Serrûpel Nivîskar Dara serxwebûnê kulik vekirin

Dara serxwebûnê kulik vekirin

Belav bike

Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe. Piştî aliyên siyasî di serokatiya Mesud Barzani de roja referanduma serxwebûnê ragihandin, prosesa ku kurda ber bi dewletbûnê ve dibe bi praktîkê de destpêkir.

Serxwebûn di dilê her kurdekî de heye, lê gelek cara ji bo mercên herêmî û cîhanî destnedana, yan jî rewşa heyî rê nedaye ku kurdên serxwebûnê dixwazin behsa vê pêwistiyê bikin ev yek ji bo kurdan bibû xewnek.

Lê piştî sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê raperîn çêbûyî û kurd hêdî hêdî li beşek welatên xwe bûn xwedî desthilat, qonaxek gelek taybet ji bo xewna kurda bibe rastiyek destpê kir.

Sala 2003ê dara serxwebûnê zîl da û hêdî hêdî ber bi mezibûnê ve çû. Ihtimale ku gelek aliyên siyasî û kesayetên kurd gelekî bala xwe nedan vê darê, lê hinekan rojane ev dara azadiyê av didan û ji bo girbûna wê kar û xebat dikira.

Sala 2005ê dema li Başûr hilbijartina giştî pêkhatî, ne fermî bê jî dezgehek sivil li gora xwe lêpirsînek ji bo serxwebûna Kurdistanê kir. Li ber avahiyên ku sendoqên hilbijartinê lê hatîn danîn, sendoqek din danin û xelkê ji bo serxwebînê dengê xwe tavêtan vê sendoqa taybet. Di encam de ji % 98ê kesên ku deng dayin ji serxwebûnê re gotin ERÊ.

Vê yekê dara serxwebûnê biçekî bilindtir kir û hêviyên xelkê di vê derbarê de pêşdetir bir.

Piştî DAÎŞê berê xwe da Kurdistanê û şerê kurda kir, pêşmergeyên Kurdistanê bi xwîna xwe tixûbên Kurdistanê kifş kirin. Ew deverên ku îro Pêşmerge lêne û diparêzin bi temamî tixûbê Kurdistanê ye. Herweha bi vê yekê maddeya 140 jî hate cihbicih kirin.

Helwesta dewletên biyanî di derbarê referanduma serxwebûnê de ne xirabe. Dewletên wek Amerika , Ingiltere û Rusya raste rast li dijê vê helwesta kurda dernakevin.  Lê ji bo şerê li dijê DAÎŞê aloz nebê hinekî bala kurda dikşînin û pirsa dema referandumê de tuzekî metirsîdarin. Ev hêcet jî, piştî  azadkirana Musilê û têkçîna DAÎŞê li Iraqê ji holê radibe.

Helwesta dewletên Erebî di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de erêniye.  Helwesta Tirkiye heta niha sere sere ye û daxûyaniya wezereta derve û ya serokkomarê Tirkiye ne gelek zelal e, ev pirs bi zimanek diplomasî ji xwe derbas kirine. Kêmasî di vê pêvajoyê de bi vî awayî ye.

Ji aliyek din kurd bi de-fakto bûne dewlet. Heta niha serokê Kurdistanê li piraniya dewletên cîhanê de wek serokkomarê welatekî serbixwe tê pêşwazîkirin. Herî dawî li Tirkiye jî ev yek pêkanî.

Li Rusyayê hevdîtina serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Rusyayê Putin gavek ya helwetsa Rusyayê ji bo prosesa serxwebûna Kurdistanê bû. Ji berî vê hevdîtina dîrokî, li St.Petersburgê, kurda li gel Rosneftê li hevhatinek gelek berfireh pêkanîn û ev yek bû wek dîtina rusya ji bo pêşeroja Kurdistana Başûr jî.

Ji xwe gerek baş bê zanin ku heta desthilata Kurdistanê û serok Barzani zeminekî navdewletî erênî nebîne behsa vê yekê niha nakira.

Serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyek ya xwe de behsa helwesta welatan dike û dibêje: Helwesta welatan asayî ye û ne tunde.

Di rewşa niha de Îran gelek tundî li himber pêvajoya serxwebûnê disekinê. Lê Îran heta çi radeyê dikare vê helwesta xwe berdewam bike, ev bazarek dine.

Di vê pêvajoya serxwebûna Kurdistanê de, du xal gelekî girîngin. Yek ji wan Barzani vekirî dibêje ku, emê li gel Bexdayê ji bo vê prosesê dayinstandinê bikin û bi awayek aşitiyane bê ku tundî û tujî hebê bighin vê armanca pîroz.

Ya duyem kurd li hemû deverî pişgiriya vê prosesa pîroz dikin. Heta niha hemû daxûyaniyên ku aliyên siyasîyên kurd didin erênine û pişgiriya referanduma serxwebûnê dikin.

Li her çar beşên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê zêdeyî ji %90 pişgiriya serxwebûnê dikin û di vê derbarê de xwedî helwestek netewîne. Ji bo azadiya welatekî daxwaziya xelkê heza herî mezine.

Bê guman hinek aloziyên navxweyî hene. Wek helwesta tevgera Goran û Komela Islamî.YNK bi temamî ne zelale. Lê ev helwesta wan nikare bibe asteng di rêya serxwebûnê de.

Roja 25ê Îlona 2017ê dara serxwebûnê kulilka vedike. Hêviya herî mezin çebûna fêkiyên vê darê ye.

19.6.2017

Ji malpera RojevaKurd