav bi dînê/î dikeve darê xwe vedişêre.” 

Qaşo hemû cîhan bûye yek, nikare bi terorîstên DAIŞ-elqaîde-boquheramê!

Qijik jî pê dikenin.

Qisimek ji têkêlîyên dewleta Tirk ên bi DAIŞ, Elnusra û çeteyên din ên îslamî ra di nava belgeyên wezareta we da jî xuya dibe.

Ne seyr e, dewleteke mîna Tirk ku çespîye, bi xwe ji teror û çeteyan pêk tê, destekê nede çeteyên din, wan nehewîne û yên nû danemezirîne.

Seyr ew e, ku Almanya jî wek dewletên din ên rojava, têkilîyên wê yên aborî û stratejîk hîn jî berdewam e, bi dewleta Tirk, Saudî, Îran û rejîmên din ên despotîk ra ku hemû jî damezirîner, piştgir û alîkarên çeteyên barbar in.

Rêzdar Merkel bi mebesta koçberan, belkî jî ji dilpakîya xwe dibêje: “Wir schaffen das”, (Em ê bi ser kevin.) “Islam gehört zu Deutschland.” (Îslam aîdê Almanyayê ye!) Lê ev peyivine, wek piranîya raya giştî li gorî min jî ne mantiqî ne. 

Îslam fenomêneke karakter çolî, û dirinde ye.

Gelo ev fenomên 1600 sal in bi çovê sîhirê yê “allah” wek nexweşîyeke belavger, genetîka derûnî yên bi mîlyonan mirovî xirab kir û xwe gîhand van rojan?

Zarok e! Ji tarîtîyê ditirse.

Yan na ew dê zarokên keç jî gorîyê reşetarîya hîzarê bikin. Vê gavê qîma xwe bi turbanê tînin.

Zarokên keç ên çar-pênc salî, sere wan hişk girêdayî û şaşwaz, zewacên bi zorê, cînayetên “namûsê” êdî di kolanên Ewropayê da ne.

Keşe niha li Feransayê tên serjêkirin.

Kîjan “xweşbînî û tolerans” dikare van kirêtan rake?

Mirovahî di vê sedsala 21an da êdî li ber şîmikekê ye.

Yan qezencên hemû mirovahîyê; azadî, dadmendî û rûmeta mirov, ku ji bo vana berdelên giranbiha hatine dayîn.

Yan jî berjewendîyên dewletî ku rê li ber tarîtî û benîtîyê jî vedike.

Cenabê we di pîleya yekemîn da berpirsîyar e ji ewlekarîya Almanyayê, ku gel di nava vê ewlekarîyê da azad bijî, dûr ji tirsa terorê.

Ji ber vê sedemê û ji ber mijarên ku min hewl da li jorê amaje pê kir:

Ez ji cenabê we daxwaza dayîna rapor û pirsîyarnameyeke ciddî dikim: Ji bo hukumat û parlamentoya federal, a di derbarê jêvegerîn û guhertinên stratejîk di têkilîyên hevkarîya dîrokî ya dewleta federal a Almanyayê, bi dewletên totalîter ên Turk-îslam ra.  

Rêz û silav

 

Ewdil Ararat

mamosta-malnişîn

* Wergera almanî ya vê nameyê ji wezîrê navborî yê Almanyayê ra hatiye şandin.