Serrûpel Nivîskar Dengdayîna gelî, PKK û Başûr

Dengdayîna gelî, PKK û Başûr

Belav bike

Tê gotin ku 16ê Nîsanê “erê” bi ser bikeve, li Tirkiyê tofan e; “na” bi ser bikeve, li Kurdistanê tofan e. Hûnê bêjin, ma ji îro xerabtir dibe?

Tirbên şervanên kurd dirûxînin. Dibistanên kurdî digrin. Her tişta bi kurdî, qedexe dikin. Li Batmanê sînemaya bi navê Yilmaz Guney hebû. Ew avahiya çandeyiyê bû. Ewilî ew şewitandin, dûvre bi erdê re kirin yek.

Kê dixwazin, wî digrin. Wan ji karên wan tavêjin, malbatê dirûxînin. Destbiseran dişînin girtîgehên tirkan, lê yên herî dûr û xewle. Derfeta xebata legal qet nemaye. Parlamen yekcar bêwate bûye, êdî ti xêra wê tineye.

Da ku dengên kurdan bistine û xwe bi rêbazên demokratîk biserketî nîşan bide, desthilatê rê da Newrozan. Hêvidar im, ew xeletiya wê, tevkarî li şikestina tirsê bike. Berdêl çibe jî, divê civak rêya xweparastinê bibîne.

“Ez bi ser ketime”

Ev, bi her keysê gotina PKKê ye. Lê ma li ser hewqas mirî, windayî, koçberî, girtin û rûxandinê, serkeftin çêdibe?

Ka em tişta îro dibe, bi serdema 1980 û 1990an re bidin ber hev. Ya îro, ne xeteretir e? Hewqas xetere ye, ku mirov dikare wê tenê bi 1925ê re bide ber hev.

Serdestên tirk, sîstema desthilatdariyê diguherin. Dibe tişta 1975 û 1988ê hatî serê tevgera Başûr, li pêşiya PKKê be jî: Koçberî.

Lê ew encam, ji bo Tirkiyê jî xetere ye. Dewleta tirk, li herêmê û di qada nawdewletî de xwedî pirsgirêkên mezin e. Dijminên wê, zêde bûne. Çima ew, li têkiliya tevgera Bakur negerin? Şert û mercên wê, bi zêdeyî hene.

Korerêya neyartiya kurd

Dewleta tirk xwe dûçarê şopandina PKKê kiriye. Pêdiviya girseyên har û bêhiş jî, bi dijminan heye.

Sedemekî rakeşiya Berlîn û Enqerê, ew e. MIT bi salan dijberên kurd û tirk dişopîne. Bi rastî MIT, weke ferxikê BNDya alman e. Ew ji qamê borîye, ku Almanya xwe lê sor dike.

Kuştinên MITê tên rojevê, bi taybetî li Parîsê kuştina sê jinên kurd. Bi boneyê;

Demançe/yên kuştinê nehat/in dîtin. Hejmara kujeran, diyar nebû. Şaredariya deverê, wê di her salvegerê de qurbaniyan bi wêneyên wan bi bîr bîne. Û bi plaketekê bîrdariyê, wê hovîtiyê bi bîr bixe. Parêzer û siyasetmedar, wê hewl bidin ku dozê bibin Konseya Ewropayê… Hemû hewqas.

Hikûmetên Rojavayê, ji hevkariya MITê nikarin xwe bişon. Rawêjkarê MITê Hakan Fîdan, roja piştî komkujiyê li Parîsê bû. Li Frensayê balyozên tirk, hê ji MITê ne.

Lê ev encam diyar e: Di eniya Ewropayê de dewleta tirk gellek tişt winda kirine. MIT, dezgeheke tawankarî û mêrkujiyê ye. Divê weke ewilî nikaribe Ewropayiyan li dijî Kurdan bi kar bîne.

Li Rojavayê Rûsya û DYA, rê li ber digrin

Nexwe vêga ji zû ve dewleta tirk, Rojava kiribû kavil û gola xwînê. Ji wêkê divê serê PKKê li ewran nekeve.

Ji bo Sûrîyê hemû platformên çareseriyê dirûxin. Diyariya sibê tineye. Serdestên tirk, li dijî Kurdan serî li her rê didin, her tiştî pêşkêşî Rûsya û DYAyê dikin. Tirkiye weke her carê, ji nakokiya herdu dewletan sûd werdigre. Lê wekî wan ew ji qirikê girtine, çima dev jê berdin?

Li Rojavayê derhêner, ne PKK ye. Lê ez di ciyê wê de bim, ezê hêza xwe ji bo çareseriyeke ku Başûr jî têde ye, bi kar bînim. Ji ber nebûna rêyeke din, Başûr xwe dûçarê gefên dewleta tirk dibîne.

Çavê dewleta tirk tenê ji Başûr digre

Ji ber ku li wir DYA û Rûsya, ne di asta Sûrîyê de astengker in.

Başûr bi bûyera Kerkûkê, ketiye pêvajoyeke nû. YNK û PDK bûne yekhelwest. Dibe Bexda û Hewlêr rasterast werin pêşberî hev.

Hê gellek pirsgirêk hene. PDKê hima hima hemû herêmên xwe bi dest xistine. Lê YNKê, ne. Li wir têra xwe Ereb, Tirkmen û Haşdî Şabî hene.

Li Başûr giraniya Tehranê, ji ya Enqerê gellek mezintir e. Tehran dikare gellek xirabiyan bike. Lê tişta baş ev e: Trump sondxwariyê Îranê ye, bi taybetî jî ji ber Îraqê. Ji Kurdan zêdetir, bila haya Tehranê ji xwe hebe.

Di bûyera Kerkûkê de Enqerê, durû ye. Dibe berteka wê, ji ber referandûmê ye. Lê ew ziman? Mêro ew çi fir e? Li ser sola Putîn hê dewsa zimanê te heye! Enqere, da ku li himberî PKKê hevkariyê bistîne, wê bûyerê weke keysê bi kar bîne. Wê mijara petrolê bixurîne.

Tişta li Kerkûkê dibe, daxwaza me kurdan e. Em nikarin ji fidakariyê birevin. Hevbendî, pêşmercê serketinê ye. Di rojên wiha dijwar de, divê em nebin astengkerên hev.

Mijar PKK be, serkeftina Başûr, ya wê ye jî. Divê ew dijîtiya pêvajoya nû neke, berevajiyê divê piştgiriyê bidê.

Kurd neyartiya ti çand û netewê nakin. Kurd heqê xwe, serweriya xwe dixwazin. Ala Başûr, ala kurd e, hemû partiyan bi hev re ew pejirandine.

Heke artêşa tirk, li Başûr êrîşî partiyeke kurd bike û partiyeke din a kurd piştgirî bidê, ew bi tund şermezarkirinê heq dike. Heke partiyeke kurd, bi çi sedemî be jî, herêmeke Başûr jî Kurdistanê veqetîne, ew jî mijara heman şermezarkirinê ye. (Rûdaw)