Kobanî, di dema êrîşa Daişê de, rastî felaketeke mezin hat. Bajar wêran bû, xelkê wê ku tu caran nizanibû koçberî çi ye, koçber bû, malbat ji hev ketin, her yek bi aliyekî de çû, bûne penaber.
Bajar, di encama berxwedaneke mezin ya pêşmerge û şervanan û bi alîkariya hêzên hevpeymanan, hate rizgarkirin û xelk hêdî hêdî vegeriya malên xwe.
Kobanî bû fîlm, Kobanî bû stran, bû helbest, bû roman. Romanivîsê Kurd Jan Dost romanek bi navê Kobanî nivîsand, û niha li ber weşanê ye.
Yek ji derhênerên Kurd Rêber Doskî ye, du dokumenterên gelekî hêja li ser Kobanî çêkir, yek ji wan bi navê Radio Kobanî û ya din li ser Qenasekî ye ku nêçîra çekdarên Daişê dike.