RÛDAW xwedî li hemû berhemên Bêbuhar derket
Berî 8 salan, di 15.01.2009an de helbestvanê Rojavayê Kurdistanê yê bi navûdeng Yûsivê Berazî ku wek Bêbuhar dihat naskirin, li bajarê Serê Kaniyê koça dawî kir.
Bêbuhar awazdaner û stranbêj û hunermend jî bû û 5 dîwanên helbestan li pey xwe hiştin.
Gelek hunermendên navdar ji gotin û awazên wî kirin stran û gotin.
Ew wek helbestvanê klasîk yê dawî li Rojavayê Kurdistanê dihat hejmartin û bi zimanê xwe yê resen û zelal deng dabû.
Ew ji Berazên desta Sirûcê bû, ji ber vê yekê paşnavê xwe kiribû Berazî, ji Kobanî bû, ji gundê Rovî bû, lê pianiya jiyana xwe li Serê Kanî derbas kiribû, ew hem şaîr bû, hem jî berber bû, yanî hellaq.
Birêvebirê Rûdawê, Ako Mihemed eşkere kir ku ewê hemû berhemên Bêbuhar yên çapkirî û yên ku nehatine çapkirin ji nû ve bidin çapkirin û weke diyarî bidin malbata wî.
Serok Barzanî ilgel şandekê li Davos e
Serok Barzanî ji bo ku beşdarî Foruma Davos bibe, ligel şandekê ber bi Ewropa ve birêket.
Di vê serdana xwe ya Ewropî de, wê Barzanî gelek hevdîtina ligel serkirdeyên cîhanê pêk bîne.
Artêşa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bû
Asayîşa Efrînê ragihand ku "artêşa Tirkiyê 60 metroyî derbasî nava axa sînorê herêma Efrînê bû ye û 1300 darên zeytûnan jêkirine.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiyê li ser sînorê Kantona Efrînê di binpêkirinên xwe de berdewame û ji bo ku ji xwe re rêyekê ji axê li ser sînorên gundê Qimtliqê yê navçeya Şîhê veke û dîwarekî ava bike ketiye nava axa Efrînê.
Herwiha li gor hinek şahidan Artêş Tirkiyê dest bi serrastkirina erdê kiriye û amadekariyan dike li seranserê sînorê Efrînê dîwar ava bike.
Însîyatîveke nû ji bo lihevanîna Kurdan
Hejmarek çalakvanên siyasî û sivîl, medyager û rewşenbîrên Kurd bangek ji bo giftûgoya Kurdî-Kurdî belav kirin.
Daxuyaniya ku bi navê (Banga Brêmen) hatiye belavkirin, ji 10 xalan pêk tê û ji aliyê nêzîkî 200 kesayrtiyan ve hatiye îmzekirin.
Kesên ku bang îmze kirine daxwaza giftûgoyê li hemû aliyên Kurdî ji TEV-DEMê, ENKSê, Hevbendî û Partiya Pêşverû dikin.
Kesên ku bang îmze kirine dibêjin, ku ew yekser ji hemû aliyên siyasî yên Kurdî daxwaz û hêvî dikin, ku helwestên xwe ji vê banga wan, bi daxuyaniyên fermî destnîşan bikin.
PKK berpirsekî Pêşmerge revand (foto)
Hat ragihandin ku gerîlayên PKKê li navçeya Rewanduz a Hewlêrê Berdevekê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Elî Wisû revandine.
Fermandeyê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Arîf Yasîn ji Rûdawê re ragihand ku gerîlayên PKKê îro derdora seat 11.00ê li gundê Zargelî yê bi ser nahiya Werteyê ve gerîlayên PKKê li navçeya Rewanduz a Hewlêrê Berdevekê Lîwa Heftemîn a Hêzên Pêşmerge Elî Wisû revandine.
Arîf Yasîn diyar kir ku ji bo berdana Elî Wisû ew bi PKKê re ketine peywendiyan û got:
“PKK naxwazî wî serbest berde. Heger heta sibê wî serbest ne berdin em dê helwesta xwe nîşan bidin.”
Mesrûr Barzanî ligel FOXNEWS axifî
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê, bi rêya kanaleke bi navûbang ê Amerîkayê ve, peyamek pêşkeşî rêveberiya nû ya Amerîkayê kir û ragehand, ‘’Hêvîdarim ji naha û pê de em bikarin bibêjin dervey çiya, Amerîka jî dostê me ye.’’
Ka em apê Karapêt nas bikin (vîdyo)
Di dîroka biratiya herdu gelên Kurd û Ermenî de gelek nimûneyên balkêş hene. Yek ji van nimûneyan hunermendê bi navûdeng Karapêtê Xaço ye. Karapêtê Xaço bi dirêjiya temenê xwe stran û kilam bi zimanekî kurdî yê resen û zelal gotin û kedeke mezin di Radyoya Yerîvanê de da.
Brader û Samî Ergoşî berhemeke nû amade dikin
Hunermend Brader Musikî û Samî Ergoşî bi hev re berhemeke nû amade dikin.
Navê helbesta Ergoşî (Delala Min) e, her wiha melodiya helbestê jî ji aliyê Samî Ergoşî bi xwe ve hatiye çêkirin. Di demeke nêzîk de stran amade dibe.
Heqê Kurdên Stenbulê da
Hunermenda Tirkiyê a navdar Şevval Sam ji Kurdan re çi dibêje: 5 mîlyon Kurd liStenbolê dijîn û hîn jî deh tabloyên bi kurdî nabînî, lê piştî ku milyonek Ereb koçî Stenbolê kirin, nîvê Stenbolê ji tabloyên erebî dagirtîne.
Mihemed Îsmaîl red kir bi kefalet were berdan
Sekreterê polîstbîroya PDK-S Mihemed Îsmaîl ku di zindanên PYD de ye, sebeba girtina wî jî ji ber ku beşdarî rakirina cenazeyê pêşmergeyekî şehîd bûbû, ew niha di zindanê de nexweşe û serbest nayê berdan.
Îdareya zindanê pêşniyar kir ku ji bo here doktor bi kefalet were berda, partiya wî PDK-S red kir ku ew bi kefalet were berdan. Asayîşê pêşniyar kiribû, bi kefalet derkeve biçe doktor, pişt re dîsa vegere zindanê.