Serrûpel Nivîskar COMO? PER QUÉ? ÇIMA?

COMO? PER QUÉ? ÇIMA?

Belav bike

COMO?
PER QUÉ?
ÇIMA?

Ev fotoyê jinekê yek ji 800 birîndarên Katalonî ye. Gunehê wê: Di dema referandumê da xwestîye “erê” bibêje, ji bo serxwebûna welatê xwe.

Polêsên yek ji kevintirîn dewleta kolefiroş û kolonyalîst ên Espanyayê li serê wê da ne.

Xwîn, mîna çemekî di nîvê rûyê wê da diherike. Mîna çemêkî ku nîvê welatekî bide ber xwe, ew bike du qet.

Rûyê wê mîna katalonîyên kevintirîn gelê Ewropayê bûye du beş.

Ne digirî, ne dike hewar. Çavên xwe girtine di nava aramîyeke bi hezaran salan da dirame. Kelogirî jî nîne.

Rûyekî du rûpelên ji pirtûka dîrokê. Bi hezaran pirs, bersîv, sedem û encam tê da nivîsandî.

Herikîna xwîn: Encamê egoîzma meriv a qirêj.

Foto bandoreke mezin li ser min çêkir. Min çarêkekê biqasê hezeran sal dirêj, lê nihêrî. Ez siftîyam.

Krîstof Kolombî bi nîyeta ji bo talankirinê here Hindistanê, sê keştîyan ji keybanuya Espanyayê distîne û van keştîyan bi diz, manyaq, serxweş û serserîyên welêt têje dike û dertê ser Antlantîkê.

“Keşif” peyveke efsûnî a kolonyalîzmê ye. Ji bo daqurtîne, dibê min “keşif kir.”

Ne heddê Kolombî û ne jî yê hezar bavên wî ne, Amerîkayê “keşif” bike.

Amerîka her li cîyê xwe bû. Pêlên har ên Antlantîkê wan sê keştîyên serserî hezim nekir û mîna sê qirşikên genî vereşîya peravên Amarîkayê.

Em bêjin ji roja gihîştina wan peravan heya îro “pîç” îdare dikin vê cîhanê.

Li rojhilat jî bi hîllebazî. Bi hîpnoz û hovîtîya îslamê. Kemîn her eynî kemîn e, tenê cî û dem li hev diguherin.

Nevîyên Kolombî li kolanên Barselonayê dan.

Sandoqê dengdanê revandin. Xwînê di nîvê rûyê wê jinê da herikandin.

Lê Ew nevî dîsa jî hezar qat ji nevîyên dijminên me Kurdan, “medenîtir û mirovtir in.

Vê fotoyê salên heftêyan anîn bîra min. Afîşa resmê Vîyetnamîyekî ku di şerê serxwebûna welatê xwe da hatibû kuştin.

Ew afîş bi navê “Why?” bibû sembol di wan salan da.

Rûmetekê çepêtîyê jî hebû di wan deman da. Ew afîş di hemû meşan da dihat rakirin. Dîwarên komele û partîyên çep dixemiland.

Îro resim heman resim e. Li Katalonyayê ser dişikê. Li Kurdistanê ser jê dibe. His û deng ji “çepên cîhanê” dernayê.

Çima derê? Yan bûne bênamûstir “kapîtalîst”, an jî “homo û lezbîş”

Hin alîyên me û yên Katalonan bişibin hev jî, gelek jî ji hev cûda ne.

Kurm di nîveke rehên wan de jî diqilqilin û rizandine.

Lê hêvî heye. Ew dê bi ser bikevin.

Çimkî vîrusa îxanetê hîn li serê wan nedaye, mîna ya Kurdan!

 

Berlîn, 19.10.2017

Ewdil Ararat