Serrûpel Nivîskar Efrîn bi sloganan nayê parastin

Efrîn bi sloganan nayê parastin

Belav bike

Imer Kalo

Di vê dema dawiyê de, dîsa ku hikûmeta Turkiyê û gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê dest bi gef û ewiran li dijî herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirine, û topbaranê li ser gelek gund û navçeyên Efrînê berdewam dikin, û dibêjin ewê devera Şehbai li bakurê Helebê û Efrînê kontrol bikin, helwestên alî û hêzên ku xwedî rol û bandorin di kirîza Sûriyê de li ser metirsiya li ser Efrînê sistin, û hêzên siyasî û civaka kurd jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî wan gefên li ser Efrînê yek dengin.

 

Dûrî siloganên şoreşgerên Facebookê û çepikên wan, diyare ku hikûmeta Turkiyê û gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê wekî ku bi rêkeftin li gel Rûsiya û Amerîka di 24ê Tebaxa sala 2016an de derbasî Cerablus û Babê li Bakurê Sûriyê bibûn û ew kontrol kiribûn, ana jî armanca wan ji van êrîş û gefan, yekê ji van herdu bijardeyên li jêr ji Efrînê dixwazin.

 

Bijardeya yekem ewe, ku piştî gef û topbarana artêşa Turkiyê û gurûpên çekdar yên Oposizyona Sûriyê, Hêzên Sûriya Demoqratîk neçar bikin ku ji deverên netewa ereb ji Şehbai li bakurê Helebê vekşên, û wan deveran radestî gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê ku Turkiyê piştgiriya wan dike bikin, wê demê wê Turkiyê û oposizyona Sûriyê dev ji Efrînê berdin û nêzîkî wê nabin, ev bijarde jî nêzîkî helwesta aliyên herêmî û navdewletî ye, ji ber ku behaneya wan ewe, ku divê xelkê wê deverê piştî DAIŞê bi xwe navçeyên xwe birêve bibin, û ew kurdan qebûl nakin.

 

Bijaredeya duyem jî ewe, ku hikûmeta Turkiyê û gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê dixwazin riya di navbera Cerablus, Bab û Ezazê ji aliyekî ve û parêzgeha Idlibê ji aliyê din ve vekin, û xaka di bin kontrola xwe de fereh bikin li Bakurê Sûriyê, ew jî çê nabe ji bilî kontrolkirina hemî deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demoqratîk û YPGê de li devera Şehbai û Efrînê, û ger ku ew plan biçe serî tevî ku zehmete jî, bi wî awayî, bakurê Sûriyê ji çemê Ferat de heta parêzgeha Idlibê dibe yek perçe û dikeve bin kontrola gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê.

 

Helwesta herdu hêzên ku kirîz û şerê Sûriyê birêve dibin Amerîka û Rûsiya jî, ne ew helwesta ku bawerî pê bibe û pişt pê were girêdan, bi taybetî piştî ku rê dane artêşa Turkiyê ku debasî Cerablus û Babê bibin, diyar bû ku ew herdu hêz jî dixwazin li aliyekî Turkiyê razî bikin, û li aliyê din jî kar û berjewendî û pilanên xwe bi Hêzên Sûriya Demoqratîk re berdewam bikin, lê pêşketina berdewam ya peywendiyên di navbera Turkiyê û Rûsiya de, metirsiya li ser Efrînê zêde dikin, Amerîka jî him helwestan di berjewendiya Turkiyê de dide, û him jî pesna Hêzên Sûriya Demoqratîk di şerê li dijî DAIŞê de dide, lê di ware siyasî de Amerîka ti piştgiriya berçav ta vê demê nedaye Hêzên Sûriya Demoqratîk, ew jî careke din metirsiyê li ser Efrînê zêde dike.

 

Ger ku ti çare neyên dîtin û ti lihevkirin bi wan hêzên oposizyona re bi guftûgoyê çê nebe, û ger ku ew êrîş bi rastî li ser Efrînê pêkwere, pirsa girîng ewe, gelo asta amedebûn û karînên YPGê û berxwedana kurdên Rojavayê Kurdistanê li hember balefir û topxane û hêzên artêşa Turkiyê dikare wê êrîşa oposizyona Sûriyê û artêşa Turkiyê rawestîne û Efrînê biparêze lê na, bersiva vê pirsê jî pêwistî bi terazûyên hişmend û berpirs yên Rêveberiya Xweser heye, ji ber ku desthilata Rojavayê Kurdistanê di destê wan de ye, û îro ew dikarin ustubariya dayîna biryareke hişmend an jî têkder li ser siberoja Efrînê didin.

 

Di dema ku rayedarên Turkiyê û oposizyona Sûriyê daholên cengê li ber deriyê Efrînê lêdixin, pêwistiya kurdên Rojavayê Kurdistanê jî bi bijarteyeke hişmend heye ta ku çereyekê ji rewşa Efrînê re bibînin û ne tenê bi gurrkirina siloganan bersivê bidin, gellek kesayetî û şoreşgerên Facebookê yên kurd jî desmalên sloganan hildane û govenda xwe ya filiklorî digerînin û şabaşên bêberamber û belaş didin, bê guman ew slogan û gotinên vala sûdeyê li parastina rasteqîn ya Efrînê nakin, û nizanin ku ger ew êrîşa li ser Efrînê rast pêkwere, wê çi were serê xelkê Efrînê û siberoja Rojavayê Kurdistanê, ne tenê wisa, ew şoreşger êrîşî kurdên ku nizanin wê girregirrê bikin jî dikin.

 

Êrîşa DAIŞê ya li ser Kobanî mînaka herî li berçav û nêzîke, dema ku sloganfiroşan piştî ku wêneyên xwe bi kilaşînkof û rextan derdixistin û li gel hin siloganên germ û gurr li ser Facebookê belav kirin û lehengiya xwe ji raya giştî re çespandin, dev ji xak û welat û şervanan berdan, û di pêş xelkê hejar de li hola Hennar li Sirûca Bakurê Kurdistanê bûn, û li pê îsfenc û betaniyan û kelûpelên dezgehên xêrxwaziyê direviyan, bê guman kesên weha ne dikarin berevaniyê ji ber Efrînê ve bikin, û ne jî tiştekî ji xelkê wê re pêşkêş bikin.

 

Hewlêr: 4-7-2017